Hevpeymana civakî bi rastiya jinê ya xwe diafirîne û diparêze pêkan e

Gava ku em mafên xwe yên herî xwezayî yên ku me bi şer qezenc kiriye dixwazin, em rastî lêdan, girtin, tecawiz û qetilkirinê tên. Hesta ku divê ev hemû tişt di me de ava bikin, çi ye? Li gor we divê me sewqî kîjan raman û xeyalan bike?

ELİF MERCAN

Yasa, gotin, hevpeyman, beriya hemû hiqûqên nivîskî hene, bi xwêdana eniyê, bi xwînê pêk tên. Di bîra civaka mirov de dihat veşartin, di dil û giyanê wê de dihat hilgirtin. Bi destê dayîkê, bi zimanê dayîkê, bi edaleta dayîkê pêk dihat û hikmê xwe ava dikir. Jin û mêr, hemû zarokên civakê, li gor hiqûqa dayîkê jiyana xwe didomandin. Gotin ji aliyê dayîk-jin a ku ziman keşif kiriye ve dihat gotin. Wê, gotinê efsûnî, pîroz û jiyanî dikir. Yasa, jiyan, ji aliyê dayîk-jinê ve dihat çêkirin, dikaribû bi yasayên xwe jiyana ku daye paşve jî bistîne. Hevpeyman ji aliyê wê ve dihatin çêkirin, bi civakîbûna dayîk-jinê, bi zewaca pîroz, bi qanûnên Xwedawend. Piştî ku nivîs bipêş ket jî, ME’yên wê, pîrozên wê, yasayên wê, qanûnên wê hatin vegotin, ragihandin. Yasa, gotin, hevpeyman piştî ku bûn nivîskî jî, bi sedan salan jî serdestî dîsa demeke dirêj di destên wê de man.

Hemû civak, di serdemek dirêj a dîrokên xwede bi hiqûqa ji koka dayîkê tê ve hatine birêvebirin. Beşek mezin a dîroka me ya civakî, bi yasayên bê nivîs lê yasayên ku hikmên wan xurt bûn, bi gotinê û hevpeymanên ku nehatine nivîsandin meşiyan. Jinan tenê yasayan diyar nekirine, rêxistinbûn û kontrolên ku dê pratîkkirina van yasayan pêk bînin jî ava kirine. Her ku civakîbûna li derdora dayîk-jinê hat rûxandin û di şûna wê de civaka bi serdestiya mêr hat avakirin, yasayên jinan, yasaçêkeriya jinan, venêrîneriya yasayan, gav bi gav hatine rûxandin. Serdestiya mêr, ji bo ku serdestiya xwe zexm bike û berdewamî bike, her tim ji civaka dayîk-jinê hêza çêkeriya yasayan, parazvaniya yasayan û pêkanîna yasayan, bi zorê, dek û dolaban, qomplo û derewên li ser navê pîroziyê kiriye, gav bi gav bidest xistiye. Piştre, ji bo ku vê hêza ku bidest xistiye jidest nede, fikran ava kiriye û polîtîkayan bipêş xistiye. Pênc hezar salên dawî, dibe ku ji berê de jî li ser navê hiqûqê yasayên nivîskî û ne nivîskî, gelek kevneşopî, baweriyên olî, nirxên civakî, dest bi hikumkirina li ser jiyana jinê kiriye. Hat xwestin ku hevpeymana civakiyên deh hezar saleyî bidin jibîrkirin, berpaştkirin. Jin hem li ser navê hiqûqê bi yasayên hatine nivîsandin, hem jî gotinên pîroz ên di pirtûkên olî de derbas dibin, di asteke girîng de ji maf û hiqûqên xwe hatin qutkirin, xerîbkirin. Ji bo ku çend sererastkirinên di hiqûqa gerdûnî ya îroyîn de cîh digirin, ên ji bo jinan baş in jî, jin neçar man ku têkoşînên dijwar bidin. Ev maf mîna ku tên nîşandan ji jinan re nehatine diyarîkirin. Ne ku gelek dewlet van sererastkirinên bi sînor jî naxwazin û hema her tim hewl didin ku van mafên sînordar paşve bistînin.

 Ji welatan çend mînak

Em çend mînakên berbiçav ên di çend salên dawî de pêk hatine, bidin: Di sala 1979’an de Hevpeymana CEDAW’ê ya navnetewî ji aliyê Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat ragihandin. Armanca hevpeymanê, hemû awayên cudaxwaziya li hember jinê ji holê bên rakirin bû. Lê îro gelek dewlet vê hevpeymanê bi dudilî binpê dikin. Hevpeymana Stembolê ku armanca wê astengkirina tundiya li hemberî jinan û parastina jinên ku rastî tundiyê hatine bû, di sala 2011’an de ji aliyê Desteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve li Stembolê ji bo îmzeyê hat vekirin. Destpêkê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hat erêkirin. Di 20’ê Adara sala 2021’an de bi biryara Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi awayek fermî hat fesihkirin. Destûra Bingehîn a 2005’an a Îraqê, di aliyê mafên jinan de hinek xalên nûjen dihewand. Lê di sala 2024-2025’an de bi hinek guhertinên di Yasaya Statuya Ferdî de hatin kirin, paşve gav hat avêtin. Destûra Bingehîn a Îraqê ku bi van guherînan mafên jinan li ber rehma avabûnên mezhebî dihêle, temenê zewaca jinan wek 9 diyar kir. Dîsa heman yasayê di hevberdanan de welayeta zarokan daye bav û di nav malbatê de jinê bêhêz kiriye. Ev guhertinên Destûra Bingehînî ji aliyê rêxistinên jinan, çalakvanên mafên mirovan, Parlamentoya Ewropayê ve bi awayek tund hat rexnekirin û hişyarî hatin kirin. Lê nayê zanîn ka ev dê çiqas encam bê girtin. Tinûsê di sala 1956’an de Qanûna Statuya Takekesî erê kir, bi vê yekê di aliyê mafên jinan de li gor welatên li herêma me, di asteke pêşketî de bû. Bi vê qanûnê re pirjinî hatiye qedexekirin, di hevberdan û zewacê de mafên jinan hatine bihêzkirin. Bi Xala 46’an a Destûra Bingehîn a 2014’an jî, di mijara mafên jinan de dewlet hatiye erkdarkirin. Peydakirina wekheviya jin û mêran, teşwîqkirina ji bo tevlîbûna jinan a li jiyana siyasî, astengkirina tundiya li hember jinan, parastina mafên jinan, mîsoger kiriye. Lê wek gelek welatên din, Tûnisê jî para xwe ji paşketinan distîne. Serokomar Kays Saîd Destûra Bingehîn a 2022’yan anî, gelek xalên Destûra Bingehîn a 2014’an rakir an jî bê bandor kiriye. Ev Destûra Bingehîn a nû, derbek li mafê tevlîbûna bi taybetî jinan a li siyasete xistiye û di asteke girîng de ew ji siyasetê û qada cemawerî dûr xistine. Ev, li hember desketinên jinan ên hatine qezenckirin û yên di hiqûqê de bicîh bûne, bûye gef û derbek mezin.

Misirê bi Destûra Bingehîn a 2019’an, di mijarên wek temsîliyeta jinan a siyasî-hiqûqi û rolên wan ên di darazê de, hiqûqa malbatê, tundiya li hember jinan (sinetkirina jinan jî di nav de), bihêzkirina jinan a di qada aborî û civakî de, guhertinên nûjen çêkir. Lê ji ber ku li Misrê kevneşopiyên civakî, avabûna çandî û baweriyên olî bandorek giran kirine, di aliyê pêkanînê de hê jî kêşeyên mezin tên jiyîn. Li aliyê din ev gavên erênî yên ku bi erêkirina feraseta mêr-serdest a dewlethez bipêş ketine, dibe ku bi redkirina heman ferasete her tim bên rakirin jî. Li Nîjeryaya ku Destûra Bingehîn a 1999’an di meriyetê de ye, xala 42’yemîn a Destûra Bingehîn diyar dike ku dê cudakariya zayendî neyê kirin, lê dîsa jî wekheviya zayendî wek hêmanek bingehîn nahewîne. Li welêt mijarên wek mafê mîrasê yê jinan, zewac, hevberdan û welayetê, hê jî bi awayek cidî an ji aliyê kevneşopiyan an jî prensîbên olî ve li hember jinan tên bikaranîn. Nîjerya, her çiqas CEDAW’ê ji sala 1985’an vir ve erê kiribe jî, di hiqûqa xwe ya navxweyî de erê nekiriye. Sudan hê jî xwedî Destûrek Bingehîn a mayînde nîne. Ji sala 2019’an pê ve bi çend sererastkirinên demborî tê birêvebirin. Di Xala 7’an a Destûra Bingehîn a 2019’an ku demborî ye de tê gotin ku hemû welatî di hizûra yasayan de wekhev in û cudaxwaziya zayendî jî nayê kirin. Lê dîsa jî di qadên jiyanî de astengiyên cidî hene. Sinetkirina jinan di sala 2020’an de hatiye qedexekirin lê dîsa jî di pratîkê de nekarî vê pêkanînê asteng bikin. Bandorên olî, çandî û kevneşopiyî, li vî welatî jî mafên jinan gelek sînordar dikin.

Piştî ku di sala 2011’an de rejîma Qedafî têk çû, li Lîbyayê bêaramiyek destpê kir û hê jî didome. Danezana Destûra Bingehîn a Demborî ya ku piştî sala 2011’an hat aşkerakirin û hê jî di meriyetê de ye, bi hikumek giştî hemû Lîbyayiyan di hizûra yasayan de wekhev dibîne lê mafên jinan bi tayetî destnîşan nake. Xalên 1’emîn û 2’yemîn, yasayên şirîetê wek çavkaniya bingehîn dibînin, mafên jinan sînordar dikin. Di sala 2017’an de Pêşnûma Destûra Bingehîn hat amadekirin. Di pêşnûmeyê de wekheviya jin-mêr, erka teşwîqkirina tevlîbûna jinan a siyasî û civakî ya li jiyanê ya ji aliyê dewletê ve û tivdîrên parastina jinan a li hember tundiyê hene. Lê ev pêşnûme nehatiye pratîkkirin, lewma jî bandorek wê ya yasayî tuneye. Talîbana ku li Afganistanê li ser navê şirîetê diaxive, mafên jinan ên bingehîn, siyasî, aborî û civakî, di asta bilind de binpê dike. Li welatê ku tecrubeyek tevgera jinê ya wek RAWA lê hebûye, tabloya jin û civakê ya ku niha tê dîtin, yek ji rewşên trajîk e. Rejîma Talîbanê, ji aliyê dewletên Ewropî yên ku her tim propagandaya azadiya jinê dikin ve tê qebûlkirin.

Li Sûriyeyê Hikûmeta Demborî ya ku dibêje ewê herî kêm 4-5 sal bê hilbijartin desthilatdar be heye. Ev hikûmet ji bo hemû jinên Sûriyeyî, herî zêde jî ji bo jinên Elewî, Kurd û Durzî, xetereyek gelek mezin ava dike. Ev, bi wehşeta ku li peravên Sûriyeyê çêbû derket holê. Li Sûriyeyek ku hê negihîştiye aramiyek, Destûrek Bingehîn a ku hemû alî erê dikin, hê nehatiye amadekirin. Di aliyê mafên jinan û azadiya wan de; tê zanîn ku li welat perspektîfên cuda hene. Lê di rewşa heyî de bi taybetî jî li hember gelên ku ji parastina cewherî bêpar mane û jinan, pêkanînên gelek hovane tên meşandin. Ger em bifikirin ku tiştên di çapemeniyê de cih digirin tenê beşek ji vana ye, gelek normal e ku em li hember hikûmeta demborî û serokomarê vî welatî bibin xwedî fikarên mezin. Li seranserê Sûriyeyê ji meha Çileya 2024’an ve ji jinên li gundê xwe dijîn bigre, heta profesora zanîngehê bi sedan jin hatin qetilkirin, revandin, kolekirin, rastî tecawizê hatin. Wek xenîmetê hatin desteserkirin, revandin, bûn şahidên gelek wehşetan, travmayên kûr jiyan. Îro zayendparêziya ku li Şamê ji nû ve tê zindîkirin, di asta wehşetê de ye. Li bajarê Şamê ku bajarê sereke yê berxwedêr ê Îslamê û Rojhilata Navîn e, bi awayek çavsorî tê pêkanîn û hê jî didome. Êşa vê trajediyê gerdûnî ye, bandor û talankeriya wê di wîjdana mirovahiyê de ye. Çawa ku heman wehşet di sala 2014’an li hember jinên Kurd Êzidî û zarokên wan, ciwanên Lîbyayî hatibe pêkanîn û ev agir tenê derdora xwe neşewitandibe, îro jî komkujiya Elewiyan û wehşeta ku li  hember jinên Elewî tê kirin, me dişewitîne û gerdûnî ye. Komukujiya Elewiyan û wehşeta ku li jinên Elewî tê kirin, me dişewitîne, gerdûnî ye. Ev wehşet tu ehlaq, wîcdan, maf û hiqûqa gerdûnî nas nake û didome. Divê em wek jinên herêmê vêya rast bixwînin, analîz bikin û jê ders bistînin.

Encamên bingehîn ên ku dê bên derxistin

Bawer dikim ku hinek encamên bingehîn ên ku emê ji tabloya hiqûqî ya têkildarî van welatên ku min mînak nîşan dan, hene. Encama yekemîn, ‘mafên jinan’ ên bêyî ku xwe dispêre ferasetek bi esil a demokratîk û azadîxwaz, bi awayek bê rih û wek formalîte di qanûnan de hatiye nivîsandin, gava ku şert li dijî jinan diguherin, dikare bê jêbirin. Encama duyemîn, feraseta wekhevî û azadiyê ya ku di nav civakan de nehatiye rûniştandin û nebûye çandek, çawa derfet çêdibe di bin êrîşa avabûnên serdest-dewlethez ên tecawizkar, xenîmethez û komkujîhez de difetise. Encama sêyemîn jî, mafên me yên ku me bi xwînê, ked û fêdakarî û têkoşînê qezenc kirine, em bi ‘‘qanûnên’’ ku ji nav du lêvên çend dîktatoran derketine wenda dikin. Gava ku em mafên xwe yên herî xwezayî yên ku me bi şer qezenc kiriye dixwazin, em rastî lêdanê tên, em tên girtin, em rastî tecawizê tên û em tên qetilkirin. Hesta ku divê ev hemû tişt di me de ava bikin, çi ye? Li gor we divê me sewqî kîjan raman û xeyalan bike?

Dema ku em li vê tabloya rojane dinhêrin, dibe ku dilê me tije tirs, hêrs, nifrîn, bêhêvîtî bibe. Dibe ku em hestên wek bêzarbûn, tenêbûn, hatiye terikandin û wenda bûne hîs bikin. Belê, dinyaya me di pêvajoyek ku qet hêvî nade û gelek kaotîk e re derbas dibe. Hewl didin ku ji bo zalimtiya ku eko-qirkirin, civak qirkirin, jin qirkirin, zarok qirkirinê normal dike, êrîşkarî û gelek xirabiyan, bi polîtîkayên ewlehiyê an jî di bin navê hiqûqê de, hincetek bibînin. Em di nav pêvajoyek kaotîk de ne. Di dinyayê de gelek kêm mekanên sakîn, bi parastina cewherî û jiyanek di nav aştiyê de dijîn hene. Piraniya wan an di nav şer de ye an jî di bin bandora van şeran de ye. Em bûne para “demeke faşîst” a gelek talanker. Hewl didin mirovahiyek ku wîcdana xwe şewitandiye, rihê xwe firotiye û zanatiya xwe ji bîr kiriye, bikin serdest li dinyaya me. Li herêma me û li gelek welatên dinyayê mafê jiyanê ku mafê herî bingehîn ê jinan e, di bin xeterê de ye, bi sedan car ev maf hatiye binpêkirin, jin hatine qetilkirin û hê jî tên qetilkirin. Li her derê dinyayê jin, bi şerekî dijwar ê ku çend sal beriya niha Neteweyên Yekbûyî jî neçar ma qebûl bike re rûbirû ne. Di her çirkek rojê de jinek an tê qetilkirin an jî bi awayên cuda rastî tundî û destdirêjiyê tê, gelek caran jî bi tevî zarokên xwe. Di dinyayek wiha de yên ku bê ewlehî, bê parastin in û ji bo qirbûnê amade ne, jin û zarokên xwe ne. Zarok, gava ku jin bê parastina cewherî dimînin zêdetir di bin xeterê de ne.

Himin li hemû dinyayê ve zalimtî dibe serdest, em dikarin bipirsin ka em dikarin çi bikin? Di nav hemû vê kaos, şer û talankeriyê de, di vê dema bê wîjdan de bi rastî ji bo jinan hêviya azadî, parastina cewherî, hebûn û jiyan dayînê, dikare bibe rastî? Dibe, dikare bibe! Bedêla wê, keda wê û tengasiyên wê mezin bin jî, dikare bibe. Rastiya jina Kurd, vê rastiyê bi salan nîşanî hemû dinyayê da. Ji bo ku em jinên Kurd vî şerê em pê re rûbirû ne rawestînin; berî her tiştî pêwîst e em bi hevzayenda xwe û bi xwe re, bi civakîbûna xwe re hevpeymanek çêkin. Hevpeymana civakî; ji bo diyarkirina rêya bingehîn a ku têkoşîna jinê li ser bimeşe, ji bo qezenc veguherin nirxê û prensîban, pêwîst e. Heta ku mafên ferdî û kolektîf ên mafên herî rewa yên jinan in bi çarçoveyek yasayî bê mîsogerkirin, pêwîst e hedef rast bên diyarkirin û li gor wê bimeşin, têkiliyên xwe bi hemû beşên civaka ku tê de dijî re rast diyar bikin û vêya bi civakê re parve bikin, hevpeyman pêdiviyek e. Em neçar in ku prensîbên vê hevpeymanê diyar bikin, li dora vana bi awayek disîplînî û bi biryarî xwe birêxistin bin. Di hemû qadên jiyanê de. Em jin, nikarin bibin parsekên çend xalên ku ji aliyê feraseta dewlethez û feraseta mêr a serdest ve di Destûrên Bingehîn de, di nav qanûnan de hatine bicîhkirin û di her derfetek de rûçikandiye, kiriye mîna çûkek baskokirî. Ji ber ku xweza û feraseta azadiyê ya jinê, ji vana gelek gelek mezintir e. Ne ku çend xalên em kirine parsekên wan jî, bi saya jinên sedsalek du sedsal beriya me jiyane, jinên şerker, têkoşer, mirinê girtine ber çav, wêrek-fêdakâr, hatine nivîsandin. Mafên me bi milyonan car mezintir in ji hûrikên ku di wan xalan de hatine asêkirin. Wisa be em çima bibin parsekên van xalan? Em qanûnên xwe, prensîbên xwe û yasayên xwe mîna di destpêka dîroka civakî de, bi destê xwe diyar bikin û ji nû ve bibin pêşengên civakên xwe.

Di dinyaya îroyîn de tiştê ku jin herî zêde hewce ne, li gor min parvekirina bi awayek lezgîn a tecrubeyên pozîtîf û encam digre ye. Ji ber ku enerjiya pozîtîf, serketin, pêşketinên erênî, xwedî enerjiyên gelek xurt in. Ne ku li dinyaya me ya îroyîn a ku em bûne birçiyên hêviyê. Ji bo vê yekê, pêşketinên ku jinan di qadên aborî, ekolojî, tenduristî, edalet, zarok, polîtîkayên civakî, tecrubeyên şer-aştiyê de ava kirine, di asta gerdûnî de ne. Di vê wateyê de Hevpeymana Civaka Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser dixebitin û nêz de ewê ji rayagiştî re pêşkêş bikin jî, xwedî cewherek gerdûnîye, nirxek gerdûnî ye.

Hemû jin pêwîst e ku vê hevpeymanê bixwînin, fêm bikin, li gor herêma xwe binirxînin û bipêş bixin, ji vêya xwestek bigirin, li gor pêdiviyên xwe hevpeymanên civakî bipêş bixin. Ev hem erk e hem jî maf e. Ji tevan girîngtir jî, pêdiviyek jiyanî ye. Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dîroka jinê dixwînin, jê sûd digirin û li gor wê hevpeymana civakî amade dikin. Em dikarin vêya wek sûdgirtina ji perspektîfa pozîtîf a dîroka xwe, binirxînin. Ji ber ku yên bi 104 Me’yên Înannayê nizanibin, bi Yasaya Xwedawend a ku şopdara wê ye nizanibin, bi Olympe De Gouges û Madam Rolland re neyên giyotînkirin, xwesteka parastina mafên jinan a Mary Wollstonecraft hîs nekin, êşa Roza Luxemburg a ji bo azadiyê hat gulebarankirin hîs nekin, tecrube, êş û kêfxweşiyên jinên Tûnisî, EZLN’yî, Filîstînî, tecrubeyên mafên jinan û hevpeymanên wan ên jinên Kurdistanî nejîn, di serdemek wiha zalim de nikarin li ser navê hevpeymaniya civakî ya jina azadîxwaz gotin bêjin.

 Afirînerên mafên jinan dîsa jinên têkoşer û pêşeng in

Ev tecrubeya hevpeymana tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dê hêviyek xurt ava bike. Ev hêvî bighê jinên li erdnîgariyên cuda yên dinyayê dijîn û torên rêxistinbûna jinan, ewê fêkiyên xurt ên şoreşa jinên dinyayê çêkin. Ev tecrubeyek ku divê di her alî de bê lêkolînkirin, fêmkirin û hevparkirin e. Di heman demê de lêkolînkirina hevpeymanên jinan ên di dîroka jinê de bi awayê nivîskî an jî kevneşopî hatine avakirin a li ser  bingeha zanistî gelek girîng e. Her yek ji vana, jinên ku di serdemên xwe de yek ji bîrdariyên têkoşînê ne, rêxistin û berxwedanên wan in. Îro gelek jinên ku afirînerên mafên jinan in û di hiqûqa navnetewî de cîh digirin jî, dîsa ev jinên têkoşer, pêşeng in. Em di aliyê dildariyê de deyndarên wan in. Ger ku em nîşan bidin ku berxwedanên dijwar ên ku bi deh hezaran jinan xwe ji bo wan fêda kirine, fêdakarî û qehremaniyên wan vala neçûye, emê bi rûmet vî deynê xwe bidin. Ev jî, di bihêzkirin, rojanekirin û ya herî girîng jî pratîkkirina hevpeymanên ku wan ava kirine re derbas dibe.

Lewma jî divê em jin, têkiliyên demokratîk û torên xwe yên hevgirtinê bipêş bixin. Ger ku li dinyayê hema bêje her çirkek jinek tê kuştin, divê em jinên dinyayê, bibin hêzek rêxistinî ya ku vê xiza kuştina jinan derbas dike. Lewma jî em li kudera dinyayê bijîn; ger ku em ji jinên welatê xwe ber bi yên herêma xwe, ji yên herêma xwe ber bi yên parzemîna xwe, ji yên parzemîna xwe ber bi yên dinyaya xwe ve pêngavên rast nekin, emê marjînalîze bibin, bifetisin û ji têkçûnê re amade bin. Bi rastî jin di aliyê ontolojîk de gerdûnî ne, lewma jî têkoşerên enternasyonalîst in. Jinek li welatek gava ku birêxistinbûnek jinan û têkoşînek azadiya jinan dide, di heman demê de enerjiyek baş û afirîner dide têkoşîna azadiya hemû jinên li dinyayê jî. Di vê wateyê de têkoşîna azadiya jinê li tevahiya cihanê pênase, çarçove û bikêrhatina enternasyonalîzmê li tevahiya dinyayê ji nû ve ava dike. Ewê bi berpirsyarî etîk û hişmendiya bûyîna perçeyek bingehîn ê tevahiyek, guherandinê bidomîne jî. Ji ber vê sedemê parvekirina tecrubeyên azadiya jinan ên ku di qadek de hatine jiyîn û gihîştine asteke, gelek girîng e. Cîhgirtina di nav vê tecrube, diyalog û danûstandinê de hem mafek e hem jî berpirsyariyek e. Li ser vê esasê, ji bo di serî de jinên Rojhilata Navîn û Afrîkayî, rêxistinbûnên jinan pêşniyarek min heye; Bila ji bo tecrubeyên Azadiya Jinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî jî Hevpeymana Azadiya Jinê ya ku di serdema dawî de girîngtir e, bihîstyar bin. Nêz de ev hevpeyman dê bê parvekirin û li gor min divê hemû jin lêkolîn bikin.

Jinên ku şerê aborî jî di nav de hemû şeran evqas kûr dijîn, pêwîst e berî her tiştî li ser bingeha parastina cewherî û aştiya civakî, hemû bala xwe bidin hevpeymanan. Her erdnîgarî, çand, rejîma siyasî ya ku jin tê de dijîn, bandorê li şanazî, rêxistinbûn û lêgerîna çalakiyên wan, pê re jî li stratejî, hevgirtin, metodên perwerdê û qadên wan ên avakirina hişmendiyê dike. Li gor rastiya her welatek, herêmek, parzemînek xal, prensîb û pîvanên jinan ên hevpeymana civakî ya jinê dikare zêde bibe û biguhere. Ya girîng ew e ku prensîbên dê navenda rêxistinbûnên jinan, berxwedan û têkoşînên jinan ava bikin, ji aliyê jinan ve bi awayek hevpar bên erêkirin û jin li wan xwedî derkevin. Di aliyê dîsîplîna cewherî, rêxistinbûna cewherî û îradeya cewherî de avakirina hevpeymanên ku ji bo jinan baş in, gelek girîng e. Her welat, tewar di nav welat de li gor xweseriyên xwe her herêm, dikarin modelên xwe yên rêxistina xwe ya konfederal, demokratîk-komunal diyar bikin. Pêdiviyên jinan û civakên wan, dem, awa û bikêrhatina rêxistinbûnê diyar dikin. Lê belê prensîbên ku li ser wan hevpeyman hatine çêkirin, prensîbî ye, nikare tavîz jê bê dayîn. Hevpeyman rewşeke razber nîne. Jinên li welatek, herêmek, ji bo civakên xwe û ji bo xwe prensîbên jiyanî yên bingehîn diyar bikin û ji bo ku ev  prensîp pratîk bibin çarçoveyên rêxistinbûnê ava bikin, dibe. Mînak, talankeriya ekolojîk li gundê min tê ferzkirin, pirsgirêk û xeteriya herî lezgîn ev e? Ji bo vêya, bi pêşengiya jinan dikare hevpeymanek ku dê beşa herî berfireh a civakê bigre nav xwe, dikare bê amadekirin. Ne girîng e 3 xal an 40 xal be. Hevparbûn, lihevkirin û çêkirina hevpeymaniya di prensîbên bingehîn de girîng e. Mînak li bajarek komkujiyên jinan heye, dikare bibe hevpeymana rawestandina van komkujiyan. Li vî bajarî çend tax, çend navçe hebin dikarin xwe bighînin wan, li gor xweseriya wan û li dora prensîbên bingehîn dikarin prensîbên hevpeymanên civakî binvîsin û li dora vêya têkoşîn bikin. Ji bo ku astengiyên li pêşiya jiyanê bên rakirin, ferqkirina girîngiya tevgera rêxistinî û diyarkirina yasayên hevpar a li gor vêya ye.

 Herkes divê li gor rastiya welatê xwe li rêyek bigere

Ji vê daneyê û gelek daneyên din em destpê bikin; avakirina Toren Hevpeymana Jinê pêşniyar dikim. Mînak, dikare ji jinên ku di qada hiqûqê de pispor in jî torek bê avakirin. Ev Tora Hiqûqnasên Jin, dikare li ser bingeha azadiya jinê, Hevpeymana wê ya civakî bighîne kodên hiqûqê û ji bo ku hemû civak fêm bike, rolek bilîzin. Dîsa li ser bingeha azadiya jinê, Hevpeymana wê ya civakî dikare di hemû qadan de li gor pêdiviyên bingehîn ji nû ve bê nivîsandin. Her welat di nav xwe de û li herêma xwe, piştre li tevahiya dinyayê Hevdîtinên Salane yên Hevpeymanê pêk bînin. Di serî de zarok û ciwan, ji bo ku beşên cuda yên civakê li gor felsefe û prensîbên vê hevpeymanê bên perwerdekirin, dikare bernameyên taybet ên perwerdê bên avakirin. Li her derê dinyayê jinên ku parêzvaniya mafên jinan kirine û şehîd ketine hene. Mînak li Fransayê jinên ku bi giyotînê hatine kuştin yên bi navê Madam Rollan û Olympe De Gouges hene. Her welatek, xwedî jinên wiha leheng e. Ji bo ku bîranînên van jinan neyên jibîrkirin, dikarin li ser navê vana dewreyên perwerdê yên Hevpeymana civakî, Akademî û atolyeyên wan bên vekirin.

Ev dem, ne demek e ku jin bisekinin, temaşe bikin, pasîf mayînê hilbijêrin e. Ji ber ku, dema em temaşe dikin, pasîf dimînin, bêdeng dimînin em tên qetilkirin, rastî tecawizê tên, dibin xenîmet. Hemû wehşet li ser me tên pêkanîn, tiştê ku li welatek ji welatê din cudatir e, tenê teşe ye. Di cewherê de em hemû, her roj tên kuştin. Lewma em nikarin bisekinin, bêdeng û pasîf bimînin. Herkes divê li gor rastiya welatê xwe, şertên xwe, pêdiviyên xwe li rêyek bigere, li hezar rêyan bigere, metodek bibîne, hezar û yek metodên rengîn ava bike. Mutleq divê bi civaka xwe, civakîbûna xwe re li ser bingeha azadiyê hevpeymana xwe ava bike. Pêwîst e ku jin, bibin yên xwe. Em di Kurdî de ji vêya re dibêjin Xwebûn, yanê xwe bûyîn. Mîna ku Nezîhe Muhîttîn sed sal berê gotiye ‘Xwebûna min ya min e’. Rêberê Konfederalîzma Demokratîk a Gelan Birêz Abdullah Ocalan jî bi gotina ‘‘jin divê ‘ez ez im’ bêjin’’ balê dikşîne ser girîngiya vê mijarê. Xwebûn, di bingeha xwe de divê hevpeymana wê ya civakî, antî-kapîtalîst be. Baweriya wê, netewa wê, temenê wê, welatê wê, zimanê wê çi dibe bila bibe, jin di aliyê ontolojîk de antî-kapîtalîst in. Parastina cewherî, di antî-kapîtalîstbûnê re derbas dibe. Dijberiya kedxwariyê, vekirîbûna ji kedxwariyê re, têkildarî bê parastina cewherîbûn e. Bê parastina cewherîbûna bedenî ku dîlê kodên hişî, giyanî, hêstî, dîrokî-civakî ye, ji bo kedxwariyê vekirîbûn e. ev jî daqurtina ji aliyê kapîtalîzmê ve ye. Li hember vê kedxwariyê hebûn, gihandina hebûna me ya parastina cewherî û pêşxistina hevpeymana jiyana azad, di destên me de ye. Her hebûnek, destpêkê bi hevpeyman, biryardarî, sererastbûn û karûbarek dikare li ser piya bimîne. Ne ku ev hebûn nasnameyek wek jinê ku di bin gelek êrîşên dîrokî û rojane de hatiye perçekirin be; gihîştina yekparetiya xwe ya hundirîn û biryardarkirina vêya, karûbar û sererastkirina vêya bighîne hevpeymanê, ji bo hebûnê, ji bo hebûnek azad û watedar, pîvan û yasayek şert e. Jin gava ku bibe mijara gotinê, divê sedîsed ev hevpeyman civakî be an jî civakîbûn be. Ji ber ku hebûna jinê, hebûneke ku hemû beşên civakê digre nav xwe, hembêz dike, bandor lê dike û jê bi bandor dibe ye. Navendî ye, navend e û kok e.

Hevpeymana civakî di heman demê de ji bo jinan yek ji peywirên herî bingehîn û pêşîn ên şoreşa jinê ya sedsala 21’an e jî. Hemû jinên dinyayê, di vê pêvajoya ku me çaryeka yekem a sedsala 21’an li dû xwe hişt de, pêwîst e ku şoreşa jinê, hevpeymana wê ya li ser bingeha azadiya civakî ya jinê û sîstema jinê ya demokratîk konfederal, bi yekparetî û bi hev re binirxînin û bipêş bixin. Hevpeymana civakî ya jinê, çarçoveyek e ku utopyaya civakek a bi awayê stratejîk a ku em dixwazin vedibêje. Konfederalîzma Demokratîk, prensîbên jinê yên di avakirina sîstema civakî de ye. Şoreşa jinê jî, têkoşîna azadiyê ya li ser herdu stûnên bingehîn ava bibin û pêkhatina wan e.  Ev jî, qezenckirina hişmendiyek dîrokê ya jinê ya saxlem, zanistî û kuantumîk, pêwîst dike.

Em dikevin pêvajoyek ku heyecan û hêvî dide

Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji dewleta Tirkiyeyê û hemû hêzên herêmî û kurewî yên bi pirsgirêka Kurd re eleqedar in re, Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ev bang, ji aliyê gelek dewlet û rêxistinên civaka sivîl, rewşembîr, nivîskar, feylezofan ve hat nirxandin. Xaleke hevpar a nirxandinan jî; vê bangê ne tenê di aliyê gelê Kurd û dewleta Tirkiyeyê de, di aliyê herêma me de jî ji bo pêşketinên gelek çêker û hêvî didin, qadek vekiriye. Ev banga dîrokî ji bo herêma me derfet û hêviya demokrasî û aştiyê bihêz dike. Divê ya ku desteka herî mezin bide, temam bike û heta pêşengî bike, jin be. Ev pêvajoya ku Birêz Abdullah Ocalan wek Hevpeymaniyek nû ya Xwişkûbiratiyê binav kir, dê kodên dewlethez, navenda wan şer, neteweperest ên li herêma me, biguherîne. Ji ber ku ewê şans bide çanda ku navenda wê aştî û demokrasî ye û jê re qadek veke, gelek hêja ye. Ev banga ku navenda wê aştî û civaka demokratîk e, gavek wisa ye ku dê li ser bingeha azadiya jinan, Hevpeymana wê ya civakî jî bihêz bike.

Di vê wateyê de jinên ku li hemû welatên herêmê dijîn, divê bikaribin vê pêvajoyê bi berpirsyarî bişopînin. Ger ku ev pêvajo bipêş bikeve, dê pêvajoya ku di 100 salên dawî de hêzên hegemonîk ên rojava li me ferz dikin, were paşvexistin. Di vê pêvajoyê de şer, hêza hilweşandinê ya neteweperestiyê, olperestî û zayendparestî heye. Li ser van bingehan bi genên civakê yên hezar salan hatine lîstin. Hem li ser bingeha Hevpeymana civakî ya jinê, hem jî ev Hevpeymana nû ya Xwişkûbiratiyê, em dikevin pêvajoyek ku heyecan û hêvî dide me. Yek ji rêyên bingehîn ên ji bo em rîsk û xetereyan têk bibin jî, çêkirina Hevpeymana Civakî ya li ser bingeha Azadiya Jinê ye. Ev bingeh jî, zêdekirin û mezinkirina torên rêxistinbûna konfederal a jinan û hunandina gav bi gav a şoreşa jinê ya sedsala 21’an e. Ev hêz, di mîrasa dîrokî ya hemû jinên Rojhilata Navînî û Afrîkayî de, di berxwedana rojane de û genên çandî yên bi kodên demokratîk hatine hunandin de heye.