Bi veguhertina bermahiyan aboriya kesk pêş dixin

Beşdarên projeya ‘Zîvirandina çopê û veguherandina wê ji bo gubreyên organîk’ teqez kirin ku rola jinan ne tenê karê malê ye lê belê jin rola xwe ya parastina jîngehê jî çalak dikin.

ÎXLAS HEMRONÎ

Tûnis – Komeleya El Qesreyn ya Kesk ku di sala 2019’an de hatiye damezrandin, di sala 2022’an de projeya ‘Zîvirandina çopê û veguherandina wê bo gubreyên organîk’ da destpê kirin. Projeya ku heya dawiya salê dê bidome, bi armanca hişyarkirina jinan bi girîngiya rêzkirina bijartî û sepandina têgeha aboriya kesk û guhertinên hewayê bi hevkariya bi şaredariya bajarê El Qesreyn dê dewam bike.

Endezyara Ragihandinê Fatma Neclawî diyar kir ku piştî derçûna wê, wê tevlîbûna di nava komeleyên jîngehî û beşdariya civaka sivîl ji çalakiyên li dijî gemarê de hilbijartiye ji ber li gorî wê nabe jinên vî alî bêdeng bimînin û li çopê temaşe bikin. Fatma Neclawî got erka wan e tev bigerin û di têkoşîna li hember vê diyardeyê bi riya beşdariya di komeleyên jîngehî de beşdar bibin û wiha got:

"Ji ber bajarê El Qesreyn bajarekî cotkarî ye û piraniya welatiyên wê di cotkariyê de cihê xwe digrin ez bi hin jinan re ketin nava çalakiyeke jîngehî. Têkiliya wê bi xwezaya vî alî heye û em gubreya hevalê jîngehê di çandiniyê de bikar tînin. Piştî ferzkirina çopên malan û zîvirandina wan em gubreyên organîk bidest dixin. Perwerdeya di vê projeyê de hişt jinên herêmê park û mezreyên cotkarî biçûk ava bikin û jê debara jiyana xwe bikin. Van jinan dikarîbûn ji aliyekî ve debara xwe bikin û li aliyê din jî paqijiya bajêr û xweşikbûna wê biparêzin."

‘Jin hevalên jîngehê ne’

Fatma Neclawî bal kişand ku jin li bajarê El Qesreyn ne tenê nîvê civakê ye lê belê bingeha wê ye ji ber bi tena xwe piraniya çalakiyan birêve dibe çi li malê û çi jî li derve. Fatma Neclawî wiha domand: "Rola jinan divê ne teqlîdî bin lê belê divê cuda û cihêreng bin bi taybet di warên din de. Jê aborî çandî û bi taybet jîngehî. Warê ku hevkariya hemû ciwanan jêre pêwîst e ji bo li hember gemar û xilasbûna ji çopê were sekinandin. Bi riya beşdariya min ji pirojeya ‘Zîvirandina çopê û veguherandina wê bo gubreyên organîk’ jin divê hevalên jîngehê bin û ji erka wan be vê yekê ji nifşên nû re jî bêjin ji bo derodra wan paqij û saxlem be."

Ji bo jîngeheke saxlem û derdoreke paqij

Cemîla Xilêfî ya girîngiyê dide warê jîngehê dibêje: "Li bajarê min gelek çop li ser riyan heye û ez weke jineke ji jîngehê hez dikim mîna vê diyardeyê red dikim. Ji min re bû teşwîqek tevlî komeleya "El Qesreyn a Kesk" bibim ku di vî warî de çalak e û rê ji min re vekir ez bibin endameke aktîv dikare guhertina rastiya jîngehê li bajêr çêbike. Min ji bernameyên vê komleyê gelek pisporî wergirt û fêr bûm çawa jîngehê biparêzim. Bi riya tevlîbûna min ji projeya "Zîvirandina çopê û veguherandina wê bo gubreyên organîk" ez fêr bûm çawa ji çopa malan sûd bigrim û veguherînim gubreyên ji bo bikaranînê. Her wiha min pisporiya ferzkirina çopa malê ji madeyên bilastîk û hwd wergirt. Ev hemû ji bo jîngeheke saxlem û derdoreke paqij girîng in."

Cemîla Xilêfî a li ser parastina jingehê pêyam da jinan wiha, got: "Ji ber em bi piraniya çalakiyan radibin bi taybet li malê em bi hev re hewil bidin şêwazê xwe biguherin ji bo bajarê xwe biparêzin û van çalakyên xwe ji nifşên nû re ragihînin û wan fêr bikin."

30 malbat li ser parastina jîngehê perwerde dîtine

Suneye Semelî rêvebira pirojeya ‘Zîvirandina çopê û veguherandina wê bo gubreyên organîk’, çalakvana civaka jîngehî û ji damezrînerên komeleya El Qesreyn a Kesk e dibêje: "Ev proje cuda ye. Me nêzî 30 malbat û hejmarek girîng ji zarokan perwerde kirine û wan di warê aboriya berdêl û armanca pêşxistina dewam hişyar kirine. Di pêvajoyeke duyem de jî ev proje hat berfirehkirin û armancên wê gelek bûn. Me biryar da em ji alava çêkirina gubreyên biyolojîk sûd bigrin ji bo ji çopên li her deverê xilas bibin. Derdora 79 ji sedî ji çopên organîk di hemû bajêr de heye."

Di heman demê de destnîşan kir ku jinên bajêr weke jinên herî çalak di civakê de tên hesibandin û têkiliya wan bi jîngehê re ji mêran zêdetir xurt e.