Parêzera Tûnisî: Zêdebûna rêjeya hevberdanê malbatan belav dike

Parêzera Tûnisî Dalal Bouazizî tekez kir ku hevberdan diyardeyeke civakî ya cidî ye, hem bandorê li jinan dike hem jî li zarokan û pêwist e ev pirsgirêk bi hinek rê û rêbazan were çareserkirin.

ÎXLAS EL-HAMRONÎ

Tûnis – Li Tûnisê di salên dawî de rêjeyên hevberdanê zêdebûnek berbiçav dîtine, salane nêzî 14 hezar bûyer tên tomarkirin. Li gorî pisporên civakî û hiqûqî, ev hejmar veguherînên kûr nîşan dide ku bandorê li pergala malbata kevneşopî ya Tûnisê dikin û rolên endamên wê di nava pergala malbatê de ji nû ve şekil didin.

Parêzer Dalal Bouazizî diyar kir ku ev zêdebûna dozên hevberdanê nikare wekî diyardeyek tenê were xwendin lê belê ew encameke rasterast a veguherînên bilez ên civakî, aborî û çandî ye û nîşan dide ku ya herî berbiçav ji van veguherînan guhertina rolan di nav malbatê de ye. Dalal got: “Ev hejmar guhertinên kûr di şêwaza jiyanê ya malbata Tûnisî de jî nîşan didin ku jin bûne hevkarên sereke yên aborî û wan neçar dikin ku di bin zexta aborî ya zêde û lêçûnên jiyanê yên bilind de, kar û xwedîkirina zarokan hevseng bikin."

Sedem û bandora diyardey

Dalal Bouazizî eşkere kir ku faktorên aborî di nava sedemên herî girîng ên zêdebûna rêjeyên hevberdanê de ne û di rêza yekem de ne. Dalal wiha dirêjî da gotinên xwe: “Gelek malbat ji bilî lêçûna bilind a jiyanê, ji ber deyn û erkên mehane yên wekî dayînên xanî û wesayîdan, zextên darayî dikşînin. Ev zext pir caran dibe sedema tengezariya psîkolojîk di nava têkiliya zewacê de û dibe sedema nakokiyên pir caran ku dibe bi veqetandinê bi dawî bibin.

Dalal Bouezizî wiha li gotinên xwe zêde kir: "Faktorên psîkolojîk û civakî jî roleke girîng dilîzin, bi taybetî di nebûna aramiya hestiyarî û ragihandina qels a di navbera hevjînan de. Ev faktor rasterast bandorê li jinên di nava malbatê de dikin, ji ber ku ew du barên kar û berpirsiyariyên malê digrin.

Bandora hevberdanê ya li ser derûniya zarokan

Dalal Bouezizî der barê zarokan de ev tişt got: "Hevberdan birînên kûr ên psîkolojîk û civakî li ser zarokan dihêle. Gelek ji wan ji ber veqetandina dê û bavan, qelsiya ragihandina malbatê û carna nebûna yek dê û bav ji jiyana xwe ya rojane, ji tengasiya hestiyarî dikşînin. Ev rewş dikare bandorê li performansa akademîk û tevgera civakî ya zarokan bike û dibe ku hestên bêîstîqrarî yan bêewlehiya hestiyarî biafirîne, bi taybetî di rewşên pevçûnên malbatî yên berdewam an nakokiyên li ser welayetê, mafên serdanê û piştgiriya zarokan de."

Sîstema hiqûqî di navbera nivîs û bikaranînê de

Der barê asta ku sîstema hiqûqî bi van veguherînan re gav bi gav diavêje, Dalal Bouazizî rave kir ku tevî hebûna çarçoveyek hiqûqî ya girîng, weke zagona Rewşa Kesane û Mafên Zarokan, digel qanûnên din ên ku têkiliyên malbatê bi rê dixin, ev nivîs êdî têrê nakin ku bi guhertinên civakî yên bilez re bigihîjin hev.

Dalal tekez kir ku pirsgirêk ne tenê di hebûna nivîsên hiqûqî de ye lê di heman demê de di şiyana wan a adapteyî rastiya nû ya malbata Tûnisî de ye. Bi taybetî di ronahiya pirsgirêkên derketî yên têkildarî dîjîtalîzekirinê, formên tundiya psîkolojîk û hejmara zêde ya nakokiyên der barê zarokan de piştî veqetînê.

Girîngiya pejirandina rêbazeke pêşîgirtina beriya zewacê

Der barê çareseriyan de Dalal girîngiya pejirandina rêbazeke pêşîlêgirtinê beriya zewacê, bi riya xurtkirina bernameyên hişyariya qanûnî û civakî yên ku maf û berpirsiyariyên her aliyekî di têkiliya zewacê de zelal dikin, ji bilî hişyarkirina bandorên hevberdanê li ser malbat û zarokan, tekez kir û got: "Rewş hewce dike ku rola lihevhatina malbatê were xurtkirin û mekanîzmayên navbeynkariyê werin pêşxistin. Ji dadwer û rayedarên têkildar re bêhtir dem were dayîn da ku nakokiyan çareser bikin û hewl bidin lihevhatinê di navbera aliyan de berî ku serî li hevberdanê bidin."

Civaka sivîl û komele rolên girîng di vê mijarê de dilîzin

Dalal Bouezizî rola girîng a komeleyan û civaka sivîl di pêşvebirina çandeke malbatî ya saxlem de, ligel pêwîstiya pêşxistina qanûndanînê ku bi rastiyên civakî yên nû re hevaheng be, tekez kir. Dalal axaftina xwe wiha domand: ”Ev yek balê dikşîne ser parastina zarokan ji îstismarkirinê di nava nakokiyên malbatî de û misogerkirina mafên wan ên ji bo bêhngirtin, welayet û serdanê hevseng û dadwer in.”

Ji ber rewşa heyî pêdivî bi hewldanên hevgirtî heye

Dalal Bouazizî bi gotina "çareserkirina diyardeya hevberdanê ne tenê mijareke qanûnî ye; ew di heman demê de mijareke civakî, perwerde û aborî ye ku ji bo parastina hevgirtina pergala malbatan li Tûnisê hewldanên hevgirtî hewce dike."