Di lêpirsîna Gulistan Doku de du kes hatin girtin

Di doza Gulistan Doku de, ku şeş sal in li Dêrsimê winda ye, geşedanên nû. Polîsê berê Gokhan Ertok û rayedarê giştî Erdogan Elaldi ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin. Lêpirsîna kesên hatine binçavkirin berdewam dike.

Navenda Nûçeyan – Di lêpirsîna windabûna xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ya beriya 6 salan de pêşketinên girîng çêbûn. Di operasyoneke ku di 13’ê Nîsanê de hat kirin de, 13 kes hatin binçavkirin. Yek ji wan jî kurê waliyê Dersîmê Mustafa Turkay Sonel, Tuncay Sonel jî hebû.

Îfadeya dozgeriyê ya polîsê berê Gokhan Ertok, ku yek ji sûcdarên di çarçoveya lêpirsînê de hatiye binçavkirin, temam bû. Piştre Gokhan Ertok sewqî dadgeha nobedar hat kirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Diyar bû ku Gokhan Ertok bi danîna (SIM) karta Gulistan Doku di nav telefona xwe de hin dane jê biriye.

Di heman çarçoveyê de Erdogan Elaldi hat binçavkirin. Ew jî  di dema windabûna Gulistan Doku de karmendê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê bû. Piştî îfadeya wî ya li dozgeriyê, Erdogan Elaldi sewqî dadgehê hat kirin, dadgehê jî bi tohmeta ‘kuştina bi zanebûn’ fermana girtinê li dijî wî derxist. Lêpirsîna kesên hatine binçavkirin berdewam dike.