‘Divê çek ji kesên asayî were girtin’
Jinên bajarê Silêmanî têkildarî çekên bê destûr ku jin bi wan tên qetikirin diyar kirin ku çekên bê destûr gelek in û bi riya onlîne tên firotin û wiha gotin: “Divê pêşî li vê were girtin û civak were hişyarkirin.”

HÊRO ELÎ
Silêmanî – Diyardeya hilgirtina çekê, bûye sedema gelek sûcan. Parlamentoya Kurdistanê di sala 2022’yan de zagoneke taybet ji bo komkirina çekên li herêma Kurdistanê derxist. Ew jî zagona hejmare 2 ya sala 2022’an û rênimaya hejmara (5 û 6) a sala 2023’an a wezareta navxweyî ye ku bi taybetî ji bo kontrolkirina çekan destûrdayîna çekên bê destûr e. Berê gelek kampanyayên ji bo komkirina çekan hatin lidarxistin lê belê heta niha nehatiye kontrolkirin. Ev yek jî rêjeya qetilkirina jinan zêde dike.
‘Li Herêma Kurdistanê tundî didome’
Rêvebera giştî ya Rêveberiya Pêşîlêgirtina Tundiya li dijî Malbat û Jinan Fênik Şefîq wiha behsa rewşa jinan a niha li dijî tundiyê kir û got: “Mixabin li herêma Kurdistanê, weke hemû welatên cîhanê tundî didome. Ji ber nearamiya di aliyê aborî, civakî û bi riya medyaya dîjîtal, tundî didome. Her wiha tênegihiştîn û zewaca di temenê biçûk wisa kiriye tundî di nava endamên malbatê de li dijî jinan zêde bibe.”
Fênik Şefîq di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em wek rêveberiya giştî ya pêşîlêgirtina tundiya malbatê ya li dijî jinan û rêxistinên pêwendîdar ên hikumetê divê mil bi mil piştevaniya hev bikin. Jinan şiyar bikin ku li hemberî hemû cureyên tundiya di nava civakê de xwe biparêzin. Em hem weke rêveberiya pêşîlêgirtina tundiyê, hem jî weke wezareta navxweyî hemû cureyên qetilkirina jinan şermezar dikin. Her wiha dîtina jinan weke namûs wisa kiriye ku zêdetir jin bên qetilkirin.”
‘Rola rêxistinan şiyarkirina civakê ye’
Fênik Şefîq der barê rola rêxistinan de wiha got: “Rola rêxistinan heye ku çawa civakê hişyar bike. Di civînên ku me li dar xistin de me biryar da ku çend lêkolînan der barê qetilkirin, kuştin ber bi ku ve diçe, ji ber çi hatiye qetilkirin, çima hewl daye xwe întihar bike hat kirin û konferansek mezin jê re were li dar xistin. Ji bo wê divê kabîneya nû ya hikumeta herêmê bikaribe kar li ser qetilkirinan bike bêyî ew tundiya ku tê kirin. Dema em behsa daneyên qetilkirina jinan dikin, mixabin tenê hejmar tê dîtin. Gelo me fikriye ku sedem çi ye û piştî wê çi rû dide. Ji ber wê em weke rêveberî me wisa gotiye ku divê her kes dane li ber dest hebe bên daxwazê ji me bikin. Ji me re bibêjin rêbazek çawa bi kar bînin, tenê bên bibêjin tenê 22 bûyerên qetilkirinê heye ew girîngiyê nîşan dane. Hejmar nikare biaxive. Werin em bi hev re kar li ser sedemên qetilkirinan bikin ku çi ye wisa dike ku dema kesek civakê jinekê hilbijêre dêbike hevjîna xwe yan jî bav û bira çawa destê wan diçe jinek ya endama malbata xwe qetil bike, yan jî tundiyê li hemberî pêk bîne. Ev hemû mijarên ku divê axaftin li ser were kirinin.”
‘Piştî şerê DAIŞ çeka bê destûr di hemû malan de heye’
Fênik Şefîq wiha behsa çekên bê destûr kir û got: “Ew dîroka ku li Kurdistanê heye, wek şerê navxweyî ku hêzek zêde ya leşkerî tê de hebû. Her wiha piştî şerê DAIŞ’ê jî wisa kir ku çeka bê destûr di hemû malan de hebe. Lê belê bêyî rênimayên rêxistinan divê tenê hêzên asayîş, hêzên navxweyî û leşkerî çek hebe ew jî ji bo parastinê dema li ser erk in. Lê belê têkildarî çekê bê destûr niha rênimayan wisa kiriye ku ew cihên ne zagonî çek difroşin qedexekirin û kontrol kirin lê belê weke wezareta navxweyî nikarin mal bi mal bizanin ku kê çeka bê destûr heye. Lê belê zêdetir em kar li ser wê dikin. Rêxistin bi bernameyên xwe dikarin li gel hikumetê çavdêr û hemaheng bin. Rêxistin xwedî wê rolê ne ku dikarin hişyariyê di nava civakê de belav bikin. Her wiha dikarin cihên ku hîs dikin ku valahiyek zagonî lê heye, bi raporekê ji me re bibêjin. Ji bo bikaribin alîkarî bikin û ew jî alîkariya me bikin.”
‘Çekên bê destûr gelek in û bi riya onlîne tên firotin’
Rêveberiya Rêxistina Em ê ji bo Geşepêdan Mirovî Bihar Elî wiha behsa qetilkirina jinan kir û got: “Mixabin di sala borî de qetilkirina jinan zêde bûye. Sedema wê jî têkilî bi rewşa nearamiya li herêmê heye. Tu parastina jinan nîn e, çekên bê destûr gelek in û piranî bi riya onlîne tên firotin. Ji ber wê divê hikumeta herêma Kurdistan destwerdanek bi lez bike û pêşiya wan were girtin. Lê belê sedemên qetilkirina jinan ne tenê çekin. Têkiliya xwe bi feraseta mêr re heye ku maf di xwe de dibîne ku jin ku hevjîn, xwişk û dayika wî ye qetil bike. Divê em li ser hişyarkirina civakê bixebitin. Tu kes mafê wê nîn e mafên jinan ê jiyanê ji dest bigre.”
‘Di piraniya malan de çek heye’
Bihar Elî di dawiya axaftina xwe de der barê çekên bê destûr de wiha got: “Di piranî malan de çek hene. Ji ber wê divê hikumeta Herêma Kurdistan gavek bide destpêkirin, ji ber hikumet heye da ku me hemûyan biparêze. Ji ber wê pêwist nake çek di hemû malan de hebin. Ji ber wê divê çek ji destên kesên sivîl werin girtin.”