Almaz Romî: Rêveberiya Xweser bi destkeftiyên xwe komployê pûç kir
Hevseroka Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê, Almaz Romî, diyar kir ku Şoreşa Rojava pergaleke civakî ava kiriye û da zanîn ku siyaset li ser bingeha demokrasiya bingehîn, pirrengî û edaleta civakî ji nû ve hatiye pênasekirin.
SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Kobanê – Bi zêdebûna êrîşan li ser Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê re, li bajarê Kobanê guherîn çêbûn. Di navbera dijwariyên şer û xeterên guhertinê de, ezmûna Rêveberiya Xweser wekî modelek hewl dide pirrengî û edaletê xurt bike û destkeftiyan biparêze.
Piştî têkçûna DAIŞ’ê li bajarê Kobanê û jiholêrakirina keleha wê ya dawî li Dêra Zorê, qonaxek nû bi navê ji nû ve avakirina civakî li ser bingehên demokratîk dest pê kir. Hêzên Sûriyeya Demokratîk, bi saziyên Rêveberiya Xweser, modelek nû li ser bingeha jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de ava kir.
Neteweya demokratîk û ezmûna ku jinên Rojava pêşengiya wê kirin
Hevseroka Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê, Almaz Romî, der barê berfirehkirina pergala neteweya demokratîk de got: "Şoreşa jinan li bajarê Kobanê dest pê kir lê berfireh bû, jinên ji pêkhateyên cuda û herêmên din jî di nava xwe de girt. Armanc ew bû ku ev ezmûna me ji bo jinên Sûriyeyê jî bibe model, bikaribin xwedî helwest û îradeyek azad bin. Ji ber ku beriya wê jin ji maf û îfadekirina ramanên xwe bêpar bûn. Şoreşa jinan roleke girîng di peydakirina derfetên ji bo jinan ji bo xwe di astên siyasî, dîplomatîk û leşkerî de ji nû ve birêxistin bikin lîst."
Almaz Romî di nirxandinên xwe de bal kişand ser têgeha ‘Konfederalîzma Demokratîk’ û gotinên xwe wiha bi lêv kir: “Rizgariya jinan stûna bingehîn a pergala neteweya demokratîk e. Banga ahengek di navbera civak û xwezayê de dike. Sîstema kapîtalîst û modernîteya desthilatdar rexne dike. Projeyek civakî ye hewl dide siyasetê li ser bingeha demokrasiya bingehîn, pirrengî û edaleta civakî ji nû ve pênase bike.”
Almaz Romî mijara rizgariya jinan wiha destnîşan kir: "Bi rizgarkirina herêman ji destên DAIŞ’ê, jin ji guhertinê re vekirî bûn, nemaze ji ber ku ji destên DAIŞ’ê gelek êş û azar kişandibûn. Ev yek bû sedem ku ew kêliyên rizgariyê bi tilîliyan pêşwazî bikin û riya rizgariya jinan ku jinên Kurd pêşengiya wê dikirin şopandin. Bi saya vê hevgirtinê, wan xwe birêxistin kir û têkoşîna xwe bi pêş xistin."
Li dijî şoreşa jinan komployeke navneteweyî
Ezmûna Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser bingeha meclîsan, nenavendîbûn û beşdariya gel e. Bi rêvebirineke hevbeş gelek pêkhate beşdar bûn, jiyana hevbeş biryardariyê xurttir kir. Taybetmendiyek vê ezmûnê ku bi pêş ket xeta rizgariya jinan e, di rêvebirinê de wekhevbûna bi pergala hevserokatiyê û beşdariya jinan di saziyên curbecur de, roleke pêşengiyê ya bêhempa da jinan. Bi vî rengî, jinan modeleke demokratîk a piralî ku ji perçebûnên berê derbas dibe û bi xwişkîtî-biratiya gelan piştrast dibe, pêşkêş kir.
Almaz Romî bi gotinên; “Jinan bi têkoşîneke dirêj û hevbeş destkeftiyên xwe bi dest xistin, ezmûna wan a şoreşgerî ya bêhempa bû, ji lewre bûn hedefa hêzên dijber ên hewl didan wê veguherînin hedefek ji bo komployên navneteweyî” bal kişand ser êrîşên dawî yên li ser herêmê û wiha gotinên xwe domand: “Êrîşên di 6’ê Çileyê de dest pê kirin û binpêkirinên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li dijî niştecih û jinan, sûcên şer in. Bêdengiya navneteweyî ji bo sûcdaran erêkirin e. Rasterast îradeya gel û jinan hat hedefgirtin.”
Di nirxandinên xwe de Almaz Romî kiryarên cîhadîstan li bajarên din jî bi bîr xist û wiha anî ziman: “Bêdengiyê hişt ku cîhadîst heman binpêkirinan li bajarên Reqa, Tebqa û Dêra Zorê dubare bikin, pratîkên ne layîq li dijî jinan pêk anîn. Ji birîna porê wan bigre, heta avêtina şervanên jin ji avahiyan qanûnên şer û pîvanên mirovî hatin binpêkirin. Hedefgirtina jinan tolhildana ji ber têkçûna DAIŞ’ê ye. Şervanên jin bi salan li dijî van çeteyan şereke destanî meşandin.”
Kobanê destaneke qehremanî û berxwedanê nivîsand
Almaz Romî destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser a ji têgeha neteweya demokratîk derketiye holê mînakek zindî ya xwişkîtî- biratiya gelan e û got: “Lê belê, ev hêz fêrî çandina mezhebperestiyê di navbera gelan de bûne û bi her awayî hewl didin şer derbixin. Êrîşên dawî yên ku herêm hat hedefgirtin jî ji bo derxistina nakokiyan di navbera gelên Kurd û Ereb de bû her wiha têkbirina pergala neteweya demokratîk bû. Ev gel bi hezaran sal in bi hev re dijîn û ev şer nikare vê biratiyê têk bibe. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve hewl dan nifaqê bixin navbera gelan lê bi ser neketin. Ji ber ku rastiya gelan ji komployên li dijî gelan mezintir e. Ji ber vê yekê, her çendî êrîşa dawî dijwar bû jî helwesta gelê Kurd û kombûna wan li dora hêzên xwe bi bersivdayîna banga seferberiya giştî û hilgirtina çekan ji bo parastina axa xwe bersiva van êrîşan hemûyan bû."
Lêgerîna gel ji bo Sûriyeya demokratîk bû
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî rageşiyên leşkerî hat bi êrîşên komên cîhadîst ên girêdayî HTŞ’ê hewl dan pergala neteweya demokratîk têk bibin, hêz û civakên di nav de hedef girtin lê Hêzên Sûriyeya Demokratîk pêşî li vê yekê girtin û herêmên Kurd parastin.
Tevî êrîşên berdewam û ferzkirina dorpêçê li ser Kobanê û hewldanên ji bo teslîmbûnê di bin navê peymanan de, ev zext rastî redkirineke berfireh û pabendbûneke xurt a berxwedanê hat. Ji ber ku gelê herêmê bi biryar bû ku destkeftiyên xwe biparêze. Hêzên dijmin di dawiyê de neçar man li ser maseya danûstandinan rûnin. Ev bû sedem ku peymaneke destkeftiyên gelê Rojava nas bike û lêgerîna Sûriyeyeke Demokratîk maf û azadiya Kurdan bigre bin temînatê çêbibe. Bi riya entegrasyona demokratîk beşdariya gelê Kurd di pêşeroja welat de misoger bû.