Li Xezayê di nava şer de şîdeta li dijî jinan zêde dibe

Parêzer Wefaa Jad El-Heq diyar kir ku şer, koçberî û nebûna cihên bi ewle ji ber hilweşîna pergalên parastinê û valakirina girtîgehan, hawirdorek berhemdar ji bo zêdebûna tundiya li dijî jinan afirandiye.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Di 25’ê Adarê de termê welatiyek ku ji aliyê birayê xwe ve hatibû kuştin di nava kona lê dima de hat dîtin. Piştî raporek fermî ya dayîk li dijî sûcdar ango kurê xwe, pêşkêş kiribû. Ev bûyer di nava pêla tundiyê de tê ku ji destpêka şerê di Cotmeha 2023’an de, di demek ku medyayê nûçeyan belav nekiriye û dozgerî jî nehatiye vekirin, li dijî jinan zêde bûye.

Parêzer Wafa Jad Al-Haq ji navenda Karûbarên Jinan re, diyar kir ku Zîvala Xezayê di dema şer de, ji bilî tundiya leşkerî, gelek xuyangên tundiya li ser bingeha zayendî dîtiye wekî koçberî û koçkirina ber bi hawirdorek nediyar ku jin nas nakin, bandorê li tenduristiya wan a fizîkî û psîkolojîk kir û ji bo mêran hawirdorek berhemdar afirand da ku her cure tundiyê bikin.

Jineke ciwan hat kuştin û di bin konê de hat veşartin

Wafaa Jad Al-Haq eşkere kir ku li gorî daxuyaniyên fermî jina ciwan ku di konê xwe de hatiye kuştin ji ber nakokiyên berê yên di lêpirsînan de nehatine çareserkirin, bi sûcdar re pirsgirêka wê hebû. Di encamê de birayê wê bi tiştekî tûj li serê wê daye, ketiye erdê û dûre di roja 7’emîn a Remezanê de wê defin kiriye. Piştî ku 10 roj derbas bûye, dayîk nikaribû li ser erda ku bedena keça wê tê de hatiye veşartin bijî û xewnên tirsnak didît. Ev yek bû sedem ku dayîk biçe qereqola polîsan a herî nêz û giliyê kurê xwe bike.

Bi saxî defin kiribû!

Wafaa Al-Haq dibêje ku pêşî sûcdar hatiye girtin û li cihekî guncav hatiye ragirtin, paşê birine cihê sûc û cenaze hatiye derxistin ku niha ji aliyê lêkolîneran ve tê şopandin. Lêkolînan îsbat kir ku sedema mirinê ne lêdana bi amûrekî tûj bûye lewre ew bi saxî hatiye veşartin. Tiştê ku di wê gavê de qewimî xwînrijandina hundirîn bû ku bû sedema windakirina hişê wê. Diviyabû bibirana nexweşxaneya herî nêz, ne ku bihata veşartin. Lêkolînên dadwerî hê jî berdewam dikin.

Bi dehan sûcên qetilkirina jinan hene

Wafaa Al-Haq destnîşan kir ku di nava aloziya leşkerî, koçberiyê û hebûna milîsên girêdayî hêzên Îsraîlê de, bi dehan sûcên bi vî rengî çêbûne lê nehatine ragihandin, ji ber nebûna cihekî taybetî ku kesên rastî êrîşan hatine bikaribin biçin îfadeya xwe bidin û ji rayedarên destnîşankirî parastinê bixwazin. Wefaa Al-Haq got: ”Îro ji Zîvala Xezayê re demek hatiye dayîn da ku van sûcan ragihîne û sûcdaran bişopîne, çi bi riya dezgehên ewlehiyê be yan jî navendên mafên jinan û mirovan be ku ji bo jinan bûne cihekî bi ewle.”

Zêdebûna bûyerên destdirêjî û tacîza zayendî

Li gorî Wafaa Jad Al-Haq sûcên tundiyê ne tenê bi jinan sînordar in, li dijî zarokên temenbiçûk tên kirin, ji tecawizê bigre heya kuştinê û digihîje jin û jinên ciwan. Ew sedema sereke ya tundiyê bi nebûna mehremiyetê ve girê dide, ji ber ku kon tenê perçeyên qumaş in, her kes dikare derbas bibe û di hundirê wan de ewlehî tune ye.

Wafaa Jad Al-Haq dide zanîn ku êrîşên zayendî yên wekî tacîz û tecawizê bûyerên ku herî zêde ji hêla kesên rastî êrîşan tên ve tên ragihandin û ji hêla navendên mafên mirovan û jinan ve tên tomarkirin in. Gelek dabînkerên xizmetê hewcedariya jinan ji bo xizmeta ku tê peydakirin bikar tînin û dest bi şantaja zayendî li wan dikin. Li vir rola saziyan ew e ku divê pergalek parastinê ya yekgirtî biafirînin be ku pêşî li êrîşên li dijî jin û jinên ciwan bigrin.

Gotinên nefretê li dijî jin û jinên ciwan

Li gorî Wafaa Jad Al-Haq yek ji sedemên zêdebûna sûc û tundiya li dijî jinan bi taybetî piştî şer, ew e ku hemû mehkûm, sûcdar û bikarhênerên madeyên hişbir ji girtîgehan hatine berdan û ji nû ve tevlî civakê bûne. Di encamê de gelê Xezayê dest bi bihîstina her cure sûcan kir. Kî dê bawer bikira kesek dikare cesedekî veşêre û li ser wê bijî?

Derdikeve holê ku gotinên nefretê yên piştî kuştina keçikê li ser cil û bergên wê yan jî awayê ku divê ew xuya bike belav bûne nayên qebûlkirin û ji ber vê sûcdar sûc dike, yan jî kuştina jinan bi sûcên namûsê ve girê nade, ji ber ku ew yekem hincet e mêrên li welatên Ereb ji bo beraetkirinê serî lê didin.

Şer êşa jinan zêdetir dike

Wafaa Jad Al-Haq îdia dike ku hêzên Îsraîl û Hamasê di zêdebûna van tawanên li dijî jinan de roleke mezin dilîzin. Zêdebûna operasyonên leşkerî û nebûna stargehên bi ewle ji bo jinan di dema şer de êşa wan zêde kirine. Ji bilî berdana sûcdaran ji girtîgehan ku jinan xistine nava çerxeke xerab ew nizanin çawa xwe jê rizgar bikin.