Rojnamevanên jin ên Sûdanî: Divê mafên rojnamevanan bên parastin

Piştî girtina rojnamevan Hacer Silêman ji ber eşkerekirina gendeliyê li Bankaya Navendî ya Sûdanê, rojnamevanên jin daxwaza mîsogerkirina azadiya xweragirtinê û derxistina qanûneke nû kirin da ku wan ji girtinê biparêze.

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan – Di nava pevçûnên berdewam ên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de û zêdebûna aloziyên ewlehiyê, rojnamevan xwe bi atmosfereke xeternaktir re rû bi rû dibînin. Tê de qada derbirînê kêm dibe û sînordarkirin zêde dibin. Ji ber ku hejmarek rojnamevanên jin daxwaza parastina mafên xwe yên gihîştina agahiyan bê tirs an jî zilm û zordarî dikin.

Di 25’ê Adarê de, rayedarên Sûdanê rojnamevan Hacer Silêman dubare piştî çend meh serbestberdana wê dîsa girtin û piştî raporên dozgeriyê yên der barê gotarên wê yên têkildarî dozgeriya Dinqala de, wê birin Dinqalayê.

Rayedaran di 13’ê Cotmehê de ew bi kefalet serbest berdan, piştî girtina wê ji ber gotarên ku tê de wê gendeliya di nava Bankaya Navendî ya Sûdanê de eşkere kiribû, girtina ku di wê demê de bû sedema şermezarkirin û bertekên mezin ên navneteweyî û wekî binpêkirina azadiya çapemeniyê hat dîtin.

Piştî vê bûyerê hejmarek ji rojnamevanên jin û mêr di 1’ê Nîsanê de li ber ofîsên Dozgerên Giştî yên li gelek eyaletên Sûdanê, di nav de paytext Xartûm jî hebû, xwepêşandanek li dar xistin û di dema wê de wan muzekereyek ji rayedarên Dozgerên Giştî re pêşkêş kirin ku tê de gelek daxwaz hebûn.

Xwepêşanderan dirûşma "Azadiya çapemeniyê xeta sor e" bilind kirin û daxwaz kirin ku Qanûna Çapemenî û Weşanan were sererastkirin da ku parastin û azadî were mîsogerkirin û pêşî li darizandina rojnamevanan li gorî Qanûna Sûcên Sîber were girtin.

‘Divê mirov nêrînên cuda qebûl bike’

Rêveberê Têkiliyên Giştî ya li Meclisa Bilind a Çand û Ragihandinê ya li Eyaleta Bakur, Xada Osman Çawîş piştrast kir ku pîşeya rojnamegeriyê û azadiya raman ji bilî jêhatîbûna komkirin û belavkirina agahiyan bi awayekî ku zirarê nede tu aliyekî, gelek şarezayiyê hewce dike. Diyar kir ku ev yek rê li ber şaşîtiyan digre û girîngiya rêzgirtina li pîşeya rojnamegeriyê û qebûlkirina nêrînên herdu aliyan bêyî ku bên sînordarkirin bi xwe re tîne.

Her wiha diyar kir ku rojnamegerî li Sûdanê di demên dawê de piştî destpêkirina pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, gelek li paş maye, ev yek bûye sedema kêmbûna herikîna agahiyan û zehmetiya bidestxistina wan agahiyan. Xada destnîşan kir ku rojnamegeriya dîjîtal li gorî rojnamegeriya çapkirî di dîmenê medyayê de zêdetir heye û banga rakirina astengiyên ku rojnamevan pê re rû bi rû dimînin kir da ku ew bikaribin pîşeya xwe bi awayekî objektîf û bê pirsgirêk bikin.

Berpirsiyariya eşkerekirina rastiyan

Rojnamevan Selma Awad Fadîl diyar ku nirxa rastîn a rojnamevanek di rastî û profesyoneliya wî ya bilind de di mijûlbûna bi bûyeran re de ye. Selma tekez kir ku rojnamevanek ku sînorên karê xwe û tiştên divê bike fêm dike divê rastî zulmê neyê.

Selma Fadîl destnîşan kir ku her rojnamevanek dema mijarekê derdixe holê, li ser bingeha delîlan vê yekê dike lê hinek aliyên dixwazin berjewendiyên xwe biparêzin, dibe ku zorî û astengiyan li pêşiya wî deynin û wiha got: “Rojnamevan piştî parvekirina mijarên hesas rastî tacîz û darizandinê tên ji bo wê nayên qebûlkirin. Pêwîst e maf bi riya qanûnê werin bidestxistin.”

Daxwaza parastina rojnamevanan

Yek ji nvdêrên medyayê Mey Ez El-Dîn, yek ji beşdarên xwepêşandanê bû, daxwaza mîsogerkirina azadiya rojnamevanan û derxistina qanûnên nû ji bo parastina wan ji girtinê kir û diyar kir ku ew jî mîna gelek hevkarên xwe, di bidestxistina agahiyan de rastî zehmetiyên mezin hatiye.

Mey Ez El-Dîn daxwaza xwe ya ji bo pêwistiya dabînkirina parastineke rastîn ji bo rojnamevanan û nirxandina asta êşên ku di bin şert û mercên dijwar ên şer de dikşînin dubare kir.