Piştî şewitandina çekan jî dewleta Tirk êrîşên xwe domand

Tevî pêvajoya aştiyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin û şewitandina çekan, ji 1’ê Çileya îsal ve heta 20’ê Tîrmehê dewleta Tirk hezar û 690 caran êrîşê xaka başûrê Kurdistanê kir.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Tevî hebûna pêvajoya aştiyê li Rojhilata Navîn, êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên sînorî yên Herêma Kurdistan û Iraqê didomin. Dewleta Tirk 42 sal in êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike. Ji ber êrîşên dewleta Tirk bi hezaran hemwelatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran gund hatin valakirin, ziyanên cidî mezin li ser jîngehê çêbûn. Di encama van êrîşên li ser xaka başûrê Kurdistanê ku armanc jinavbirina Kurd û Tevgera Azadiyê ye gelek zirar çêbûn.

Di sala 1983’an de, dewletên Tirk û Iraqê peymaneke bi navê ‘Hemahengî û asayîşa sînor’ îmze kir. Li gorî peymanê, herdu welat dikarin bi kûrahiya 10 kîlometreyan bikevin axa hev da ku tevgera azadiya Kurd têk bibin. Ji ber wê ji bo sûdgirtina ji wê peymanê û rewşa Iraqê piştî sala 1991’ê dewleta Tirk 40 kîlometreyan ket nava xaka başûrê Kurdistanê û piştre bi hezaran car êrîşî Başûrê Kurdistanê kir.  85 baregehên leşkerî bi kûrahiya 40 kîlometre li xaka Başûrê Kurdistanê bi cih kirine. Her wiha di 25’ê Gulana 1983’an de, dewleta Tirk bi zêdetirî 7,000 leşkeran êrîşa xwe ya yekem li dijî Başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Êrîş bi her cure çekên pêşketî li dijî gerîla û gelê Başûrê Kurdistanê berdewam kir. Di sala 2005’an de, parlamentoya Herêma Kurdistanê biryarek ku nabe qet hêzeke biyanî li herêma Kurdistanê hebin da lê belê dewleta Tirk ev biryar paşguh kir. Her wiha hikumeta Iraqê di sala 2018’an de bi fermî daxwaza sekinandina êrîşên dewleta Tirk li ser Iraqê û herêma Kurdistanê kir lê belê heta niha êrîş didomin. Ji bo bidawîanîna êrîş û komkujiyên 42 salan ên dewleta Tirk, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de, bi armanca aştiya gelan li tevahî Rojhilata Navîn banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir. Piştre bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di navbera 5-7’ê Gulana 2025’an de kongreya xwe li herêmên Parastina Medyayê li dar xist. Di kongreyê de biryara bidawîanîna têkoşîna çekdarî hat dayîn. Piştre ji bo niyeta baş PKK’ê 15 jin û 15 mêr gerîlayên PKK’ê bi merasîmek bi beşdariya nûnerên aliyên siyasî yên Rojhilata Navîn di 11’ê Tîrmeha 2025’an de li Şikefta Casenê ya li bejahiya bajarê Silêmaniyê çekên xwe şewitandin. Lê belê tevî çek hatin şewitandin jî êrîşên dewleta Tirk li dijî xaka başûrê Kurdistanê didome.

 Li gorî daneyên Rêxistina CPT ya Emerîkayê, ji sala 1991'ê ve heta Hezîrana 2024'an zêdetirî 700 hemwelatiyên başûrê Kurdistanê ji ber êrîşên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Ji ber êrîşan nêzî 200 gund hatine valakirin û zêdetirî 400 gund jî li ber xetera valakirinê ne.

Piştî pêvajoya aştî û bihevrejiyanê de, êrîş li gorî daneyên rêxistina CPT ya Emerîkayê ku bi riya malpera xwe ya fermî pêşkêş kiriye, her diçe zêdetir dibin. Êrîşên dewleta Tirk ên piştî pêvajoya aştiyê çêbûne wiha ne:

 Meha Çileyê

- Di 17’ê Çileya 2025’an de, droneke dewleta Tirk li Banya Çalkê li sînorê navçeya Dêrelûka ser bi navçeya Amêdiyê ve ket xwarê û di encamê de welatiyê bi navê Wehbî Sadiq birîndar bû.

 - Di 27’ê Çileya 2025’an de, balafirên bê mirov ên dewleta Tirk êrîşî sînorê gundê Şehiye yê girêdayî navçeya Dînarte ya Akrê kirin. Di encamê de du hejînên hev ên bi navê Cafer Celal Napekî yê 58 salî û Tîn Mihemed a 47 salî, ku ji bo karê çandiniyê bi çend hemwelatiyên din re çûbûn gundê Şehiye bûn hedefa van êrîşan û jiyana xwe ji dest dan. Di heman rojê de balafira bê mirov a dewleta Tirk êrîşî erebeyek toyota lendegroz li ser riya sereke ya gundê Girdcan ê navçeya Çarqurna ya girêdayî îdareya Raperînê kir. Di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Welatiyek li ser motorsîkletê jî birîndar bû. Nasnameya birîndaran heta niha nayê zanîn.

Meha Sibatê

- Di 18’ê Sibata 2025’an de, leşkerên Tirk gule li gundê Lokanê, li gundê Şêxzade yê deşta Hertî ya sînorê navçeya Sîdekanê barandin. Di encamê de ciwanek 24 salî ye bi navê ‘Heval Qadir Mihemed’ ku şivanî dikir, bi giranî birîndar bû.

Meha Adarê
- Di 2’ê Adara 2025’an de, leşkerên dewleta Tirk bi  helîkopter û balafirên şer bi dijwarî êrîşê Çiyayê Linkî û Geliyê Reşava yên li navçeya Deralûkê kirin. Êrîş 45 deqeyan domiya ev êrîşa herî mezin û demdirêj a leşkerên Tirk li Herêma Kurdistanê bû.

- Di 4’ê Adara 2025’an de, helîkopterên artêşa Tirk êrîşî Geliyê Moîn ê li gundê Balva yê navçeya Amediyê kirin.

- Di 5’ê Adara 2025’an de, dewleta Tirk ji baregeha xwe ya leşkerî, Çiyayê Metîna yê li gundê Guharzê topbaran kir. Di dema topbaranê de, şervanên PKK’ê êrîşî baregehek leşkerî ya Tirkiyeyê kirin. Di êvara heman rojê de dewleta Tirk bi dijwarî êrîş kir.
 - Di 6’ê Adara 2025’an de, saet 11:40’ê sibehê, balafirên şer ên dewleta Tirk bi dijwarî êrîşî dola Jajolan a li gundê Gelale yê girêdayî navçeya Mawata Silêmaniyê kirin.  

- Di 25’ê Adara 2025’an de, artêşa Tirk bi karanîna TNT’ê rêzeşikeftên li gundê Sêgirê yê li sînorê navçeya Amêdiyê teqandin û şikeft wêran kirin.

- Di 31’ê Adara 2025’an de, gundiyên gundê Barmîza yê navçeya Sîdekana parêzgeha Hewlêrê ji bo berhevkirina giyayên biharê û nebatan çûn çiyayên Abdul Kewî û Mêrgî Serçeman. Artêşa Tirkiyeyê li ser riya gundiyan xaleke kontrolê danî û piştî ku nasname û kartên wan ên neteweyî girtin, destûr da gundiyan ku biçin û di nav sînorên leşkeran destnîşan kirine de giya berhev bikin, bi şertê ku wêne û vîdyoyên herêmê nekşînin.

Meha Nîsanê
- Di saet 16:15’an a 1’ê Nîsana 2025’an de, dewleat Tirk bi balafirên bê mirov êrîşî Çiyayê Matîna yê li gundê Balava yê navçeya Amêdiyê yê parêzgeha Duhokê kir.

 - Di 9’ê Nîsana 2025’an balafirên şer ên dewleta Tirk bi tundî Çiyayê Kurejaro yê li navçeya Şêladizê ya Amêdiyê bombebaran kirin. Piştre, di saet 14:20’an de, leşkerên Tirk ji baregeha xwe ya leşkerî gule li gundê Birya Şîxo yê li quntara Çiyayê Kurojarî barandin. Yek ji guleyan li mala hemwelatiyê bi navê Bextiyar Mihemed Resûl ket.

- Di 10’ê Nîsana 2025’an de, topxaneya Tirk ji Çiyayê Matînayê êrîşî eniya Nizarke ya li Çiyayê Garê kir.

- Di saet 8:5’ê 12’ê Nîsana 2025’an de, dewleta Tirk 10 deqeyan êrîşê  Çiyayê Metînayê yê li gundê Guherzê yê navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê domand.
- Di 13’ê Nîsana 2025’an de, dewleta Tirk êrîşî gundê "Kafne Mijê" yê li beramberî Gara ya navçeya Amêdiyê kir. Di encamê de xaniyê hemwelatiyê bi navê Mahir Îskendar bi temamî hilweşiya.

 - Di 18’ê Nîsana 2025’an de, dewleta Tirk 11 caran êrîşî "Gelê Mewin" li Çiyayê Matîna yê li gundê Balava yê navçeya Amêdiyê kir.
- Di 20’ê Nîsanê de, artêşa Tirk 53 caran gundên Mijî, Kafna Mijî, Sipêndarî û Gargaşe yên li beramberî Gara ya navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê topbaran kir. Her wiha êrîşî geliyê Mewîn ê li Çiyayê Metîna li ser sînorê gundên Balava û Guherzê yên navçeya Amêdiyê kir.

Di heman êvarê de, balafirên şer ên dewleta Tirk 5 caran heman herêmê bombebaran kirin. 

 Meha Gulanê

- Di 15’ê Gulanê de dewleta Tirk 14 caran êrîşî Geliyê Şîva yê li çiyayê Metîna li pişt gundê Belave yê navçeya Amêdiyê kir. Her wiha di heman rojê de 9 caran êrîşî gundê Kefne Mijê û çiyayê Gara kir.  

- 16’ê Gulanê de, dewleta Tirk 26 caran êrîşî gundên Mijê, Kefne Mijê, Sipêndare û Gargaşe li çiyayê Gara li navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê kir. 

- Di 18’ê Gulana 2025’an de,dewleta Tirk 35 caran êrîşî çiyayê Gara û gundên Mijê, Kefne Mijê , Dêreşê, Sipêndare û Gargaşe yên li beramberî Çiyayê Gare li navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê kir.

 - Di 23’ê Gulana 2025’an de, artêşa Tirkiyeyê 5 rojan bênavber êrîşî çiyayê Heft Tebeq û eniya Nizarkê yên nêzîkî gundê Berîskê yê navçeya Şêladizê li sînorê Amêdiyê ya li parêzgeha Dihokê kir. Dewleta Tirk di nav 5 rojan de 26 caran êrîşî van herêman kir.  

 - Ji 24’ê Gulanê de, dewleta Tirk 83 caran êrîşî Çiyayê Nizarkê yê navçeya Şêladizê ya navçeya Amêdiyê kir. Dewleta Tirk her roj êrîşî herêmê dike. 

 Meha Hezîranê 

- Di 16’ê Hezîrana 2025’an de, dewleta Tirk 48 caran êrîşî gundên Mijê, Kefna Mijê û Spêndarê li beramberî Gara û Çiyayê Matîna li pişt gundên Guherzê û Balava li herêma Nehele ya navçeya Amêdiyê kir.

 - Di 18’ê Hezîrana 2025’an de dewleta Tirk derdora gundê Guherzê yê navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Dihokê bi giranî topbaran kir.

 - Di sibeha 20’ê Hezîrana 2025’an de, dewleta Tirk zêdeyî 100 caran êrîşî gundên Mijê, Kafne Mijê, Spêndare û Gargaşe yên li beramberî Gara ya navçeya Amêdiyê kir û rez û baxçeyên gundiyan şewitîn.

- Di 24’ê Hezîrana 2025’an de, dewleta Tirk 72 caran êrîşî gundên Dêreşê, Girgaşê, Mijê, Kefna Mijê û Spêndare yên li herêma Ber Gara ya navçeya Amêdiyê kir. Ji bilî şewitandina bi dehan donim zeviyên çandiniyê, mizgefta Dêreşê zirar dît û beşek ji mizgeftê şewitî.

 Meha Tîrmehê

- Roja Înê di 12’ê Tîrmeha 2025’an, de di dema merasîam çekşewitandina gerîlayên PKK’ê de di saet 8:40’ê sibehê de dewleta Tirk 5 caran êrîşî geliyê Mêwîn û Qaco yên li devera Nihêlê ya navçeya Amêdiyê kir.

- Di 18’ê Tîrmeha 2025’an de, dewleta Tirk 2 caran êrîşî geliyê mêwîn li rêzeçiyayên Metîna yê girêdayî navçeya Amêdiyê kir.

Tevî hebûna pêvajoya aştiyê ji aliyê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ve jî dewleta Tirk ji 1’ê Çileyê ve heta 20’ê Tîrmeha îsal hezar û 690 car êrîş xaka herêma Kurdistanê kiriye.