Girên Sine di bin gefên rantxuran de ne

Girên dîrokî û hawirdorî yên Sine, ji ber avabûnên bêdestûr û rûxandinên hawirdorî bi gefên cidî re rû bi rû ne. Aktîvîstên jîngehê jî ji bo parastina vê mîrateyê têdikoşin û banga hişyariyê dikin.

Sine – Girên Sine, beşeke girîng a nasname, dîrok û ekolojiya vî bajarî pêk tîne. Ev bi salan e ku çalakvanên jîngehparêz û kesên hestiyar, nirxa vê mîrateya xwezayî fêrq kirine û ji bo zindîkirin û parastina vê gelek hewl didin. Lê tevî van hemû hewldanan jî, ev çalakvan bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin. Ji ber kêmbûna parastina yasayî, rantxur bi wergirtina desteka nerasterast her ku diçe van giran zêdetir hildiweşînin. Ev rewş, dibe sedema tûnebûna nasnameya dîrokî û xwezayî ya Sine.

Lêkolînên hatine kirin, nîşan dide ku li bajêr 22 gir wek qada şîn, werzîş û bêhnvedanê dikarin bên bikaranîn. Hinek ji wan ev in: Qut, Dan, Ba'set, Şewbo, Şêx Salam, Şeyhan, Gerz Rustem, Rûsî, Şêx Muhammed Baqir, Qeşlaq, Keşaverz, Cengelbanî, Qupal, Tûs Nozêr, Pîr Gerîb, Tekye û Çemen, Feridûnî, Dîdgah, Melet, Rîvî Car, Sencîlî, Koçekereş, Penç Dar, Nesare Mirzore, Pînçenar û Niştiman.

Ev gir, di aliyê domdariya ekolojîk, pêkanîna pêwendiya di navbera bajar û xwezayê de û ji bo bikaranîna wekî qadên civakî de, xwedî girîngiyek mezin e.

Girîngiya Giran û Pêdiviya Parastinê

Ev gir, di aliyê pozîsyonên xwe yên erdnîgarî û ekolojîk de, paşêrojên me yên dîrokî û çandî, bandorên xwe yên li ser peyzaja bajêr û rolên xwe yên li ser nasnameya herêmî, xwedî nirxên cuda ne. Hinek ji wan, di aliyê parastin û pêşxistinê de di pozîsyonên pêş de cih digrin. Hinek gir di aliyê dîrokî û çandî de, di dîrokê de wek qadên niştecîhbûnê, stargeh an jî kelehên parastinê hatine bikaranîn. Di aliyê peyzaja bajêr de jî, bi taybetî Meydana Îqbal û girên li navenda bajêr dinhêrin, di şêwekirina nasnameya dîtbarî ya Sine de rolek girîng dilîzin. Her wiha, girên xwedî potansiyelên avakirina parkên xwezayî û qûşakên kesk, di aliyê parastina hawirdor û bajarvaniya domdar de dikare erkek pêk bîne.

Avabûnên bêdestûr û gefa hilweşîna hawirdorî

Mixabin, hinek gir ji ber pozîsyonên xwe yên stratejîk, rastî avabûnên bêdestûr û xirabûna hawirdorî tên. Yek ji mînakên herî diyarker ên vê yekê, Girê Koçekereş e. Ev gir, gera hewayê ya li bajêr pêk tîne û di kêmkirina qirêjiyê de rolek girîng dilîze. Girê Koçekereş, di aliyê qada rezerva xwezayî, jiyana rûberka riwekî ya dewlemend û çolî de xwedî ekosîstemeke girîng e. Lê pêşketina qadên niştecihbûnê û lezbûna bajarvaniyê, jîngehparêz û mirovan ditirsîne. Girê Koçekereş, ji aliyê Komîteya Parastina Herêmên Rûxandî û Dîrokî yên Sine ve ketiye sitakirin û li vê herêmê avakirina avahiyan hatiye qedexekirin. Ev komîte, di bin çavdêriya Konseya Bilind a Bajarvanî û Mîmarî ya Îranê de dixebite û di sala 2019’an de ji aliyê jîngehparêz û hin saziyên hikûmetê ve hatiye avakirin. Ev komîteya ku bi armanca parastina gir, avzemk (avên çavkanî), kemerên avê û geliyan kar dike, mîsyona parastina hebûnên xwezayî yên li Sine û veguhestina van herêman a ji nifşên pêşerojê re, girtiye. Lê, girên ku bi awayek ne fermî di nav qûşaka kesk de cîh digrin, hê jî di bin gefan de ne. Rantxur, bi saya têkiliyên cuda yasayan piştguh dikin û dest davêjin van herêman. Pirsgirêkek din a ku çalakvan rûbirû dimînin jî, helwesta guhnedêr a rayedaran û desteka bêdeng a hîn saziyên cemaweriyê ne. Jîngehparêz xebatên parastinê yên wek çandina şitlan didomînin, lê rastî gef û tundiyên rantxuran tên.

Girê Koçekereş: Sembola Berxwedanê

Girê Koçekereş, yek ji sembolên xwezayî yên navdar ên bajarê Sine ye.  Ev gir, bi Çiyayê Abîder re beşeke nasnameya bajêr e ku mirov nikare jê veqetîne. Lewma, parastina wê ne tenê mijarek hawirdorî ye, di heman demê de tê wateya parastina nasnameya dîrokî û çandî ya bajêr jî.

Aktîvîstên jîngehparêz, ev bi salan e ku ji bo parastina Girê Koçekereş têdikoşin. Lê, di van demên dawî de çêkirina avahiyên bê destûr û dagirkirina zeviyan, careke din zêde bûye. Li gor îfadeya çalakvanek jîngehê; "Tunekirina girê Koçekereş beriya çend salan destpêkir, lê komên mîna me jîngehparêz, bi pêkanîna protestoyan pêvajoyê hêdî kirin. Di encama vê yekê de hinek herêm ji avakirinan hatin rizgarkirin û beşek ji gir, ji aliyê zanîngehê ve ji bo avakirina daristanê hat veqetandin. Her wiha, ev herêm di aliyê yasasî de ket bin parastinê. Lê di demên dawî de hin komên berjewendîparêz dest bi destwerdana li vir kirin.”

Sersariya rayedaran

Di nava meha derbasbûyî de, jîngehparêz û dilxwazên herêmî, li Girê Koçekereş darên bihîv û giwîjan çandin û hewl dan herêm tevlî projeya kembera kesk bibe. Lê ev hewldan ji aliyê komên rantxur ve hat astengkirin û çalakvan rastî êrîşan hatin. Mixabin, rayedarên mîna Şaredariya Sine û Îdareya Bajarvaniyê, li dijî vê rûxandinê bêdeng dimînin û bi awayekî nerasterast dibin beşek ji vê pêvajoyê.

Encam û banga hişyariyê

Ev rapor, li gorî agahiyên çalakvanên jîngehparêzan hatiye amedekirin û ji ber sedemên ewlehiyê navên wan nehatiye eşkerekirin. Girên Sine, di aliyê parastina hevsengiya ekolojîk a bajêr, mîrateya dîrokî û nasnameya herêmî de rolek girîng dilîze. Vekirina van giran a ji bo avabûnê, ne tenê di hêla hawirdorî de, di heman demê de tê wateya karesatek dîrokî û çandî jî. Jîngehparêz û gelê herêmê, daxwaz dikin ku ji bo dawî anîna vê rûxandinê, rayedar vesazkirina yasayî bicîh bînin û ev mîrateya xwezayî bê parastin. Ji bo gelên bajarê Sine, ev gir ne tenê qadek xwezayî ye, beşek girîng a çand û nasnameya dîrokî ya bajêr e jî. Ger neyên parastin, wê nifşên pêşerojê ji vê mîrateya bêhempa bêpar bimînin.