Li Xezayê qirêjiya hawirdor gihaye asta jê neyê vegerandin

Li Xezayê ku dibin êrişan de ye, qirêjiya hawirdor ya mayinde tê jiyîn. Aktivîsta hawirdor Sabreen Afaneh got ku jin di her şert û mercê de hewl didin xwezayê paqij bigrin, lê belê di nava şer de ev ne têrker e.

RAFÎF ESLEEM

Xeza- Xezaya ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha dibin êrişên Îsrail de ye, piştî koçberiyê û avahiyên ku di topbaranan de hilweşiyane vegeriya bajarek xeyalet. Li bajarê ku krîza mirovî tê jiyîn, krîzek giran ya hawirdor jî serî hildaye. Di encama topbaranan de kanalîzasyonên teqiyane, xirbe, bermahiyên xûrde, darên hati birîn û çopên ku belavî hawirdorê bûne, tendirûstiya zindiyan dixwe xeteriyê.

Aktivîsta hawirdor Sabreen Afaneh diyarkir ku li Xezaê piştî topbaranan qirêjiya hawirdor, dibe sedemê xisarên mayînde û vegera wê neyî.

Cûrên pêşûyên ku dibin sedemêm birînan zêde bûne

Sabreen Afaneh da zanîn ku ji roja şer destpêkirî heta niha sotemenî nehatiye bajar û ji ber vê li malan av nîne û got: “Çop belavî kolanan bûye, zarok di nava van çopan de di lizîn, eve di zarokan de wê bibe sedemê nexweşiyên giran. Di demên dawî de li bajar, pêşûyên ku dibin sedemên birînan zêde bûne, temînkirina dermanan jî hema bêje ne gengaze were bi destxistin.”

‘Li bajar gelek nexweşî tên dîtin’

Sabreen Afaneh destnîşan kir ku beriya êrişên 7’ê cotmehê ji bo hawirdorek paqij û parastina hevsengiya ekolojîk gelek proje xistin meryetê, lê belê di nava şer de, êdî ev fikir weke luks tê dîtin û got: “Li herêmên başûr û bakûrê Zîvala Xeza rewş ne cûdatire, avan bermahî di nava konên gel yên li kampan de dimînin di herîke, xelkên herêmê dibêjin cûrên pêşû, mêş û marîşokên ku heta niha nas nedikirin derketine holê û dibin sedemên gelek nexweşiyan. Nexweşiyên weke hepatît A, Menenjît, rişk, xwer, zerik di nava gel de zêde bûye. Li Bajarên Xeza tenê hewa qirêj nebûye, di heman demê de avên binerd jî di nav de bandor li bingeh kiriye. Çop ziyanên didin xakê û tevlî nava avê dibin û tendirûstiya gel dixin xeteriyê. Berê ji bi rêbazên cûda çop belav kirin, lê belê êdî tu rêbaz nayên bi karanîn.”

‘Qirêjiya hawirdor, xisarên ku vegera wê neyî dihêle’

Sabreen Afaneh, îşaret bi wê yekê kir ku li Xeza tu hatinek ya gaz, xazê nîne û ji ber vê jî gel neçar dibin daran bi birin û wiha got: “Ev rewş hawirdor dixwe texrîbatek ku vegera wê neyî. Di heman demê de piştî bombardûmanan gaza reş ya çêbûye xisarek mayinde dide zindî, xweza, hawirdor û esîmana.”

‘Jin parastina hawirdor berdewam dikin’

Sabreen Afaneh da zanîn ku jinên li Zîvala Xeza hê hawirdorê paqij dikin û got: “Qutiyên teneke vedigerînin û di nav de şitlên gulan diçînin. Hemû jinên li Xeza bi hêviya ku şert û mercên hawirdor di demek jiya din zitur baş bibe dene, di demên dawî de ji bo ew psîkolojiya ku jiyan dikin kêm bikin konan ava dikin, berê xwe dana çalakiyên weke tablo û hunerî.”