Ji Etiyopya heta Ugandayê: Tecrubeya jinan a berxwedan û rêxistinbûnê- 2
Di veguherînên siyasî û leşkerî yên li Efrîkayê de jin, di navenda têkoşîn û guherînê de ne. Ji Erîtreyê heta Etiyopya, Ruanda, Uganda, Burundî û Somaliyê, tecrubeyên jinan gelek serpêhatiyan ji me re vedibêjin.
MALVA MUHAMED
Navenda Nûçeyan – Di nava erdnîgariya germ û tevliheviyên dîrok, siyaset û nasnameyê de, jin li Afrîkayê ji bin çarşefa reş derdikevin û di qada leşkerî de cih digrin. Di navbera xeyala rizgarî û azadiyê û kabûsa binpêkirinê de, amadebûna wan ne tenê hejmar an kar e, çîrokeke kûr e ku di dilê parzemînê de hatiye nivîsandin. Ev çîrok dibêje çawa çek bûye beşek ji çîroka jinan û çawa ew ji sembola parastinê bûne aktor di qada şer de. Paradoks ew e guherîn pir caran di bin navên neteweyî yên berfireh de pêk hatin, hinek ji wan jî binpêkirinên sîstematîk veşartin, hinekan jî hewl dan wêneyek pêşketî nîşan bidin ku ew wêne ne li gorî rastiyê bûn.
Em di beşa duyemîn a vê dosyayê de, tecrubeyên jinan di artêşbûnên cuda yên Afrîkayê de diyar dikin, em analîz dikin çawa çek ji sembola parastinê veguheriye amûra têkoşînê û em zehmetiyên ku rastî jinan di riya gihîştina hêzdarbûn û wekheviyê de tên diyar dikin. Her wiha, girîngiya rola jinan di avakirina pêşerojeke adiltir û birfirehtir de bi taybetî jî li herêmeke ku hê jî di nava guhertinên lezgîn de li pey nasnameya xwe digere tê.
‘Sawa’ sembola guherînê di tecrubeya jinan a Erîtreyê de

Ev ne tenê çîrokek qehremaniyê ye, çîrokek dualî ye ku jinên Erîtreyê bi rengê têkoşîn û êşê dinivîsînin. Dema ku şoreşa sala 1961’ê de dest pê kir, jin ne temaşevanên dîrokê bûn, avakarên wê şoreşê bûn, jinên Erîtreyî cihê xwe ji malê ber bi cepheyê ve girtin û ji rêzên ‘Eniya Rizgariya Gelê Erîtreyê yê’ sisiyê wê pêk anî, şervan, hemşîre, rêber her wiha amadebûna wan her dem bi bandor bû.
Lê piştî serxwebûnê di sala 1991’ê de, ew dîmen ji bingehê ve hat guhertin. Rûmeta şoreşgerî veguherî siyaseta leşkerbûneke fermî, hikûmeta Erîtreyê pergala ‘xizmeta neteweyî ya mecbûrî’ ji bo her du zayendan danî. Ev xizmet bi gelemperî jî piştî qonaxa dibistana navîn dest pê dike û perwerdeya xwe ya leşkerî ya dijwar di kampa ‘Sawa’ de dibîne, ew kampa ku bûye sembola derbasbûna ji zaroktiyê ber bi cîhana leşkerîbûnê ve.
Di vê kampê de, zarokatî bû perwerdeya leşkerî ya dijwar û qehremanî bû barekî giran li ser milên jinên leşkerkirî. Tevî îdiayên wekheviyê, li paş dîwaran çîrokên bi şok der barê binpêkirinên giran, îstîsmar û girtina ku dawî lê nayê de, derketin holê. Di dema ku wêneyên jinan di mîsyonên parastina aştiyê de dihatin belavkirin de, rastiya di hundir de tarîtir û komplekstir bû. Ev rêgeza ku ji derve re wekî gavek ber bi wekheviya erkên neteweyî ve dihat nîşandan, bû mijara nîqaşên navneteweyî. Gelek raporên mafên mirovan binpêkirinên giran di nava jinên leşkerkirî de eşkere kirin, wekî êrîşên zayendî, îstîsmar û girtina kêfî. Li şûna ku xizmeta leşkerî deriyek ji bo hêzdarbûnê be, ji bo gelek jinan bû barekî giran ku riya xelasiyê jê tune ye.
Hikumeta Erîtreyê hewl da wêneyek din ji bo cîhanê pêkêş bike, di wê wêneyê de nîşan dide ku jinên Erîtreyê wek di misyona parastina aştiyê de û nûnerên welatan bi erken navneteweyî cih digrin. Di misyonên wekî Kongo û Afrîkaya Navîn de, rêjeya beşdarbûna jinên Erîtreyê gihîşt nêzî ji sedî 15.
Tecrubeya Erîtreyê wêneyek du alî pêşkêş dike: Ji aliyekî ve, serkeftineke şoreşgerî ya bêhempa di beşdarbûna jinan de weke şervan; ji aliyê din ve, pergala leşkerîkirina hişk ku jinan xist navenda hesabeke dijwar, di navbera erkên neteweyî û zordariya saziyî de diçe û tê.
Jin di atrêşê de di navbera modela Rawanda û hişyariya Etiyopiyayê de

Li parzemîna Afrîkayê, tecrubeyên tevlîkirina jinan di artêşê de cuda ye; modelên şoreşgerî, reformî û hinek jî pragmatîk derdikevin pêş. Eger em li tecrubeyên Etiyopya û Rawandayê mêze bikin, em dibînin ku her du model jî hêviyan didin lê belê ne bê zehmetî astengî ne.
Li Etiyopyayê, ji bo xurtkirina jinan di nava hêzên çekdar de dewlet bi gavên bi hesab tevdigere, bi taybetî di erkên navneteweyî de. Şandina zêdetirî 800 jinan ji bo misyonên parastina aştiyê nîşaneya pabendiyeke eşkere ye lê dikare wekî bikaranîna derve yê wêneyê jinan a leşkerî jî were fêmkirin. Tevî derfetên ku ji bo perwerde û beşdariyê ji jinan re tên dayîn, rêveberiya bilind û biryarên stratejîk pir caran di destên mêran de dimînin. Ev tecrube li ser tayeke tenik di navbera hêvî û rastiyê de her wiha di navbera pabendiya navneteweyî û sînorkirina navxweyî de dimeşe.
Di Ruandayê de jî welat ji xwêliya komkujiyê rabû, artêşbûneke herî şênber li Afrîkayê dihat hesibandin ava kir. Li vir, jin ne wekî îstîsna tên dîtin, wekî beşek bingehîn ji pergala ewlehî û parastinê tên dîtin. Lê belê ev vekirîbûn dikare ji hêla daxwaza siyasî ve were birêvebirin ku Ruanda wekî modela cîhanî ya lihevhatin û wekheviyê were pêşkêşkirin. Ev yek pirsan derdixe holê ev siyaset çiqas bi dirêjahiya demê re bi ser bikevin û ji baweriya saziyî derketine yan jî ji pêdiviya başkirina wêneyê navneteweyî ye.
Uxanda êşa dîrokî û gav bi gav pêşketin

Di dîroka Uxandayê de, tecrubeya jinan di saziya leşkeriyê de bi bîra şer û reformê re têkildar e. Salên dirêj, keçên Uxandayê li bakur bûn hedefa tevlîkirina bi zorî ji aliyê cemaeta ‘Leşkerê El-Reb ê Berxwedanê’ ve ku di salên 1990’an û destpêka 2000’an de bi hezaran keç hatin revandin û wan xistin nava şerê ku wan hilnebijartibû. Rastî awayên herî xirab ên tundî û îstîsmarê hatin.
Piştre, keç tevlî refên hêzên çekdar ên Uxanda (UPDF) bûn û jinên Uxandayî dest pê kir amadebûna xwe bi cilên fermî ferz bike. Perwerde dît, rêveberiyê kir û beşdarî parastina aştiya welatê xwe yê hundir û derve bûn. Wekî beşdarbûna wan di misyonên Somaliyê di nava hêzên Yekîtiya Afrîkayê (ATMIS) de ku rêjeya wan bû nêzî ji sedî 15 ji hêza Uxandayê.
Di dawiya sala 2023’an de, hejmara jinan di navbera ji %10û ji %12 di nava hemû hêzên çekdar de pêk hat. Ev rêje pir kêm e lê bi demê re zêde dibe. Di gaveke girîng de, General Beatrice Anook serokatiya beşa lojîstîkê kir û bû yekem jina ku vê asta girîng di artêşê de digre.
Zehmetî û astengî hene. Temsîla jinan di astên bilind de ne zêdeyî ji % 5 bû cudakariya bi awayê ne eşkere di parvekirina erkan de hê jî heye. Bi gelemperî ji bo jinan rolên îdarî û tendurustiyê tên tercîhkirin. Tevî reforman jî wekî afirandina yekîneyên piştgiriya derûnî û guhertina qanûnan ji bo şerê li dijî tacîzê, çand û kevneşopiya civakî ya li herêmên gundan hê jî bi çavekî bi guman li artêşbûna jinan mêze dikin.
Bi vî awayî, tecrubeya Uxandayê wêneyek tevlîhev ji berxwedan, guherîn û îsrarê çêdike. Ev ne çîrokek hêzdarbûna temam e, riyeke xwarûmar e ku jin jî bi gavên xwe davêjin vê riya di erdekî rojekê bi mayînana dagirtî bû de îro jî derfetên nû zindî dike de.
Artêşeke jinan tune ye lê jin di artêşê de hene

Li herêma Gola Mezin (Great Lakes), li ser xakekê ku enqazên şerekî navxweyî yên dijwar di sala 2005 an de bi dawî bû, Burundî dest bi sefera avakirina welatekî nû kir. Jinan pêşengiya van guhertinan dikirin. Ne temaşevan, wekî şervan, xwedî xeyal û afirînerên guherînê bûn. Di demên çek û agir de, jinên Burundiyî ne tenê hedef bûn û dibin siya kesan, beşek ji wê dîmenê bû, di rêzên komên wekî ‘Hêzên ji bo Parastina Demokrasiyê’ (FDD) de şer dikirin.
Di sala 2011’an de, bi piştgiriya Yekîtiya Afrîkayê, Wezareta Parastinê derî li jinan vekir ku tevlî artêşê bibin, di gavek ku armanca wê ji nû ve formulekirina rola jinan di pergala ewlehiya neteweyî de bû. Di wê demê de rêjeya wan ne zêdeyî ji % 3 bû keçik di akademiya leşkerî ya Bujumbura de di nav yekîneyên hevbeş de hatin perwerdekirin, bêyî ku artêşeke jinan a taybet were avakirin.
Hinek gavên din jî hatin avêtin, rêjeya beşdarbûna jinan di misyonên parastina aştiyê de, wekî mîsyona Yekîtiya Afrîkayê li Somaliyê (AMISOM), bû ji % 7. Ev geşedan hemû di şertên zehmet ên mezin de çêbûn, wekî cudakariya ne eşkere, nêrînên civakî yên kevneşop û zehmetiyên li herêmên gundan ku li dijî guherînê disekinîn.
Di sala 2023’an de, rêjeya jinan di artêşê de gihîşt ji % 5, di xebatên polîsî de ji % 8. Ev hejmar hê jî pir kêm e lê belê çîrokek têkoşîna hêdî û domdar vedibêje; çîroka jinên Burundiyî bi gavên hêdî di navbera mîrateya giran a şer û xeyala welatekî adiltir û bi hev re de dimeşe.
Hêzdarbûna ku bi astengiyan dagirtiye

Li Somaliyê ku kevneşopiyên berê bi zehmetiyên nûjen re têkildar in, jin rolên mihwerî yên girîng di civakê de dilîzin, di nav de jî hêzên çekdar. Tevî vê girîngiyê, beşdarbûna wan di artêşê de sînordar e û bi astengiyên çandî, ewlehî û civakî dorpêçkirî ne. Di civakek ku kevneşopiyên eşîretî yên hişk û şîroveyên olî yên muhafezekar tên pejirandin de, di van civakan de cilê leşkerî yê jinan wekî serhildanek li dijî adetan tê dîtin. Jina ku çek digre û di perwerdeyên leşkerî re derbas dibe, wekî yên ku li dijî ‘xwezayê’ ku jê re hatiye diyarkirin derdikeve.
Ev wêne ne tenê ji kevneşopiyên kevnare tê her wiha ji xîtaba olî ya tund jî xurt dibe. Komên wekî ‘Tevgera El-Şebab’ propxandaya wê dikin. Ev kom amadebûna jinan di jiyan û qada giştî de bi tundî red dikin, ji derveyî artêşê. Li gorî wan, jina di arêtşê de sembola helandin û hilweşînê ye, wekî amûrek di destên ‘dijminê Rojavayî’ de tê bikaranîn.
Astengi tene li ser asta ramanê namîne; derbasî nava rastiya pratîkî ya saziya leşkerî dibe. Her çendî xîtabên fermî yên der barê hêzdarkirina jinan de tên kirin, ‘dîsa jî cudakariya pergalî’ heye. Bi giştî berê jinan didin kar û erkên Îdarî û tendurustî û ji yekîneyên şer an îstîxbaratê dûr tên girtin. Her wiha, astên rêberiyê pir caran ji mêran re tên dayîn, heta dema ku şiyana wekhev hebe jî. Her wiha, tevî hewldanên avakirina yekîneyên piştgirîya derûnî, bêdengiya der barê tacîza cinsî û muameleya xerab di kampan de heye.
Li derveyî dîwarên artêşê, jinên di nav artêşê de di nava civakê de baş nayên dîtin. Li hinek herêmên gundewarî, jinen ku di nava xebatên artêşê de dixebitin ‘bê şeref’ tên pênasekirin, ev yek dibe sedema dûrxistina wan ji malbatê. Raporên mafên mirovan rewşên trajîk jî belge kirine ku jinên karên wan ên leşkerî eşkere bûne yan ji malên xwe hatine derxistin an jî bi zorê hatine zewicandin.
Tevî vanastengiyan hemûyan jî îdeolojîya li dijî artêşbûna jinan hêdî hêdî dest bi rawestandinê kiriye. Bi taybetî bi zêdebûna tehdîdên ewlehiyê. Somaliya ku bi tehdîdên terorîst û parçeparçebûna navxweyî re rû bi rû ye, hewcedariya xwe bi her destê ku dikare xwe biparêze heye.
Di dawiyê de, tecrubeya jinên Somaliyê di artêşbûnê de, di bin bandora têkoşîneke domdar a di navbera hêzdarbûn û kontrolê de, di navbera rastiya ewlehiyê û îdeolojiya kevneşopî û di navbera xeyalên kesane û sînorkirina civakî de dimînin. Ev rêwîtî ne bi tenê bi hejmarên jinên leşkerkirî tê pîvandin, bi qasî şiyana wê ya guhertina nêrînên li ser jinan, ji peyrewbûna wê ber bi aktoreke bingehîn ve di avakirina welatekî ku hê jî di nava xak û kavilan de li pey nasnameya xwe digere.
Ji cudakariya nijadî ber bi artêşeke xwedî gelek reng û rûyê cuda ve

Eger em ber bi başûr ve jî biçin, em ê bi tecrubeyeke cuda re rû bi rû bimînin. Piştî bidawîbûna pergala cudakariya nijadî li Afrîkaya Başûr di salên 1990’an de, dewletê ne tenê dest bi ji nû avakirina avahiyên xwe yên îdarî kir her wiha hêzên xwe yên çekdar jî bi awayek li gorî cihêrengiya çandî û civakî ya civaka xwe, ji nû ve saz kir. Jinan di vê guherînê de roleke bingehîn lîst; jin entegreyî nava hêzên çekdarî yên navneteweyî yên Afrîkaya Başûr (SANDF) bûn di çarçoveya siyasetek eşkere ya bi armanca gihîştina wekheviyê de. Ev ne tenê vekirina derî ji bo wan bû lê qanûnên leşkerî jî hatin guhertin da ku derfetên wekhev di erkên şer û astên rêveberiyê de ji bo wan were peydakirin.
Tişta balkêş ev e ku beşdarbûna jinan ne sembolîk bû, jin hatin teşwîqkirin ku astên bilind bigrin. Di nava wan de jî cihên rêberiyê di hêzên hewayî û deryayî de hebûn. Afrîkaya Başûr wekî yek ji welatên pêşeng ên Afrîkayê di tevlîkirina mijarên zayendî di doktrîna xwe ya leşkerî de, tê hesibandin li gel peydakirina yekîneyên piştgiriya derûnî û civakî di nava xizmetê de. Tevî vê pêşketinê, hêzên çekdar tevî hebûna qanûnên hişk, hê jî bi zehmetiyên wekî tacîz û cudakariyê di nava qişleyan de rû bi rû ne. Her wiha, cudahiya mûçeyan û bilindbûnê di hinek beşan de hê jî li aliyê mêran dimîne, li gel zextên civakî yên li herêmên gundewarî ku xizmeta leşkerî wekî “pîşeyek ji bo mêran” dibîne.
Jin li Nîjeryayê hêza guherîna li hemberî terorê ne

Li Nîjeryayê, dema ku agirê terorê di deh salên dawî de geş bû, bi taybetî piştî êrîşa koma Boko Haram li parêzgehên bakur-rojhilat, di sala 2014’an de, welat di Mijdara 2023’an de ragihand ku jin nêzî ji % 28 hêzên xwe yên parastina aştiyê pêk anîne.
Jin ji rolên kevneşopî dûr ketin û ber bi refên pêş ve çûn lê bi her guleya ku di qada şer de tê teqandin, şerekî din jî bi bêdengî tê meşandin , şerê li dijî qalibên civakî yên hişk, bi taybetî li bakurê welat, hinek çand hê jî tevlîbûna leşkerî wekî pîşeyek “bi taybetî ji bo mêran” dibînin. Ev şerekî xwedî gelek eniyan e ku jin her roj di nav de têdikoşin.
Di navbera reforma Gana û şoreşgeriya Angolayê de

Li Ganayê riya reformê, ne bi şoreşê bi guherînan zû dest pê kir. Di sala 1958’an de, salek piştî serxwebûnê, yekem jin ket nava refên artêşê û serdema nû ya beşdarbûna jinan di parastina neteweyî de dest pê kir. Tevî vê, rêjeya jinan hê jî heta niha ji %15 derbas nekiriye.
Li Angolayê ku di nava qêrînên şerê azadiyê de jidayîk bûye, tevî qehremaniyên jinan di şoreşê de, pergala artêşê ya kevneşop hate parastin. Jin di navenda şer de bûn di şerê serxwebûnê yê salên 1960’an de, dema ku tevlî “Tevgera Gel a Azadkirina Angola” (MPLA) bûn.
Ji dilê vê têkoşînê, “Rêxistina Jinên Angolayê” di sala 1962’an de hat damezrandin ku bû destên jinan ê şoreşê û ragihandina siyasî û leşkerî ya jinan birêve dibir û xîtabeke du alî li ser azadî û wekheviyê ava dikir. Dema serkeftinê di sala 1975’an de rasterast nebû sedema hêzdarbûna jinan di nava saziya leşkerî de. Pergala mêran berdewam kir û beşdarbûna jinan di yekîneyên şer û rêberiya bilind de sînordar ma. Raporên Neteweyên Yekbûyî jî vê yekê piştrast dikin ku rêjeya jinan di artêşa Angolayê de heta sala 2023’an ji % 15 nebûye û beşdarbûna wan di misyonên parastina aştiyê de nêzî ji %10 bû. Bi taybetî li Kongo û Afrîkaya Navîn.
Senîgal nîşaneyên guherîna leşkerî bi riya jinan

Senîgal jî wekî modela sêyem li gel Gana û Angolayê derket pêş, tecrubeya wê di navbera disiplîna leşkerî ya kevneşop û vekirîbûna hêdî hêdî ya beşdarbûna jinan de hat dîtin. Ev bi dîroka siyasî ya hinek be jî aram û daxwaza xurtkirina wêneyê xwe yê navneteweyî tê birêvebirin.
Di deh salên dawî de, Senîgalê dest bi entegrekirin û beşdarîkirina jinan a nava hêzên çekdar kir û li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, rêjeya jinan di artêşa Senîgalê de heta sala 2023’an hê jî ji % 15 kêm bûye.
Encam

Di encamê de, ev tecrube destnîşan dikin ku amadebûna jinan di qada şer de qet ne projeyek ji bo parastina jinan bi xwe bûye, ne jî hewldanek ji bo avakirina artêşeke jinan a taybet. Ev beşek e ji fonksiyona berfireh a ji hêla îdeolojî, siyaset û pêdiviyên ewlehiyê ve tê birêvebirin ve ye. Jin ne ji bo parastina zayenda xwe ketin saziya artêşê, bûn beşek ji pergalên neteweyî yan şoreşgerî ku di navbera hêzdarbûna sembolîk û sînorkirinên pergalî de her wiha di navbera wêneyê pêşketî û rastiya bi astengiyan dagirtî de diherikin.
Ev beşdarbûna rol û nasnameyê diyar dike ku beşdarbûna jinan di artêşa Afrîkayê de hê negihîştiye wekheviyeke temam an jî serxwebûneke taybet lê hê jî di nava sînorên saziya leşkerî de dimînin. Di beşa sêyemîn a vê dosyayê de, em ê balê bikşînin ser tecrubeyên din êm li Rojhilata Navîn da ku amadebûna jinan di qada berxwedan û guherînê de baştir bibînin.