‘Ger qirkirina daran bidome wê ekosîstema Zagrosan bikeve xeteriyê’

Ekolojîstvan Şilêr qirkirinên daran yên li Serdeşt û Bana pêk tên nirxand û got: “Ger ev pêvajo bidome, ne tenê daristanên Serdeş û Bane wê hemû ekosîstema Zagrosan bikeve xeteriyê.”

NESÎM MUHAMMED KHAWA

Bane – Di van salên dawî de daristanên li bajarê Serdeşt û Bane yên Rojhilatê Kurdistanê tê texrîbkirin. Ji aliyê çeteyên mafya ve darên sedsalan tên birîn û firotin. Tevî nêzî baregehên leşkerî ne, mudaxele nekirina vê yekê dide nişandan ku rayedarên hikumetê jî hevkarê vê qirkirinê ne.

Derbarê mijarê de me li gel Ekolojîstvan Şilêr hevdîtin kir. Ekolojîstvan Şilêr diyar kir ku çav li  xesb û talana daristanan hatine girtin, birîna daran wê ziyanê bide hemû ekosistemê.

Şilêr da zanîn ku birîna daran karek bi oraganîzeye û ev tişt got: “Ev komên mafya, ji bo darên li daristanan bi birin, ekîbên pêşketî bi kartînin. Di nava van de makîneyên giran û birekên taybet hene. Qirkirina daran bi awayek organîze tê kirin. Dar bi awayek rêk û pêk û di hecmên bilind de dibirin û bar dikin. Ev dar piştre wek darê xam neqlî bajarên mezin dikiin, yan jî di bazarên ne zagonî de ji bo berhemdanan bi awayek qaçax di xebitînin. Ev texrîbata belav bûye, ji kêmaniya kontrolkirin û di hinek rewşan de çavkaniya xwe ji hêzên nevxweyî ku bi van koman re havkariyê dikin digre.”

‘Bê daristanî tê hedefkirin’

Şilêr destnîşan kir ku di bin kontrola leşkerên Îranê de dar tên birîn û da zanîn ku bi ji ber erkdarên hikumetê bi van komên mafyayan re hevkariyê dikin bi fikar in. Şilêr wiha domand: “Raporên cûda, tevî ku li herêmên xalên kontrolê hene, qaçaxçî bi asan divan xalên kontrolê re derbas dibin, heta piranî cihên ku talan lê tê kirin, tê dîtin ku çend sed metre û kîlometre dûrî van xalên kontrolê ne. Ev destpêkê ji ber kontrol nîne, ya dûyem jî hêzên leşkerî bi van qaçaxçiyan re di nava hevkariyê de ne û ruşwet ji wan digrin, di gelek rewşan de tê nişandan ku bi hinceta ewlehê tê rewa kirin. Di herdû rewşan de encam heman e, hê zêdetir ne daristanî û qirkirina hawirdor tê hedefkirin.”

‘Pêwîstî bi nêzîkatiyek bi kok û guherînê heye’

Şilêr derbarê pêşniyarên çareseriya derbarê texrîbata daristanan de wiha got: “Divê destpêkê herêm were şopandin, di kontrolkirinê de pêwîstî bi nêzîkatiyek bi kok û guherînê heye. Saziyên berpirs divê hê zêdetir bi van mijaran re eleqeder bibin û dawî li xebatan mafya bînin. Di heman demê de divê gelê herêmê were hişyarkirin û kontrolkirina civakê were bi hêzkirin û bi kêmkirina van texrîbatan dikare rolek girîng bilîze. Li aliyê din li gel aktivîstên hawirdor hevkarî were kirin, ji bo sûdê ji ceribandin û agahiyên wan bigrin dikarin ji bo kêmkirina vê krîzê bibe alîkar.”

‘Wê hemû ekosîstema Zagros bikeve xeteriyê’

Şilêr a anî ziman ku di bin navê ewlehiyê de daristan tên talan kirin, hişyar kir ku encamên van polîtakayan wê qirkirinek ya xwezayê were jiyîn û wiha got: “Li herêmê bi navê ‘kontrola leşkerî’ projeyên ‘ewlehiyê’ tên pêkanîn, mixabin di tunekirina daristanan de rolek mezin lîstiye. Saziyên ewlehiyên qadên daristan paqijkirin, hewl dide li ser herêmê hê zêdetir kontrol bike, lê belê ev polîtaka wê bibe sedemê tunebûna xwezayê û xirabûna ekosîstemê. Ger ev pêvajo berdewam bike ne tenê daristanên Serdeşt û Bane, wê hemû ekosîstema Zagros bikeve xeteriyê. Ev pirsgirêk wê tenê bi gefxwarina hawirdorê re sînordar nemîne, wê bi demê re bandorek nerênî li jiyana gelê xwecihî bike.”