Li Mexribê nîqaşên li ser mafên jinan
Buşra Abdu destnîşan kir ku nîqaşên li ser mafên jinan li Mexribê di sala 2025’an de dijwartir dibin, tekez kir ku qanûnên malbatê û qanûnên tundûtûjiyê têrê nakin û diyar kir ku medya û saziyên civakî di xurtkirina wekheviyê de roleke girîng dilîzin.
HENAN HERÊT
Mexrib – Nîqaşa li ser mafên jinan li Mexribê di qonaxek krîtîk de ye di navbera retorîka fermî ya ku tekezî li ser pabendbûna bi reforman dike û daxwazên wekhevî û edaletê di nav malbat û civakê de. Lêbelê, pirsên bingehîn bêbersiv mane û li benda çareseriyên qanûnî yên zelal in. Ev yek valahiya di navbera daxuyaniyên niyeta siyasî û wergerandina wan bo siyaseta giştî û qanûnên bicîhkirî de nîşan dide, nemaze ji ber veguherînên kûr ên ku di nav malbata Mexribî de diqewimin û daxwazên ji bo naskirina tevahî ya mafên jinan, hem qanûnî û hem jî pêkanîna wî.
Di sala 2025’an de, nîqaşên li ser qanûnên ku rasterast bi rewşa jinan ve girêdayî ne, bi taybetî jî sererastkirina Qanûna Malbatê, bi awayekî bêhempa zêde bûn. Lêbelê, ev nîqaş di metnên qanûnî yên dawîn ên ku ji parlamentoyê re hatine şandin de bi tevahî nehatin nîşandan. Buşra Abdu, Seroka Komeleya Têkoşîna ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê, nirxandina xwe ya li ser vê mijarê bi ajansa me re parve kir.
Buşra Abdu diyar kir ku sala 2025 ne saleke biryarên dawî bû, lê saleke nîqaşeke giştî ya berfireh li ser rewşa jinan di sîstema hiqûqî de bû. Wê destnîşan kir ku gelek nivîs, wekî qanûna cezayên alternatîf û sererastkirina Qanûna Prosedûra Ceza, mijarên edaleta civakî û wekheviya li ber qanûnê dîsa anîne rojevê. Li gorî Buşra Abdu, ji perspektîfa tevgera femînîst, ev rêzikname ne bes in heya ku bi reformeke berfireh a Qanûna Malbatê ve neyên girêdan. Buşra Abdu tekez kir ku sererastkirina Qanûna Malbatê kevirê bingehîn ê reformeke rastîn a derbarê jinan de ye û zêde kir ku hin pêşniyar bi tevahî daxwazên tevgera femînîst çareser nakin, nemaze dema ku metneke zelal û diyarker tune be.
‘Tiştên hatine bidestxistin nikarin mîna serkeftinek tam bê binavkirin’
Buşra Abdu, diyar kir sala 2025’an ne sala biryarên dawî ye, saleke nîqaşeke berfireh a civakî ya li ser rewşa jinan a di nava pergala hiqûqî de ye. Buşra Abdu, wiha got: “Cezayê alternatîf û nirxandina prosedurên cezayî jî di nav de hinek nivîs pirsên edaleta civakî û wekheviya li ber qanûnê ji nû ve anîne rojevê, lê ev yek di aliyê tevgeran jinê de heta bi reformeke berfireh a Qanûna Malbatê ve neyê girêdan, ne têrkêr e.”
Buşra Abdu, destnîşan kir ji nû ve nirxandina Qanûna Malbatê kevirê bingehîn ê reforma rast a der barê jinan de ye û diyar kir ku bi taybetî dema metneke dawî ya zelal tune be, tenê ragihandina hinek pêşniyaran bi tevahî ji bo daxwazên tevgera jinan nabe bersiv. Her wiha guhdarkirina daxwazên civaka sivîl û tevgera jinan gavekî erênî ye û têkoşîna rastîn di wêrekiya reformên tên bendewarkirin û gengazbûna wan a bêyî tawîzdayîna prensîbên wekheviyê de ye.”
‘Rakirina pirjiniyê û zewaca zarokan yek ji daxwazên tevgera jinan e’
Komîteya ku Qanûna Malbatê dinirxîne, pêşniyarên ji civaka sivîl, tevgera jinan û aktorên siyasî yên cûrbecûr hatin guhdar kir. Buşra Abdu, da zanîn nirxandin dê bibe sedema qanûnên dadperwer ku wekhevî û mafên mirovan bêyî cudakarî diparêzin û daxwazên sereke yên tevgera jinan wiha rêzkir: “Rakirina tevahî ya pirjiniyê û zewaca zarokan, naskirina mafên welayeta qanûnî ya hevbeş a ji bo dayik û bavan û mîsogerkirina berjewendiyên baştir ên ji bo zarokan e. Ger veguherînên civakî yên di civaka Mexribê de bên berçavan kirin, ev pirsgirêka nayên paşguhkirin.”
Buşra Abdu, der barê mafên aborî de jî wiha got: “Rûxmê ku nîqaşên li ser dabeşkirina milkê zewacê yek ji pirsgirêkên herî girînge ku jin piştî hevberanê pê re rû bi rû dimînin jî hêj sînordar e. Naskirina keda malê ya bêpere ji bo jinan ne cudahiyek zêde ye, ji bo avakirina edaleta navxweyî gavek bingehîn e.
Buşra Abdu, têkildarî tundiya li dijî jinan diyar kir ku sala 2025’an careke din sînorkirinên nivîsên hiqûqî yên heyî ya di pêşkêşkirina parastina bi bandor de eşkere dike. Buşra Abdu, axaftina xwe wiha domand: “Divê Qanûna Hejmar 103.13’an a Têkoşîna li dijî Tundiya Li Ser Jinê, bi guhertinên rast re veguhere hêj zêdetir bibandor û parastinê pêktîne. Valahiya di navbera sepandina qanûnê û nivîsa hiqûqê de hêj berdewam dike û di warê gihîştina edaletê û piştgiriya rastî tundiyê tên de kêmasî hene.”
‘Pêdivî bi qanûnek taybet ku tundiya dîjîtal çareser bike heye’
Buşra Abdu, di berdewamiya axaftina xwe de veguherînên nû li ber çavan girt û banga nirxandinek berfireh a çarçoveya hiqûqî kir. Buşra Abdu, wiha got: “Pêdivî bi qanûnek taybet ku tundiya dîjîtal çareser bike heye û ji ber zêdebûn û belabûna vê yekê ya di nava jin û zarokên keçan de pêdivî vê yekê heye.”
Buşra Abdu, destnîşan dike ku pirsgirêkên jinan li gorî salên berê di qadên giştî û medyayê de bêtir xuya bûne, lê bi piranî di çarçoveyên demkî an jî li ser bingeha derfetan de tên nîqaş kirin. Buşra Abdu, îdia dike ku divê xuyabûna jinê ya di medyayê û civakê de bi reformên yasayî û guhertinên li qanûna hilbijartinê bê piştgirî kirin û da zanîn ev yek prensîba wekheviyê li gorî xala 19’an a makezagonê xurt bike.
Buşra Abdu, diyar dike ku medya di pêvajoya guhertinê de hevkarek bingehîn e, lê divê ev yek ji pêşkêşkirina nûçeyan ber bi mantiqek analîz û hesabdayînê ve biçe. Buşra Abdu, destnîşan kir ji bo nîqaşên vekirî ku di serdema pêş de bibin sedema qanûnên dadperwer, pêdivî îradeyek siyasî ya zelal û qanûnên dadperwer heye û ev yek ji bo veguherandina jiyana jinan şertê bingehîn e.”
‘Qanûnên dadperwer ji bo guhertina zihniyetê û avakirina civakê kevirê bingehîn e’
Seroka Komeleya Têkoşîna ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê Buşra Abdu, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku perspektîfek 2026’an derxistina qanûnên dadperwer û parastanê pêktîn e. Buşra Abdu, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ew rola saziyên civakî yên mîna perwerde, medyayê û partiyên siyasî di xurtkirina çanda wekheviyê û jiholêrakirina tundÎ û cudakariyê de girîng e. Qanûnên dadperwer dê ji bo guhertina zihniyetê û avakirina civakek li ser bingeha rûmet û edaletê kevirê bingehîn e.”