Kenveşopiya Satî – 1

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên borî de ji endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan xwestibû ku Kenveşopiya Satî lêkolîn bike. Me jî li ser vê yekê, lêkolînek biçûk kir. Me jî xwest bi nirxadina Kenveşopiya Satî, destpêkek kurt bikin.

Ji Xwedawend Satî heta Kenveşopiya Satî

ROJBÎN DENÎZ

Vegotinên mîtolojîk ên ku destpêkê bi awayê vegotinî tên ragihandin, bi demê re vediguherin darazên civakî, kevneşopiyan, pergala hiqûqî ya mêrê serdest û bi pêşketina avayiya dewletê re, veguheriye yasayan û hebûna xwe bidest xistiye. Kurteya çîrokek dirêj, di domandina hebûna sîstema koletiyê ya ku îro li ser jiyana me hemûyan bandora xwe nîşan dide de veşarî ye.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinên borî de ji endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan xwestibû ku Kenveşopiya Satî lêkolîn bike. Sedema vê daxwazê jî muhtemelen ev e. Aşkera ye ku feraseta di ser koletiya li jinan tê ferzkirin de zayendparêzî çawa şîn bûye û di hemû qadên jiyanê de beden, giyan û ramanên jinan wek "mekân" dibîne, nîşanî me daye.

Me jî li ser vê yekê, lêkolînek biçûk kir. Me jî xwest bi nirxadina Kenveşopiya Satî ya mîtolojîk, sosyolojîk û bandorên wê yên li ser jinan, destpêkek kurt bikin. Helbet Kenveşopiya Satî, ji aliyê jinan ve mijarek ku divê bi kûrahî bê lêkolînkirin e. Bi naverok û encamên xwe, di aliyê tevkariyên ku daye têkoşîna jinê, xwedî girîngiyek mezin e.

Mît, Xweda, zindiyên nîv xwedayî, derbarê leheng, ajal û bûyerên sirûştê yên di pêşketina civakê de rolek girîng lîstine de, agahî dane, yan jî bi rêya wan, hinek daxuyanî hatine dayîn. Bi vê yekê re ji ber ku mîtan bang li qadeke ku sînorên aqil û mantiqê derbas dike kirine, ji bo ku baştir bê famkirin û ragihandin, ji aliyê  mirovan ve bi awayek dramatîk hatine pêşkêşkirin.

Di jiyana civakî de avabûna îdeolojik a perçiqandina jinan

Lewma jî mirov, hem ji ber ku zindiyek ku mîtan ava dike wek “mîtojenîk” hem jî ji ber ku objeya mîtan e, wek zindiyek “mîtolojîk” tê pejirandin. Mît ji mirovan re derbarê zindiyên sersirûştî, koka gerdûnê, alema fizîkî û metafizîkî de agahiyan pêşkêş dikin. Di heman demê de hişmendiya civakî, nêrîna çandî, kevneşopiyan û ferasetek jiyanê dide qezenckirin. Pevçûna di navbera sîstema ku civakîbûna li dora jinê bipêş ket hilweşandiye û nirxên jin-dayîkê de derketiye holê, wek Şerên Xweda-xwedawend hatiye pênasekirin. Van çîrokan veguherandine vegotinên mîtolojîk ên li ser kuştina xwedawendan û biçûkxistina wan. Di vê hêlê de perçiqandina jinan a di jiyana civakî de, bi awayê îdeolojîk hatiye avakirin.

Ferd, bi rêya van mîtan bi civaka ku tê de dijî re yekpare bûye û fêr bûye ku ewê çawa bijî û çawa tevbigere.  Bi vî awayî, ehlaqa ku di civaka xwezayî de hebûna xwe pêk aniye, di nav demê de guheriye û ketiye xizmeta feraseta bavsalar.

Her civakek, xwedî mîtên ku bi zimanek cewherî yê mîtolojîk û wêjeyî hatiye vegotin  e. Her çîrokek aydê dewra Xwedayan û Xwedawendan, rastiya ku jinan û civakê kişandiye nav xwe, radixe ber çavan. Heqîqeta bingehîn a di vir de jî, her çîrokek mîtolojîk a ku hatiye vegotin, her çiqas bi nav û versiyonên cuda li herêmên din ên erdnîgariya dinyayê bên jiyîn jî, di hêla civakî de rola ku ji bo jinê hatiye diyarkirin û mijara ku ew xistinê, neguheriye. Yanî çîrokên mîtolojîk, xwedî çawaniyek gerdûnî (global) in û ji bo ku em pêşketina pergala bavsalariyê fam bikin, gelek saloxan pêşkêş dike.

Ruyê rastîn ê Mîtolojiya Hîndû

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çavkaniya ku Mîtolojiya Hîndû pê xwedî dibe wiha vegotibû; “Hindû, teolojiyek pir rengîn pêk tînin. Xwedayên mezin, xwedayên din ên ku mirov nikare bijmêre jî ava kirine. Di mîtolojiyên wan de bi rastî bandora kûr a Sumeran tê dîtin. Teolojiyên wan, ji ber ku koka xwe ji derve distînin û ji qabîliyeta senteze bêpar in, hişê mirovan zêde tevlihev dikin. Çavkaniya xwe ji vir distînin.”

Mîtolojiya Hîndû, di ser vê çavkaniyê de di serî de mîna ku di metnên Hîndu, Budîst û Jaînîst de cîh digre, bi gelek vegotinên xwecihî jî, ji bo xwe paşerojek mîtolojîk a zengîn bûye, afirandiye. Mîtolojiya Hîndû, di vê hêlê de gelek çîrokên mîtolojîk ên ku rasterast bandorê li civaka Hindu kirine û bi demê re veguherîne rîtuelên olî, di nav xwe de dihewînin. Di koka hemû rîtuelên olî û mîhrîcanan de, lehengên mîtolojîk ên hatine pîrozkirin, hene. Bi vê re gelek têgihên wekî pergala îlahî, çalaki, bihuşt, dojeh, merhemet, qencî, mirin-nemirbûn, salikî û fêdakarî, bi rêya Mîtolojiya Hîndû ji civakê re hatine ragihandin. Nexwe di vê mîtolojiyê de, zindiyên nîv xwedayî, pêşkêşkirina qurbanan a ji bo Xwedayan, ji bo xwe safîkirina ji gunehên berê dûrketina ji zewqên dinyayî, jiyanek salikî, pêkanînên zêde bûn e. Ev rewş bi demê re bûye sedem ku di nav nêrînên sosyal û çandî de cudahî derkevin holê.

Riza Kalika Puranayan

Çavkaniyek din a Mîtolojiya Hîndû jî, metnên Brāhmaṇa ne. Di van metnan de tê gotin ku merasîmên qurban dayînê li vê dinyayê dê avantajên çawa bidin qezenckirin. Yek ji metnên di Mîtolojiya Hîndû de pîroz tê dîtin jî, Kalika Purana ne. (metnên nivîskî yên li ser tabletan hatine nexşandin). Her çiqas neyê zanîn ku kengê û ji aliyê kê ve hatiye çêkirin jî Purāṇ, ji 18 metnên mezin û gelek metnên biçûk pêk tên. Ev metnên mijara gotinê, çîrokên li ser avabûna dinyayê, berdewama avabûnê û rûxandina wê, Xwedayan, ewliyayan, lehengan û qirnê mirov vedibêjin. Her wiha perestgeh, li ser mijarên wekî cîhên hecê, astronomî, astrolojî, felsefe û gramere jî radiweste.

Di metnên Kalika Purāṇa de, behsa Mîtolojiya Satîna xwedawend jî tê kirin. Lê bi demê re ji aliyê Hindûyan ve pênaseyek Mîtolojiya Satînê tê kirin. Li gor vê pênaseyê; navê xwedawend Satî ya ku wek sembola zewacek bextewar û dirêj tê dîtin, ji koka peyva sat ava bûye, bi wateya “jina baş, dipak û bawer” hat bilêvkirin. Bi vî awayî Satî, wek jinek ku xwe ji bo mêrê xwe feda kiriye û bi îfet e, di wêje û baweriya Hîndû de cîhê xwe girtiye. Bi demê re jî ev pênase veguheriye rîtuelek ku tê wateya jinek bi mêrê xwe re dilsoz be, pêwîst e xwe di agirê cenazeye mêrê xwe de feda bike. Kevneşopiya ku jinên Hîndû bi mêrên xwe yên mirine re tên şewitandin, li ser bingehên mîtolojîk hatiye rûniştandin û hewl dane ku bi vî awayî rewa nîşan bidin.