Kovara Jineolojiyê 10 salî ye: Jin ji nû ve dighên zanîna ku ji wan hatiye dizîn – 1

Kovara Jineolojiyê ya li dijî pergala mêtinkar jiyanê diparêze, ket sala xwe ya 10’an. Endama Lijneya Weşanê ya kovarê Rojda Yildiz got: “Armanca me ew e ku em zanîna jinan careke din bighînin civakê.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Amed – Kovara Jineolojî ya di 8’ê Adara 2016’an de dest bi weşanê kir, salvegera xwe ya 10’emîn pîroz dike. Kovara zanista Jineolojî ya ku di dîroka Tirkiyeyê de yek ji kovarên xwedî temenê dirêj e; ji 3 mehan carek derdikeve, bi vê taybetmendiya xwe cihekî girîng di dîrokê de digre. Gelo jineolojî çi bû? Kovara Jineolojiyê çawa derket? Çima pêdivî bi vê kovarê hat dîtin? Çawa li ser pirsgirêkan disekine? Çawa nêzî rastiya jinan dibe? Di 10 salan de guherînek çawa di nava xwe de kir? Em ê hewl bidin bersivên van pirsan di vê dosyaya xwe de bidin.

Wek zanist têkiliya jineolojiyê ya bi jin û civakê re

Jineolojî, wek têgeh cara pêşîn di sala 2008’an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di Pirtûka Sosyolojiya Azadiyê de hat bikaranîn. Lê wek zanista jin û jiyanê, di salên 1990’î de ket rojevê û hat nîqaşkirin. Di salên 90’î de nirxandinên ku divê têkiliyên jin û mêr weke zanist werin destgirtin her çû zêde bûn û gihîştin astekê û di pirtûka “Parastina Gelekî” de wiha hat îfadekirin: “Pergal herî zêde taybetmendiyên xwe yên civakî bi jinan analîz dike. Mijareke ku divê ji serî ve were gotin jî ew e ku analîzkirina diyardeyeke civakî bi veqetandina siyasî, civakî, aborî, çandî û hwd. pir bi xeter e. Pergalên civakî yên ku di pêvajoyeke dîrokî de çêdibin, weke perçeyên demjimêrek, bi hev re dixebitin. Nexweşiya perçekirina beşên zêde, ji taybetmendiya diyardeya perçekirina yekbûnê ya zanista Rojava çêdibe. Wek zanist jî, dema ku mirov vê nêzikahiya ku zorê dide têgihîştina rastiyê bi kar bîne, ya girîng ew e mirov yekbûnê piştguh neke. Divê jin wek pênaseya tevahiya pergalê were analîzkirin. Çawa ku civaka kapîtalîst berdewamiya hemû civakên berê yên îstîsmarker be jin jî lûtkeya bandora kolekirina van hemû pergalan dijîn.

Heta ku mirov jinên di nava hiyerarşiya herî kevn û zêde, di cendereya civaka dewletî ya zext û mêtinkariyê de teşe girtine fam neke, nikare civakê rast pênase bike.

Riya rast a famkirina koletiya nijad, netew û çînî, di pênasekirina jinan de derbas dibe. Analîzên zanista civakî ya ku bi zanisteke kêm hewl da mijara jinan analîz bike, aydê çaryeka dawî ya sedsala 20’an in. Tevgera femînîst, pêşî li fikirandina li ser dîroka xofdar a desthilatdaran a li ser derdor, şer û qerekterê wan ê zayendperest vekiriye. Ev mijar bi xwe jî zanistên civakî jî di nav de ku divê objektîf bin, qerekterê zayendperest ê hemû bingeha zanistî nîşan dide. Zanist zayendperest e.”

Çar sal piştî têgeha jineolojiyê, weke berdewamiya van pêvajoyan derket holê. Jineolojî ku tê wateya “zanista jinê”, weke têgeh jî tê wateya “Zanista jiyanê”, “Zanista civakê”, “Zanista hevjiyana azad.” Armanca jineolojiyê, ew e ku pirsgirêkên pergala mêtinkar a xwe li ser zexta desthilatdariya mêr ava dike, sedemên feraseta jiyana bi navenda desthilatdariyê,  pirsgirêkên ku vê pergalê afirandiye bigre dest û perspektîfek ji bo lêgerîna çaerseriyê û rêbazên wê pêşkêş bike. Jineolojiya ku nasnameya jinan ji derveyî biyolojîk, bi awayê sosyolojîk û dîrokî pênase dike, li nasnameya jinan ji aliye aborî, civakî û siyasî ve dinhêre û pêşî li ronîbûna xwezaya jinan vedike. Ger ku em ji aliyê dîrokî ve bi zanîna ku civakîbûn zêdetir li derdora jinan teşe girtiye derbikevin rê, em ê bibinin ku ronîbûna xwezaya jinan dê bi xwe re ronîbûna xwezaya civakê jî bîne. Ji ber wê jineolojî, di heman deme de dikare weke zanista civakî were pênasekirin. Ango jineolojî nerazîbûnek ji feraseta zanista pozîtîvîst re ye.

Ji akademiyê ber bi Zanîngeha Jineolojiyê ve

Jineolojî ji sala 2011’an vir ve hat nîqaşkirin. Di sala 2015’an de jî di konferansa 1’emîn de biryara rêxistinkirina  “Akademiya Jineolojiyê” hat girtin. Bi navê jineolojiyê hem li Kurdistanê, hem jî li çar aliyên cîhanê konferans û atolye hatin lidarxistin. Li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Akademiya Jineolojiyê û navendên lêkolînê hatin vekirin. Di sala 2016’an de Kovara Jineolojiyê, di sala 2017’an de li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Navendên Lêkolîna Jineolojiyê hatin vekirin. Di sala 2018’an de li Belçîkayê Navenda Jineolojiyê hat avakirin. Di sala 2019’an de jî di riya jineolojiyê de li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê li ser navê şoreşgera enternasyonal Andrea Wollf, Enstîtuya Andrea Wollf hat avakirin û demek berê jî Zanîngeha Jineolojiyê hat vekirin. Li Ewropa û Emerîkaya Latîn jî bi awayê kampê xwe birêxistin kir. Vê pêvajoyê, ji Ewropayê heta Asyayê, ji Asyayê heta Emerîkaya Latîn, ji Emerîkaya Latîn heta Efrîqayê hêzên girîng ên têkoşîna jinan, bi jineolojiyê hatin ba hev. Hemû ketin nava hewldana watedarkirina dîroka xwe ya xweser û nirxên jiyan û têkoşînê yên hatibûn jibîrkirin derxistin holê.

Kovara Jineolojiyê

Bingehên zanisteke ku ji salên 2011’an vir ve hat nîqaşkirin hê nû hatibûn avêtin, nîşan dan ku hewldana ji dervehiştina jinan a ji dîrokê, analîzkirina rastiya jinan ferz dike. Kovara Jineolojî ku ji feraseta zanisteke civakê ya nû dest bi weşanê kir, ji bo ku bi “nêrîna jinan” bingeha pêşniyarên çareseriyê û analîzkirina hemû pirsgirêkên civakê yên nehatine çareserkirin û veguherîne krîzê ava bike, 8’ê Adara 2016’an Roja Jinan a Cîhanê dest bi weşanê kir. Sala 2016’an di serdemeke ku gelek ajansên nûçeyan, rojname, kovar û weşanxane, di çarçoveya OHAL’ê de bi biryarên 675 û 676 ên KHK’ê hatin girtin û zext zêde bûn de, dest bi weşanê kir. Kovara 3 mehan carek tê weşandin, li ser felsefe, ol û zanista ku ketine bin tekela pergalê, bi rastiya jinan, bi nêrîna jinan deriyek nû li cîhanê vekir.

Her dosyaya kovarê çareseriyê pêşkêş kir

Kovara Jineolojî ya di sala 2016’an de hejmara wê ya yekem hat weşandin, di 10 salan de 33 dosyayan derxist. Dosyayên di kovarê de hatin weşandin ev in:

 “1-Krîza Zanistên Civakî, 2-Rastî û Rêbaza ku xwe Dispêre Rastiya Jinan, 3-Şoreşa Jinan û Jineolojî,  4-Weke Xweparastin  Jineolojî, 5-Lêgerînên Çareseriya ji bo Krîza Rojhilata Navîn, 6-Nêrîna li Xwezaya Jinan, 7-Nêrîna li Xwezaya Mêran û Mêrîtî, 8-Çima û Çawa Hevjiyana Azad? 9-Etîk-Estetîk, 10-Di Dîroka Civakî de Berxwedana Başî û Xweşikiyê, 11-Rêbazên Berxwedana Jinan I, 12-Rêbazên Berxwedana Jinan II, 13-Polîtîkayên Perwerdeyê, 14-Siyaseta Demokratîk, 15-Demografya, 16-Aboriya Demokratîk a Komunal, 17-Sedsala 21’an; Sedsala Jinan e, 18-Nîqaşên li Ser Malbatê, 19-Jiyana Ekolojîk, 20-Zanist û Zimanê Jiyanê, 21- Mêtinkariya li ser Bingeha Olperestiyê û Polîtîkayên Qirkirina Jinan, 22-Krîza Çandî û Riyên Derketina ji Krîzê, 23-Nîqaşên Ciwanan, 24-Ji Zayend, Pîroziyê ber bi Bîrdoziya Desthilatdariyê ve, 25-Mêtinkarî, 26-Derbaskirina Zanistperestiyê, 27-Rêxistinkirina Potansiyela Azadiyê: Tevgerên Civakî, 28-Rojhilat, 29- Bakur, 30-Rojava, 31-Başûr, 32-Konfederalîzma Jinan, 33-Tecrîd û Desteserkirin.”

Hejmara 34’an a kovarê niha li ber çapkirinê ye. Kovarê di 10 salan de du dosyayên taybet derxist. Yek ji wan dosyayan di pêvajoya Covîd-19 de bi navê “Weke Armanca Qirkirina Civakê Pandemî”, dosyaya din jî bi sernavê “Rêwîtiya Heqîqetê ya bi Nagihanê re” ji nivîsên Nagihan Akarsel pêk hat.

Wek materyal naveroka dosyayan

Her dosyayek kovarê, taybetmendiya materyal hildigre, hejmara 9 û 10’yemîn a kovarê bi hemû aliyan ve nîqaşên li ser etîk-estetîkê vekir. Estetîk ku teoriya xweşikbûnê ye hewl daye bi bi gelek rêbazên felesefê pênase bike, di kovarê de destnîşan dike ku bi zanista estetîkê guherîn û veguherîna ferasetê çawa mumkîn e. Estetîka ku asta ‘tu jiyanek çawa dixwazî’ bi her alî ve girtiye dest, diyar dike ku jiyana baş û xweş divê çawa be.

Hejmara 7’an a kovarê, di dosyaya derbarê ‘Nêrîna li xwezaya mêr û mêrîtî’ de balê dikşîne ser ‘Pirsgirêka mêrbûnê’. Ev dosya bi van taybetmendiyên xwe yên girîng wek materyalek disekine. Di vê hejmarê de balê dikşîne ser sedemên militarîzekirina mêr û mêrîtiyê, cardin hilberandina tundiyê û fetisîna nasnameya jinê. Nivîsa Nagîhan Akarsel a bi navê ‘Bi empatiyê ketina rê’ ku di kovarê de cih girtî, pirsgirêka ‘Çima em mêran fam bikin?’ di çarçoveya nîqaşên empatîk de nêz dibe.  Hewl dide ku pirsgirêka ‘mêrîtiyê’ ji holê rake, têkiliya di navbera jin û mêran de li ser famkirina hevdû û empatîkirinê hatiye avakirin, tenê li ser rêbazek ku dibe çareseriya pirsgirêkan, disekine.

Li 4 parçeyên Kurdistanê têkoşîna jinan

Hejmara ‘Rojhilat, Bakur, Rojava, Başûr’ bal kişand ser têkoşîna jinan a li 4 parçeyên Kurdistanê. Dosya, balê dikşîne ser di erdnîgareyek parçebûyî de, tecrubeyê jinên ku li 4 herêmên cûda dijîn. Dosyaya ku mîrasa berxwedana 4 parçeyan dibêje, li dijî biyanîbûnê bûyîna ‘Xwebûnê’, li dijî parçebûnê yekbûyîn, li dijî serdestiya 4 parçeyan, hedef dike ku agahiya ku çanda civakê ya nehatî derxistin û derdora jinên şêwe girtî, derxwe holê. Dosyaya 1 salî ku hedef dike kuliyata agahiya jinê derxe holê, qutbûna di navbera jinan de ji holê radike, balê dide ser têkoşîna kolektîf.

Kovara jineolojî her çiqas kovarek teorîk be jî, ji her beşê nivîsên jinan cîh digrin. Li dijî nêzîkatiyên ku tecrubeyê ji lêkolîna zanistî dûr dike, nêzîkatiyên tecrubeyên jinan û tiştên jiyan kirine rêbaza zanistî tam di nav de cih girtiye datîne holê û bi naverokê cûdahiya ku ava dike, 10 sal li pey xwe hiştiye. Ziman bi demê re vegeriyaye zimanek ku agahiya civakê hildiberîne. Di her hejmarek kovara ku bi keda jinê derketî de, wêneyê bergê jî ji berhemên jinên şêwekar hatine bijartin. Di heman demê de hinek hejmarên kovarê wergerî zimanê Kurmancî, Soranî, Îngîlîzî û Erebî kirine. 

Rêwîtiya Nagîhan a heqîqetê

Ji qonaxa ku kovarê dest bi weşanê kiriye heta niha yek ji navên ku ked dane, Nagîhan Akarsel bû. Nagîhan Akarsel endama Navenda Lêkolîna Jineolojî û di heman demê de endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojî bû. Heta roja 4’ê cotmeha 2022’an ku li Silêmanî hat qetilkirin, bi nivîsên xwe kovar dewlemend dikir. Nivîsên Nagîhan bû çavkaniya agahiyên civakê, di nivîsa xwe ya bi navê ‘Dengê Arkaîk ya Çaxê: Jin’ ku beriya were qetilkirin nivîsandî de, ji bo jineolojiyê wiha digot: “Jineolojî ji ber ku xwe dispêre dengek ji dilê jinê, di destavêtina axê de,  di çalên civakê de, di ahenga jiyanê de, li agahî û rêbazên xwe digere. Û pênasekirina zanista famkirinê, gav bi gav bilindkirina dengê jinan, hembêzkirina jiyan, paldayîna civakê, keşifkirina xwezayê, bi famkirina gerdûnê re dighê hev.

Hûn dikarin li ser vê lînka malpera webê xwe bighînin kovara Jineolojiyê: https://www.jineolojidergisi.com

Rojda Yildiz: Jineolojî, di dinyaya heyî de wek bertekek derxist holê

Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojî Rojda Yildiz, diyar kir ku tevî zextan kovarê sala xwe ya 10’an pîroz kiriye.

Rojda Yildiz anî ziman ku jineolojî qadek xebatê ya berfireh e, kovar tenê beşek wê vê ava dike û wiha got: “Jineolojî xebatek ku bi atolye, perwerde û lêkolînan mezin bûye. Jineolojî ji bo dinyaya heyî wek bertekek derket holê. Dinyaya heyî, jin dûr xistin û pergalek ava kir. Vê jî bi qirkirinek cidî ya heqîqetê ku dayî jiyîn kir. Pergala heyî dibêje mirov muhtacê rêvebirinê ye, divê jin li gorî fitreyan serî bitewîne û divê xweza mirovan bike bin xizmetê. Sînorê her tiştek heye, hemû tişt bi zagonan tê diyarkirin, zagon ji bo pêwîstiyên hinekan hatine avakirin. Bi pirsa ji derveyî vê ma jiyanek munkîne? Û divê jiyana nû de çawa were fikirîn? Û bi bersîva wê re jineolojî hebûna xwe ava kir.”

‘Pergalek ku li ser dizîna agahiya jinê hatiye avakirin heye’

Rojda Yildiz da zanîn ku ev taybetmandiya civakê ku xwedî çêkera ku bi xwe xwe rêve bibe, bi taybet ji aliyê pozîtîvîma paradîgmaya mekanîk di 500 salên dawî de ji destê civakê hatiye derxistin, awayek diyar dayê û wiha got: “Bi vî awayî sîstematîkek fikir hat rêxistinkirin. Ev pergal di rewşa ku li ser dizîna zanista jinê hatiye avakirin. Mîtolojiyê profîla jinê wek ‘fesad, bi mereq, fetan’ xêz kiriye, bawerî baweriyên ku divê jin ji mêr re serî bitewîne xêz kiriye, felsefezanan jin wek ‘aqilê kêm’ bi nav kir, zanistê jinan wek xweza xistiye destê xwe de, weke amûrekê û divê were fetihkirin hatiye bicîhkirin. Li dijî van hemûyan, helbet serîrakirina yekem a li dijî vê, ji aliyê Jineolojî ve nehat kirin. Têkoşîna femînîst ber bi rexneyên cidî ve bir, pêngavek dan destpêkirin û lê belê jineolojî zanistek ku ji van hemûyan wêdetir bi pêşniyara pergalekê derxistiye holê.”

Rojda Yildiz têkildarî zanista jineolojiyê ev tişt gotin: “Pêwîstiya hemû kesan bi girîngîdayîna jiyanê heye, lê belê pergal dibêje ev ji  mezaxtinê derbas dibe. Bi vê wateyê nêzîkatiyek ku hewl dide hem jin, mêr û têkiliyên civakê cardin şîrove bike, hewl dide heqîqetê derxwe ser rûyê erdê.”

‘Armanca me ew e ku em agahiya civakî ku jinê hilberandiye cardin bighê jinê’

Rojda Yildiz bal kişand ser armanca kovara Jineolojî û wiha got: “Armanca me ew e ku em zanista civakî ya ku jinê hilberandiye, cardin bi civakê û jinê re bînin ba hev.” Rojda anî ziman ku ji ber jin di çaxek ku ji agahî û zanistê hatiye dûrxistin de dijîn, zanabûn, hilberandin, tenê ya komek diyar a elît e.

‘Feraset guherînê digrê nav xwe’

Rojda Yildiz wiha berdewam kir: “Derdê me ew e ku em hewl bidin bêjin tu agahiyên di jiyanê de, agahiya ku jinan di malê de hilberandiye ne bêqîmet e, tenê pergalê ev wisa dîtiye. Ev zorî di heman demê de meseleyek ku guherîna ferasetê digre nava xwe digre dest. Armancek me ya ku bi awayek din awayek jiyan û fikirînê pêşkêşî mirovan bikin û nîqaş bikin. Kovar rêyek ji bo em vê armancê bighînin beşên berfireh e. Kovarê di sala 10’an de xwe gîhand gelek jinan. Vegerên ku me girtine, me dît ku jin her roj di malên xwe de, agahiyên ku di civakê de hilberandiye hêja ye, dest bi dîtina wê kirine. Ev gelek girîng e. Ji ber ku di aliyê van jinan de tê wateya ku cardin çavkaniya baweriyê. Sala 10’emîn a kovarê, vegeriya xebatek xwe sîstematîk kiriye, sazî kiriye. Di aliyê jinan de tecrubeya nivîskî jî gelek girîng bû. Nivîsîna jinan salên dirêj hatibû qedexekirin. Qadek ku hê zanist, di qada agahiyan de nivîsîna wan bi tirs û zor tê dîtin bû. Di nava vê pêvajoyê de jinên em nikarin hejmarek bidin, ji me re nivîsandin. Dayîkek li malê dibe bi xwe ne nivîsand, lê belê me guh dayê û nivîsand, hemû tecrubeyên mamoste û xwendekarên zanîngehê me xist dosyayê. Ev jî bû rêbazek di pergala akademiyan de, qaliba ku ‘tenê hinek mirovên diyar dikarin binivîsin’ cardin bi nêrîna jinan hat şikandin.”

‘Lênêrîna tevahî, yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên kovarê ye’

Rojda Yildiz destnîşan kir ku taybetmendiya ku kovara jineolojî ji kovarên din cûda dike, nirxandina mijaran a bi tavahî ye û wiha got: “Pergala zanista modern yanê pirsgirêkên zanista pizîtîvîst, belavî parçeyên herî biçûk dike û dixwaze ku bighê rastiyê. Bi vê wateyê, perçekirin, hipotez, yek ji rêbazên vegerandina tezê ye. Mînak ger hun bixwazin bi tenduristiya rihî ya bedenê mirov bizanin, tenê dibêje bi aliyên gerdûnî, çandinî û civaknasiyê ku ji psîkolojiyê hatiye bêparkirin û lêkolîn bikin, ev lênêrînek qels e. Lê belê, lênêrîna bi giştî yek ji pirsgirêka herî bingehîn a kovarê ye. Kîjan dosya dibe bila bibe, me hewl da di wê dosyayê de ji her alî ve binirxînin û binvîsin. Ger em etîk-estetîk nîqaş bikin, me di aboriyê de jî etîk- estetîk nîqaş kir. Di tenduristiyê de jî me etîk-estetîk nîqaş kir. Di jiyana jinê, di têkiliyên mirovan de me etîk-estetîk nîqaş kir. Ger em aborî nîqaş bikin, me aboriya dîrokî nedanî aliyek, me ew jî nîqaş kir. Pêşkêşkirina çarçoveyek giştî girîng bû. Bivê wateyê rêbazek jineolojî rûnişt. Êdî dema jinan pirsgirêkek nîqaş kir, dest bi avakirina çêkerek ferasetê ku bêyî girtina dest ya dîrok û civaknasiyê kir. Ev di mirovan de rêbazek awayê fikirîna giştî ava dike. Kovar jî hatiye halê wê arşîva nivîskî.”

‘Em ê xwe bighînin zêdetir jinan’

Rojda Yildiz bi mebesta 10’yemîn salvegera kovarê, wek desteya weşanê bal kişand ser pêvajoya li pêşiya wan û wiha got: “Di nava vê pêvajoyê de helbet kêmanî hebûn. Dikarîbû bighê zêdetir jinan, dikarî hê zêdetir bighê  bawerî û komên hatin perçiqandin. Me vê yekê, bi mebesta salvegera 10’emîn, wek hedefek xistiye pêşiya xwe. Jineolojî vegeriya halê beden girtî yê ‘Karwan di rê de sererast dibe’. Di navbera dema ku me dest bi kovarê kirî û qonaxa niha de mîrasek ku xwe bipêş xistî û mezin bûyî girt. Kovar bû 10 salî, di aliyê me hemûyan de pêvajoyek bi kelecan e, ev weke mezinbûna zarokek e. Hem kelecan, hem hêvî dide. Jineolojî bi keda jinan hat heta îro, em di wê hêviyê de ne ku di pêvajoya li pêşiya me de, bibe pêvajoyek ku kovar ji aliyê beşên zêdetir yên civakê ve tê xwendin.”

Sibe: Bi atolyeyên Jineolojiyê ber bi guherîna ferasetê ve