Di lêpirsîna Gulîstan Doku de 13 kes hatin binçavkirin
Di doza xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ya li Dêrsimê winda bû û ev 6 sal in aqûbeta wê nayê zanîn de, pêşketinek nû çêbû. 13 kesên di nav de kurê Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel jî heye, hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan – Gulîstan Doku ya 22 salî ku dema xwendekara sala duyemîn a Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Mûnzurê ya Dêrsimê bû, di 5’ê Çileya 2020’an de winda bû. Her çiqas hîn jî aqûbeta wê hê neyê zanîn jî, di sala 6’an a bûyerê de pêşketinek çêbû.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji sala 2020’an vir ve berdewam dike de, ji bo 13 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn. Di serdegirtinên li Stenbol, Enqere, Dêrsim, Antalya û Xarpêtê de, 13 kes hatin binçavkirin. Di nav kesên hatine binçavkirin de Mustafa Turkay Sonel, kurê waliyê Dêrsimê yê wê demê û gumanbarê sereke yê lêpirsînê Zeynel Abakarov jî hene.
Kurê walî, parêzvanê wî û polîsekî ji kar hatiye avêtin di binçav de ne
Nav û meqamên kesên hatine binçavkirin nîşan didin ka Gulîstan Doku çima winda bûye û çima di 6 salan de di dozê de ti pêşveçûn çênebûye. Kesên hatine binçav kirin û fermana girtina wan hatiye dayîn ev in:
*Mustafa Turkay Sonel (Kurê Tuncay Sonel, Waliyê wê demê yê Dêrsimê ku niha mufetîşek li Wezareta Karên Hundir e)
*Zeynal Abakarov (Kesê dawîn ku Gulîstan Doku peyam şandiye û kesê ku çûye mala wî)
*Engîn Yucer (Bavê Zeynal, polîsekî berê)
*Cemîle Yucer (Dayîka Zeynal)
*Ugurcan Açikgoz (Hevalê Mustafa Turkay Sonel ku kurê waliyê berê ye )
*Şukru Eroglu (Parêzvanê Tuncay Sonel)
*Erdogan Elaldi (Kesekî ku wê demê li Îdareya Taybet a Walîtiya Dêrsimê dixebitî)
*Gokhan Ertok (Polîsê berê yê ku ji kar hat avêtin, kesek ku di pêvajoya lêpirsînê de bi Walî û parêzvanê wî re di nav têkiliyê de bû)
*Savaş Gulturk (Efserê berpirsyarê Kamerayên Zanîngeha Mûnzûrê)
*Suleyman Onal (li Zanîngeha Mûnzûrê karmendê kamerayan e)
*Ferhat Guven (Kesê ku girêdayî Waliyê berê Tuncer Soyel e)
*Celal Altaş, Nurşen Arîkan.