'Guherîna avhewa bandorê li mêşvaniyê dike'
Jinên Tûnisî yên ku di pîşeya mêşvaniyê de dixebitin kêşe û zehmetiyên ku di karê xwe de dibînin anîn ziman û gotin: "Guherîna avhewa û faktorên wek şewat, zuhabûn û hewaya pir sar bandorê ser hilberên mêşên hungivîn dikin."

ÎXLAS EL-HEMRONÎ
Tûnis – Mêşvanî yek ji pîşeyên kevneşopî ye ku li herêmên cuda yên Tûnisê ji bo jinan eleqeyek mezin dibîne. Ev pîşe ji bo wan bûye debara jiyanê. Li parêzgeha El-Qasrîn ku bi mêşvaniyê navdar e, ji ber guherîna avhewayê gelek mêşvan bi faktorên agir, zuha û hewaya pir sar û bi kêşeyên dijwar re rûbirû dijîn.
'Guherînên avhewayî bandorê li hilberên mêşan dike'
Dirsaf Belêlî ku di mêşevaniyê de pispore dibêje: "Beriya çar salan hewa baş bû ku di mêşevaniyê de dibû alîkar. Lê di van demên dawî de hewa hate guhertin ev jî bandorê li ser hilberînê dike. Baran di demên xwe de nabare, her wiha zuhabûn jî bandorê li ser mêşên hungivîn dike ku berhemên wan kêm dibe. Di heman demê de gelek mêş ji ber guhertina hewayî dimirin."
'Mirov di guhertina avhewayê de rolek mezin dilîze'
Dirsaf Belêlî da zanîn ku mirov di guhartina hewayê de rolek mezin dilîze û wiha got: "Ji ber xemsariya parastina jîngehê û zêdebûna qirêjiyê yên di encama kargeh û enerjiyan de derdikevin, dibin sedem ku avhewa xwe biguherîne. Di heman demê de bikar anîna dermanan di nava zeviyan de jî bandorê li gul û çîçekan dikin û di encamê de gulên ku mêşên hungivîn sûdê jê dibînin, hişk dibin. Destpêka projeya min 21 malên mêşan hebûn û berhemên wan gelek baş bûn. Ev jî bû destek ji bo debara min. Niha tenê 4 malên mêşan mane û hilberên wan gelek kêm bûne."
'Divê jîngeh bê parastin'
Dirsaf Belêlî diyar kir ku ji bo derbaskirina kêşeyên ku rastê mêşevaniyan tên divê zanebûn bê belavkirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Divê hemwelatî li ser parastina jîngehê bên zane û hişyar kirin. Her wiha divê derman nêzî cihên ku mêşên hungivîn hene neyên bikar anîn. Ji bo ku tendrustiya wan bê parastin û hilberên wan kêm nebin. Ez bi komek jin ên mêşevaniyê re neçar man ku malên mêşên xwe bibin cihekî dûrî qirêjiya jîngehê û me erdek kirê kir. ji bo ku em mêşên mayî ji mirinê xilas bikin û hilberên wan baş bibin."
'El-Cûbeh' ji bo parastina mêşên hungivîn e
Raqiya Qurmazî jî dest nîşan kir ku ev bû 26 sal in di pîşeya mêşevaniyê de dixebite û wiha dibêje: "Di salên borî de mêşên hungivîn di jîngehek saxlem û paqij de dijiyan. Niha rewşa avhewayê hatiye guhartin ji ber vê em neçar man mêşên xwe di cihek taybet bi navê 'El-Cûbeh' tê nasîn mezin bikin. Ew weke xanî ji gêc û axê tê çêkirin. Ev xanî ji bo parastina mêşên hungivîn ji barana dijwar û sermaya zêde di zivistanê de tê bikar anîn, ji wan re jîngehek germ û ewle peyda dike. Barana dijwar dihêle ku baskê mêşan bên şikestin, ji ber vê ew di xaniyên El-Cûbeh de dihêli û xizmeta wan dikin heta ku baş dibin."
'Di havînê de hilberên mêşan baştir dibin'
Raqiya Qurmazî da zanîn ku şewatên rû didin bandorê li berhemên mêşên hungivîn dikin û wiha domand: "Şewatên ku li çiyayan rû didin gelek bandorê li berhemên mêşan dikin, ji ber xweza û gul tên şewitandin. Lewma em neçar dimînin xwarinan jê re bikirin ew jî gelek buha ne ev jî bandorê li ser hilberînan dike. Xaniya El-Cûbeh ji bo parastina mêşên hungivîn ji guherînên avhewayê re gelek girînge. Di havînê de mêş dikarin berhemên xwe baştir çêbikin, lê zuhabûn û hişkbûna sebza û fêkiyan carnan bandorê dike."