Tîrêjên temamkirina projeya azadiya jinê: Zehra, Hebûn û yadê Emîne – 1
Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî, sê jinên çeleng bûn ku bi ked û têkoşîna xwe bûn perçeyek bi bandor ji temamkirina manîfestoya Azadiya Jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Jinên Kurd di sedsala 21’emîn de xwe wek pêşengên pêkanîna projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên azadiya jinan û civakê dîtin, berpirsyariyê girtin ser xwe. Jinan tevî bedêlên giran, komkujiyên ku jiyan kirin û êrîşên hişmendiya netew-dewlet dikarîbûn projeya azadiya jinê temam bikin û dest bi pratîka wê jî bikin.
Abdullah Ocalan zemînê projeyê danî û jinan temam kirin
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîrdoziya xwe cîhananeke azad, demokratîk, wekhev û ekolojîk dike armanc û li gor vê yekê jî projeyên çareserker pêşkêş dike. Abdullah Ocalan navenda çareseriyê di kesayeta jinê de dinirxîne, dibêje ku jiyan bi jinê re tê guhertin. Li ser vê bingehê jî Abdullah Ocalan azadiya jinê wek projeya sereke daye pêşiya xwe. Abdullah Ocalan ku di encama komployeke navdewletî de hat girtin û ev 27 sal in di girtîgehê de dimîne, dibêje “Dema ez nû anîm grava Îmraliyê min got ku xebata min a derbarê jinê de projeyeke ku nîvçe mayî ye.”
Abdullah Ocalan bi van gotinan perspektîf da jinan da ku ew bi xwe projeya xwe temam bikin. Jinên Rojavayê Kurdistanê bi vê perspektîfê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de şoreşa azadiya jinê, civak û netewan dan destpêkirin û di têkoşîna xwe de prensîb, proje û modelên Ocalan bingeh girtin. Piştî 13 salên şoreşê ku di nav de felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘rêgezên bîrdoziya rizgariya jinê’ û ‘hevpeyamana civakî ya jinan’ berz bû, jinan dikaribûn gaveke din ber bi avakirina konfederalîzma jinan ve bavêjin ku îlham dan jinên ji pêkhate û netewên cuda jî. Di vê çarçoveyê de li seranserî Kurdistanê û derveyî welat, jinan bi rengekî kolektîf û li gel hev projeya xwe temam kirin.
Proje temam bû êdî dema pêkanînê ye
Abdullah Ocalan vê têkoşîn û xebata jinan bi van hevokan pêşwazî kir: “Min ji zarokatiya xwe ve hewl da ku ez bibim heval û rêhevalê jinê yê herî baş. Di têkiliya min û dayîka min de jî, lêgerîna min a ji bo jina azad dikare were dîtin. Ez girêdayî xeyalên xwe yên zarokatiyê mam, bi wî rengî min jiyan kir û têkoşîna azadiya jinê derxist holê. Xebata min a derbarê jinê de projeyeke ku nîvçe maye ye. Îro ev xebata min êdî temam bûye û tiştê dimîne, pêkanîna wê ye. Têkoşîna azadiya jinê mîrateyeke gelekî girîng afirandiye. Ev mîrate bi dayîna hezaran şehîdan heta roja îro hat û nirxek girîng ava kir.”
Dema mirov li ser van nirxandin û hestan dihizire yekser têkoşerên jin ku bi rih û canê xwe bûn tîrêj û perçeyek temamkirina vê projeyê tên bîra me. 3 jinên ji qada şoreşê, Kobanê, ku rola xwe di temamkirina vê projeyê de lîstin û mîrateyeke bibandor li pey xwe hiştin, têkoşerên komkujiya Helincê ne.
Êrîşa 23’ê Hezîrana 2020’an: Hewildanên pergala mêr-dewlet ya tunekirina projeya jin bû
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herî zêde dewleta Tirk êrîşî şoreşa jinê û gelan kir ku ev yek bi rê û rêbazên cuda pêk anî. Dewleta Tirk wek rêbazek nû, cara yekemîn di 23’yê Hezîrana 2020’an de balafirên bê mirov (SIHA) di êrîşên xwe yên di nava mal û bajaran de bikar anî. Di vê dîrokê de, dewleta Tirk bi riya balafirên bê mirov xaniyê malbatek welatparêz yê li gundê Helinca li Rojhilatê bajarê Kobanê kir armanca bombebarana xwe. Dewleta Tirk bi vê êrîşê re komkujiyek li hember rêxistina jinan pêk anî ku di encamê de Endama Koordînasyona Rêxistina Jinan Kongra Starê Zehra Berkel, rêvebera Kongra Star a bajaroka Şêranê Hebûn Mele Xelîl û xwediya malê Emîne Weysî ku dayîka endama koordînasyona Kongra Star bû, hatin qetilkirin.
Hedefgirtina pêşengên rêxistin û projeya azadiya jinê di navenda şoreşê de, peyameke zelal bû ku ji aliyê dewleta Tirk û pergalên mêr-dewlet ve hat dayîn. Bi vê bûyerê re dewleta Tirk di dirêjahiya van 5 salên borî de, bi dehan têkoşerên din ku di qadên cuda yên şoreşê de dixebitîn, kir hedef.
Li dijî êrîşên dijwar biryardarî û îsrara jinan bi serket
Weke komkujiya Helincê, bi dehan rêze êrîşên li ser jinan çêbûn. Bi taybetî dewleta Tirk di planên xwe de, jinên herî çalak û bi bandor qetil kirin. Dewleta Tirk hizir dikir ku wê bi van rêbazên tirsonek vîna jinan lawaz bike, yan jî dê jin bitirsin û dest ji projeya xwe berdin. Jinên ku di zanebûna van siyasetan de bûn, her carê bersîveke bihêztir didan. Jinan dema ku termê hevrêyên xwe yên têkoşînê didan ser milên xwe, bi qêrîn û tilîliyên xwe digotin; Em ji mirinê mezintir in, jin, jiyan azadî û berxwedan jiyan e. Bi vê bîr û baweriyê, jinan hemû astengiyên civakî û pergalê ji pêşiya xwe avêtin û serkeftina projeya xwe ragihandin.
Wê navê wê heta 10 nifşan her li ser ziman be: Zehra Berkel
Zehra Berkel di sala 1987’an de li gundê Berxbotanê yê li Başûrê Kobanê jidayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Kobanê diqedîne, herî dawî du salan beşa Hiqûqê li Zanîngeha Helebê dixwîne. Zehra ya ku di nava malbateke welatparêz de mezin dibe, xwedî kesayet û teybetmendiyên resen yên rêvebertiyê ye. Her wiha di nava malbat, heval û cîranên xwe de weke jineke dilnizm, berpirsyar, dîsîplîn, komînal û kolektîf tê nasîn. Zehra di rêwîtiya xwe ya azadiyê de, mohra xwe li gelek kar û xebatan dide ku herî dawî weke kordînesyona Kongra Star dixebite. Bi biryardarî û bendewariyeke mezin di 2012’an de xebatên Mala jin destpê dike, pişt re di 2014’an xebatên rêxistinkirina jinan, 2015-2016’an dîwana meclîsa Edaletê, 2017’an hevseroktiya Şaredariya gel ya Kobanê û di 2018’an de dest bi xebatên Kongra Star dike.
Zehra Berkel ku hemû demên xwe ji bo xebatên azadiya jinê û tacîdarkirina şoreşê de veqetandibû, bû sembol û îlhameke ji bo hemû jinên ku di temamkirina pirojeya azadiya jinê de ked dan.
21 salan ji bo serxistina projeya azadiya jinê ked da: Hebûn Mele Xelîl
Têkoşer û şoreşger Hebûn Kobanê bi navê rast Bediya Mele Xelîl di sala 1981’an de li gundê Helincê yê li Rojhilatê Kobanê jidayîk bûye. Hebûn Xelîl ku di naskirina rastiya gelê Kurd û rewşa jinan de kesayeteke têgihîştî ye, biryar dide ku tevlî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bibe. Ji lewra piştî komploya 15’ê Sibata 1999’an ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê girtin, biryara xwe bicîh tîne. Hebûn Mele Xelîl a ku 21 salên xwe ji bo şoreşa azadiya jinê û Kurdistanê da, di eniyên destpêkê yên şoreşa 19’ê Tîrmehê de cih digre. Her wiha bi ezmûn û fedekariyeke mezin, wek fermandar tevlî nava berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê dibe ku kedeke mayînde nîşan dide.
Têkoşer Hebûn Mele Xelîl tevî nexweşiya penceşêra çiçikan jî, ji pêkanîna soz û erkên xwe yên azadkirina jinên welatê xwe ranewestiya û heta kêliyên dawî yên jiyana xwe jî di nava têkoşînê de bû.
Dayîka niştimanperwer: Emîne Weysî
Dayîka welatparêz û niştimanperwer Emîne Weysî ku xwediya mala hatiye bombebarankirin bû û di heman demê de keça wê Mizgîn Xelîl di wê pêvajoyê de xebatên kordînasyona Kongreya Star dimeşand, ji salên 90’î de mala xwe ji bo xebatên Tevgera Azadiyê vekiribû. Emîne Weysî ku wê demê 56 salî bû, jineke welatparêz û mêvanperwer bû ku her du keç û 4 lawên xwe li ser nirxên netewî û azadiyê mezin kiribûn. Emîne Weysî heman nêzikatî, hest û hezkirin ji bo hemû şervanên Tevgera Azadiyê nîşan dida.
Emîne Weysî bi fedekariya xwe, nav û keda xwe weke çand û mîrateyekê ji bo hemû jinan li pey xwe hişt.
Sibê: Tîrêjên temamkirina projeya azadiya jinê: Zehra, Hebûn û yadê Emîne – 2