Jinên Îranê di dîrokê de berxwedaneke mezin nîşan dan (6)

Jinên ku gelek komele ava kirin, di qada çapemeniyê de jî hebûna xwe domandin.

Li gel hemû polîtîkayên zext û zordariyê, jin li Îranê di nava komeleyan de, di qada çapemenî û weşanê de gavên mezin avêtin. Her çend Îran di nav welatên ku herî zêde rojnamevan lê girtî ne, rojnamevanên jin gelek caran rastî gefên qanûnî tên.

MALVA MİHEMED

Navenda Nûçeyan – Ji bo jinekê ne hêsan e ku bibe rojnameger û biryarê bide ku bi xwe kamerayê hilgire an jî di qadê de wek wênekêş bixebite, ev rastiyeke ku li gelek welatan bi taybetî li Îranê nayê qebûlkirin. Lê jinên rojnameger ên Îranê karîbûn vê tabûyê bişkînin û ji bo berfirehkirina çalakiyên xwe û damezrandina komele û rêxistinên veşartî jî xebitîn.

Komeleyên jinan xebatên xwe bi dizî meşandin

Weke Şoreşa Destûrî ya Îranê

Ji ber redkirina parlementoyê piştî serkeftina Şoreşa Destûrî, di sala 1906’an de jinên têkoşer xwestin ku beşdarî civakên siyasî bibin. Jinên ku beşdarî şoreşê bûn, ji bo daxwaza mafên xwe bikin dest bi avakirina komele û rêxistinên jinan ên veşartî kirin.

Komeleya “Azadiya Jinê” ya ku di sala 1907’an de hat damezrandin, yek ji yekemîn komeleyên jinan ên veşartî bû, lê xebatê wê demeke dirêj dewam nekir, ji ber ku komele hat eşkerekirin û xebatên wê hatin seknandin. Komeleyê civînên xwe her du hefte carekê bi dizî li bexçeyên li derdora paytext Tehranê li dar dixist, komele ne tenê ji bo jinan bû, lê mêr dikaribûn tevî xizmên xwe yên jin beşdar bibin, lê di rûniştinan de mafê mêran ê axaftinê tune bû.

Di nav endamên herî diyar ên komeleyê de çalakvan Sedîqeh Dawletabadî û Şems El-Muluk Cewaher û tac El-Seltene û Îftîxar El-Seltene, her du xwişkên Şahê Îranê Nasireddîn El-Qecarî bûn.

Li gorî şêwirmendê Amerîkî û xezîneyê giştî yê Îranê William Morgan Schuster (1877 - 1960), zêdetirî deh komeleyên jinan ên veşartî li Tehranê hebûn.

Çalakiyên jinan tenê li bajarê Tehranê sînordar nebûn. Di sala 1906’an de li ser xebatên Komîteya Jinan a bajarê Tebrîzê rapor hatin belavkirin û ev komîte bi hevkariya Komîteya Jinan a ku ji aliyê jin û keçên sirgûnkirî ve li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê hatibû avakirin, bi dîwanên qraliyeta Îngilistanê, Almanyayê û rêxistinên mafên jinan li Ewropayê re têkilî danî û banga parastina wan ji destûrparêzên Îranê kir.

"Yekitiya Veşartî ya Jinan" di wê demê de weke rêxistina herî çalak a siyasî dihat dîtin, ji ber ku xwedî meylên şoreşgerî bû û daxwaza naskirina mafên jinan û wekheviya mafên siyasî û civakî yên jin û mêran dikir, her wiha di yekemîn daxuyaniya xwe ya gitştî de, ku di Cotmeha 1907’an de di rojnameya El-Weten de hate weşandin de, rewaş îdarî ya welat rexne kir.

Di sala 1918’an de, çalakvana Şehnaz Azad tevî Fexr Afaq Parsa, Nusret Moşîrî, Îsmet El-Melûk Şerîfî û Ebû Qasim Azad, komeleya “Jinên Netewî/Niswan Weten Xawah” ku di serdema destûrî de komeleya herî femînîst e, ava kirin û heta sala 1933’an berdewam kir piştî kampanyaya tepeserkirina komele û weşanên serbixwe ku bi fermana Riza Xan Pehlewî bû û neparastina wan ji êrîşên hêzên çekdar.

Jinên ku di nav 8 kesên ku îmzeya wan di bernameya komeleyê de hat dîtin, Melûk Îskenderî, Kubra Jananî, Mestûra Efşar û Sefiya Îskenderî bûn. Mohterem Îskenderî, Fexr Ezmî Argon, Hayda Efşar û Qudsia Moşîrî jî ji endamên herî navdar ên wê bûn.

Di nav komeleyên jinan de ku bi xebatên xwe yên ji bo perwerdekirina jinan dihatin naskirin, komeleya “Saî Seadet Niswan / Bîk Seadet Niswan" e ku ji aliyê çalakvan Roşhenk Naudoust, Cemîla Sedîqî, Sekîna Şebronk û Uranus Baryab ve di sala 1921’an de li bajarê Reşt li bakurê rojavayê welêt, ji bo garantîkirina mafên siyasî û civakî yên jinan, hatiye damezrandin. Di nava çalakiyên wê de, lidarxistina yekemîn roja 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Îranê bû. Her wiha di salên desthilatdariya Pehlewî de beşdarî weşana kovara "Saî Seadet Niswan / Bîk Seadet Niswan" bûye.

Di sala 1922’an de Mohterem Îskenderî Rêxistina Netewî ya Jinan damezirand. Piştre Mohterem Îskenderî hat girtin û mala wê hat şewitandin û belgeyên endamtiya xwe di Komeleya “Jinên Pêşkeftî” de ku di sala 1922’an de çalak bû, li pey xwe hişt.

Çalakvana Zendoxet Şîrazî komeleya “Jinên Şoreşger" ava kir. Meryem Emîd jî komeleya “Jinên Îranê” û weşana “El-Zehr/Şekofa” ku weke berdevka komeleyê bû û komeleya “El-Muhafîzat El-Weteniyat” ava kir.

Lêkolînek ku li ser serdema destûrî ye nîşan dide ku di navbera salên 1906-1925’an de herî kêm 25 komeleyên jinan hatine avakirin. Di hin lêkolînan de behsa çend komeleyên din ên veşartî yên jinan, weke

Di hin lêkolînan de behsa çend komeleyên din ên veşartî yên jinan, wek komeleya “Îradeya Jinan/ Himet Xewatîn” ku di sala 1915’an de hatiye damezrandin, “Jinên Tebrîzê, Jinên Îranî ya Xêrxwazî, El-Ufe El-Nisaiye, Komeleya Jinan, Rêveberiya Navendî ya Jinan” û komeleyên din, hat kirin.

Di salên çilî de bû şahidê zêdebûna hişmendiya rola jinê di civakê de û di salên pêncî de gelek rêxistinên ku mafên jinan diparêzin çalak bûn, wek rêxistina "Riya Nû / Rah Nû" ku ji hêla Mehra Enciz Dolet Şahî ve di sala 1955’an de hate damezrandin û Komeleya Jinan ji bo Piştgirên Medyaya Navdewletî ji bo Mafên Mirov, ku ji aliyê Safiya Feyrûz ve di sala 1956’an de hate damezrandin. Di sala 1959’an de panzdeh rêxistinan yekitiyek bi navê Konseya Bilind a Rêxistinên Jinan li Îranê ava kirin.

Kovar û weşan

Di despêka sedsala bîstan de jinên xwenda zêdetir bala xwe didan nivîskarî û rojnamevaniyê. Kovara "El-Merîfe/ Daniş" yekemîn kovara bi pisporiya pirsgirêkên jinan bû, ji aliyê komeleyeke jinan ve di sala 1910’an de hate damezrandin û edîtorên wê tenê jin bûn.

Di sala 1913’an de çalakvan Meryem Muzeyn El-Sadat kovara “El-Zehr/ Şekofa” derxist û armanca wê ya sereke perwerdekirina jinan li dijî xurafeyan û jinan bi wêjeya cîhanê bidin naskirin bû.

Ji sala 1914’an ve, Îran bûye şahidê berfirehbûna çalakiyên komele û weşanên jinan ji bo gotûbêjkirina mijarên curbicur li ser pirsgirêkên jinan, wek zewaca di temenê biçûk de, bihêzkirina siyasî û rewşa yasayî ya jinan, her wiha di nav de daxwazên rakirina hîcaba mecbûrî û serxwebûna aborî ya jinan jî hebûn.

Di sala 1919’an de, aktîvîst û rojnamevan Sedîqa Dolatabadî ku aktîvîsta herî bibandor a femînîst a civakê ye, li bajarê Îsfehanê kovara “Ziban Zanan/Lîsan Hal El-Meria” derxist.

Çalakvan Şehnaz Azad û hevjînê xwe Ebû El-Qasim Azad di sala 1914’an de koma "Jinên Îranî" ava kirin û di sala 1920’an de jî li bajarê Tehranê kovara "Nameya Jinan / Name Banwan" ava kirin. Kovarê tenê nivîsên jinan diweşandin û hîcab rexne dikir. Şehnaz Azad û hevjînê xwe di sala 1923’an de kombûna “Rakirina Hîcabê” ragihandin, lê ev kombûn salek zêdetir dom nekir.

Rojnamegerên jin di kovarê de ji destpêkê ve ji bo parastina serxwebûna aborî ya jinan xebitîn û li ser wekheviya jin û mêr û mafê dengdanê nivîsandibûn û her wiha li ser dijberiya xwe ya li hember hîcabê jî nivîsandibûn.

Kovara “Nameya Jinan” heta sala 1944’an derdiket, lê di bîst salên dawî de gelek caran hate girtin.

Komeleya Xwendekarên Dibistana Keçên Amerîkî li Tehranê di sala 1920’an de li Tehranê kovara "Cîhana jinê/Alem Niswan" derdixist, ku bêtir ji awazek siyasî, medyayî bû. Di sala 1921’an de Fexr Afaq Parsa li bajarê Meşhedê kovara "Cîhana Jinan / Cîhan Zinan" derxist.

Di sala 1922'an de di bin rêveberiya Melûk Îskenderî de weşanên Komeleya “Jinên Welatparêz” hatin weşandin û heta sala 1926'an dewam kir. Endam di sala 1932'an de li Tehranê beşdarî Konferansa Duyemîn a Jinên Rojhilatî bûn û Sedîqa Dolatabadî ji bo beşdarî Dehemîn Konferansa Navneteweyî ya Mafê Jinan ê Hilbijartinê ya ku li paytexta Fransa Parîsê hat lidarxistin bibe, hat şandin.

Ji aliyê femînîst, helbestvan û mamoste Zendext Şîrazî ve, di sala 1931’an de rojnameya "Dextran Îran/Keçên Îranê" li Şîrazê derket. Van rojnameyan pirsgirêkên jinan li seranserê Îranê hedef girtin.

Di sala 1992’an de kovara reformîst a femînîst a Îranî "Zinan/ Jinan" ji aliyê çalakvan û rojnamevan û edîtora hin kovaran Şehla Şerket a ku ji sala 1982’an ve wek edîtorê kovara "Zin Roz/Jina Nûjen" dixebitî ve hat çêkirin.

Kovarê bi piştgiriya xwe ji mafên jinan, wekhevî û dadmendiya zayendî li Îranê navdar bû û bal kişand ser ezmûnên jinan û rola wan di civakê de û mijarên wek hevberdan, mafê xwedîkirina zarokan, şîdeta nav malê, tundiya giştî ya li dijî jinan û fuhûşê ji xwe re esas girt. Lê piştî derbasbûna şanzdeh salan, di 28’ê Çileya 2008’an de bi hinceta ku ew ewlekariya rewşenbîrî û derûnî ya civaka Îranê tehdîd dike, biryara paşxistina lîsansa kovarê hat dayîn.

Îran di cîhanê de girtîgeha herî mezin a rojnamevanên jin e

Li gorî amarên Wezareta Rewşenbîrî û Îrşadê, li Îranê nêzîkî 72 hezar ajans û malperên nûçeyan hene.

Li hin herêmên Îranê heta niha civakê hebûna jinan di qada rojnamegeriyê de an jî jinek ku bûyerên ku li welat diqewimin dişopîne, qebûl nekiriye û binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin bi awayekî berçav zêde bûne. Derdorên navneteweyî û herêmî binpêkirinên mezin ên rejîma Îranê li ser mafê azadiya bîr û ramanê bi tundî şermezar kirin.

Ev hemû binpêkirin rê li ber xeyalên rojnamegerên jin negirtin.

Rayedarên Îranê gelek caran rojnamevanên jin bi hinceta propaganda li dijî Komara Îslamî û teşwîqkirina cudahiya mezhebî digrin, di nav wan de rojnamevan û çalakvana siyasî Rehana Tabatabaî jî heye, ku di sala 2015’an de hatibû girtin û salek zindan lê hatibû birîn, piştî ku hevpeyvînek bi yek ji rêberên Sunnî yên herî navdar li Îranê ku piraniya wê Şîe ne çêkir, di cezayê de 2 sal qedexekirina tevlîbûna her partiyeke siyasî û nivîsandina di her rojname û malperekê de hebû.

Di dawiya sala 2015’an de, rojnamevan Solmaz Ekder bi hinceta û propaganda li dijî desthilatdariya olî li Îranê bi sê sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin, ji ber ku nikarîbû cezayê giran bide, neçar ma ku di girîgehê de bimîne.

Di sala 2019’an de Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor Îran weke "mezintirîn zindana rojnamevanên jin li seranserê cîhanê" bi nav kir. Her wiha di raporek xwe de navên rojnamegerên jin ên girtî “Noşîn Caferî, Merdiya Emîrî, Asal Mihemedî, Senaz El-Heyarî, Ferngîz Mezlûm, Hengane Şehîdî û Sefîda Moradî” weşandin. Her wiha çalakvana mafên mirovan Nergîs Mihemedî jî tevî du jinên din hatin girtin.

Dosya azadiya Înternetê û torên dijîtal yên Îranê jî yek ji dosyayên binavûdeng ên mafên mirovan li Îranê ye. Rejîma Îranê sansûreke tund li ser medyaya dijîtal sepand, ku vê yekê hişt ku Rêxistina Freedom House di sala 2016’an de bipejirîne ku Îran herî zêde zordestê azadiya medyayê ye, ji ber astengkirina wê ya medyaya dijîtal.

Li gor raporta Netewên Yekbûyî, rejîma Îranê di nav welatên ku herî zêde rojnamevan tê de di zindanan de ne ye.

Rojnamegerên jin bi kefaletê aborî hatin berdan

Di dawiya sala 2019’an de, rayedarên Îranê rojnamevan û çalakvana sivîl Sepîde Qelyan bi kefaleteke aborî ya 1.5 milyar tûmenê Îranê (pereyê Îranê) serbest berdan. Ew di Tîrmeha sala 2020’an de, piştî beşdarbûna wê di xwepêşandanên karkerên şîrketa kaniya şekir de li bajarê Heft Tepe, li başûrê rojavayê Îranê, ji ber nedana mûçeyên karkeran û xemsariya rayedaran li hember daxwazên wan, hatibû girtin.

Rojnamevan û çalakvanên medenî yên jin piştî çend mehan ji girtina wan di sala 2019’an de bi kefaleteke aborî serbest hatin berdan, di nav wan de rojnamevan û çalakvana sivîl Atîfeh Rengrîz ku tawana hevkarîkirin li dijî ewlehiya netewî ya Îranê û xerakirina nîzama giştî hatibû girtin û 11 sal cezayê girtîgehê û 74 qamçiyan lê hat birîn.

Rojnamevan Sanaz El-Yeharî û hevjînê wê Emîr Husên Mihemedî ji ber xebatên xwe yên di rojnameyeke zanîngehê de ku nûçeyên xwepêşandanên karkeran dişopandin, hatin girtin.

Îran di Indeksa Çapemeniya Cîhanê ya sala 2021’an de di rêza welatên herî xirab de ye û di nav 180 welatan de di rêza 178’an de cih girt.

Li gorî agahiyan, girtin û mehkûmkirinên keyfî, girtina rojnamegeran û mehrûmkirina wan ji xizmeta tenduristiyê zêde bûne. Bi destpêkirina xwepêşandanên vê dawiyê yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bo şermezarkirina kuştina jina Kurd Mahsa Emînî ji aliyê polîsên exlaqî ve, zêdetirî 20 rojnamevan ji wan Betûl Bîlalî û Semîra Elî Nejad ku xelkê parêzgeha Kirmanê ne, hatin girtin. Her wiha rojnameger Nîlofer Hemdî jî hat girtin û di 26’ê Îlonê de di pêwendiya telefonê ya bi dayik û hevjînê xwe re gotibû ku ew di hucreya yek kesî de ye.

Li gorî rêxistinên mêfê mirovan, herî kêm 40 rojnamevanên Îranî di xwepêşandanên li welat de ji ber şopandina xwepêşandanan hatin girtin.

Ji sedî 90 rojnamegerên jin ên Îranê rastî destdirêjiya zayendî hatine

Encamên lêkolîneke ku ji aliyê Kovara “Îdareya Ragihandinê” ya Îranê ve di hejmara xwe ya Hezîrana 2020’an de hatiye kirin, eşkere kir ku herî kêm ji sedî 90 rojnamevanên jin ên Îranê rastî destdirêjiya zayendî hatine. Her wiha di lêkolînê de hat diyar kirin ku ji sedkî 36 ji karbidestên hikûmî û nehikûmî yên Îranê berpirsê destdirêjîya zayendî ne.

Piraniya amarên destdirêjiya zayendî ya li dijî rojnamevanên jin di Îranê de bi rêjeya ji sedî 65 bi destdirêjiya devkî û bi rêjeya ji sedî 32 bi destdirêjiya li ser înternetê ve girêdayî ne.

Ji sedî 22 ji rojnamevanên jin dema ku di nav girseyê de bûn di dema ragihandina medyayê ya bûyerên cûda yên li welêt de rastî êrişa zayendî hatine.

Tevî zêdebûna hejmara rojnamevanên jin ên Îranê di desteyên weşanên rojnameyên Îranê de, lê hîn jî zextên hikûmetê, astengî û alozî berdewam in.

Dê bidome…