Mecîda Hesûn: Jin li dijî feraseta baviksalar a 5 hezar salî têkoşiya
Seroka Desteya Jinan a herêma Firatê Mecîda Hesûn, diyar kir ku tekoşîna jinê tenê di qada leşkerî de sînordar nemaye û wiha got: “Jin li dijî feraseta baviksalar a pênc hezar sal di civakê de cih girtiye têkoşiya.”
SÎLVA EL ÎBRAHÎM
Kobanê – Şoreşa jinan li Rojavayê Kurdistanê wek berdewama têkoşîneke dirêj a beriya aloziya Sûriyeyê derket holê. Lê piştî sala 2011’an di çarçoveya projeya Rêveberiya Xweser de bi awayekî zelal derket holê. Di xurtkirina jinan a di warê siyasî, leşkerî û civakî de veguherî ezmûneke bêhempa û wekî modelek berxwedana jinan di dilê şer û pevçûnan de bala cîhanê kişand.
Şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber valatiyekê derneketiye. Beriya wê, kombûnên siyasî û civakî çêbûne. Ya herî berbiçav jî, serhildana Kurdan a li bajarê Qamişloyê di sala 2004’an de bû. Ew serhildana ku piştî bûyerên stadyûmê li bajêr derketin holê, di hişmendiya siyasî ya Kurdan de kêliyek girîng pêk anî. Her wiha, tevî qeyd û sînordarkirinên ewlehiyê yên wê deme, qonaxek nû ya rêxistina civakî û xebata veşartî û sivîl ku tê de hebûna jinan zêdetir bû ava kir.
‘Şoreşa jinan ji bingehek rêxistinkirî ya saxlem derket’
Seroka Desteya Jinan a herêma Firatê Mecîda Hesûn, diyar kir ku şoreşa jinan li Rojava ne ji ber aloziya li Sûriyeyê derketiye holê û wiha got: “Di dema wê de eşkere bû, ji ber ku hêmanên wê bi salan hebûn. Yekîtiya Star ku niha bûye Kongra Star, di sala 2005’an de hatiye damezrandin. Jinan bi tevî desthilatdariya Baasê jî, bi dizî xwe birêxistin dikirin û ev yek jî dibe nîşaneya rihê serhildan û biryardariya jinan a wê demê.”
‘Bi têkoşîna jinan asta edaletê xurt bû’
Mecîda Hesûn bi bîr xist ku bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê ya di sala 2011’an de, piştre Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku li herêmên Kurdan bi derxistina rejîma Baasê ya ji Qamişloyê, Efrîn û Kobanê pêk hat, gelê Kurd ji bo çalakkirina projeya xwe ya siyasî û civakî, zemînek li ser bingehê ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên derbarê rizgariya jinan de dîtin. Mecîda Hesûn wiha got: “Di çarçoveya projeya Rêveberiya Xweser a li Rojava de veguherîn avahiyên rêxistinî yên zelal. Destpêkirina şoreşa jinan li Rojavayê Kurdistanê xwe dispart bingeha tekoşîna veşartî ya jinan a di dema desthilatdariya Baasê de dimeşandin. Vê yekê zemîna şoreşê xurt kir û jin ji bo qonaxek nû ya têkoşînê li ser astên siyasî, dîplomatîk, rewşenbîrî û leşkerî amade kir. Û bi vê tekoşînê jinan di asta xurtkirina edaleta di navbera her du zayendan de destkeftî bi dest xistin.”
Şoreşa jinê bi modela xwe bû nimûneyek li cîhanê
Di nava Şoreşa Rojava de, Yekîneyên Parastina Jinê YPJ hat damezrandin. Sîstema hevserokatiyê di meclîsan de hat pejirandin û di sektorên cûda de malên taybet ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan hatin afirandin. Bi vî awayî, şoreşa jinê dikare wekî dirêjkirina ezmûnek tekoşînê were xwendin ku diyardeyên wê di sala 2004’an de dest pê kir, lê piştî sala 2011’an wekî projeyek yekgirtî ku hewl dide rola jinan di civakê de ji nû ve pênase bike, zelal bû. Modelek bêhempa pêşkêş kir. Ji çarçoveya pevçûnê derket holê da ku xwe li ser maseya nîqaşa navneteweyî deyne.
Êrîşên têkçûyî yên li ser şoreşa jinan
Şoreşa jinan rastî êrîşên dijwar ên DAIŞ’ê hat, projeya wê ya civakî kir hedefa êrîşên xwe ji ber ku wek dijberiya îdeolojiya wê ya tundrew didît. Her wiha li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî jî rastî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê hat. Di dilê van pevçûnan de Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê derket holê, şerên giran meşand û beşdarî tekbirin û şikandina êrîşan bû. Wêneyên şervanên jin û berxwedana wan bû sembolek cîhanî, û qehremaniya wan wekî modelek berxwedana jinan a bêhempa li hember tundrewî û şer li ser dikê navneteweyî bilind bû.
Mecîda Hesûn rola YPJ’ê destnîşan kir û wiha dirêjî da nirxandinên xwe: “Yekîneyên Parastina Jinê ji bo jiholêrakirina hemû êrîşên ku armanc dikirin şoreşa jinan têk bibin rolek pir girîng lîst, karîbû metirsiya DAIŞ’ê li ser şoreşa jinê û tevahiya cîhanê ji holê rake."
Mecîda diyar kir ku tekoşîna jinê tenê di qada leşkerî de sînordar nemaye û wiha domand: “Jin li dijî feraseta baviksalar a pênc hezar sal di civakê de cih girtiye têkoşiya. Ev ne mijarek hêsan bû, bi perwerde, îsrar û hewldanên zêde, jinan karîbû guhertinan çêkin û ev jî, encama tekoşîna salên şoreşê ye.’’
‘Bi biryardarî em ji bo parastina destkeftiyên xwe têkoşiyan’
Mecîda balkişand ser dengvedana dengê şoreşê û ev tişt li nirxandinên xwe zêde kirin: “Tiştê ku şoreşa me li seranserê cîhanê deng veda ew bû. Di nava berdewamiya gef û êrîşên leşkerî de tekoşînê jî berdewam kir û ji bo pêşxistina rastiya civakî bi riya rizgariya jinê, me dudilî nekir. Hemû êrîşên ku şoreşa me hedef girtin, biryardariya me zêde kir da ku em destkeftiyan zêdetir bikin û li dijî destên dirêjî şoreşa me dibin, bibin bersiv.’’
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Seroka Desteya Jinan a Kantona Firatê Mecîda Hesûn, li tevahî jinan û li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha nirxandinên xwe wiha domand: “Hatina 8’ê Adarê bi qonaxa duyemîn a Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk re hevdem e. Em wek jin wê wek çavkaniyek îlhamê dibînin û em asta tekoşîna xwe bilindtir bikin. Her wiha tekoşîna xwe berdewam bikin da ku em di vê qonaxa girîng de rola ku dikeve ser me bileyzin da ku em Suriyek Demokratîk ku hemû pêkhateyan di nav xwe de digre ava bikin. Destkeftiyên xwe biparêzin û di destura Suriyeyê de bi awayekî qanûnî bi cih bînin.’’
Wê Bidome…