Li Yemenê rola jinan çawa ji nû ve tê çêkirin?

Li Yemenê doza jinan, wêneyekî bi guherînên pevçûnan re zêdetir têkildar e, ji ber ku tê de xîtaba olî bi avahiyên eşîrî û amûrên ewlehiyê re di nav hev de ye da ku laş û rola civakî ya jinê veguherin qada têkoşîna siyasî û sembolîk.

XEDÎR EL-EBAS

Navenda Nûçeyan – Jinên Yemenî îro di rewşek pir aloz de dijîn. Rewşek ku siyaset bi olê re di nav hev de ne, her wiha projeyên desthilatdariyê bi pevçûnên nasnameyê re tên girêdan. Bi veguhertina Yemenê ya ber bi qada pêşbaziyê ya herêmî û navxweyî re, jin ne tenê kesên ku ji şer bandor dibin in, her wiha ew bûye beşek ji xîtabên olî. Jin bi awayekî sembolîk tên bangkirin, lê bi awayekî siyasî tên bikaranîn û rola wan li gorî hewcedariyên hêzên ku di navbera xwe de şer dikin, ji nû ve tên sazkirin.

Jin rasterast dibin hedefa qedexeyan

Ji dema destpêka şer ve,  di destê aliyên ku di navbera wan de şer heye de, xîtaba olî bûye amûrek bingehîn. Ji bo rewakirina siyasetê û destnîşankirina tevgera civakî tê bikaranîn. Mijarên wek kefî yan hîzar, bihevrebûna herdu zayendan, perwerdehî û kar, wek xetên pêwendiyê di navbera “nasname” û “gefê” de tên pêşkêşkirin. Ev siyasîkirina mijarê ye, li şûna ku jin di civakê de bibin aktorek serbixwe, rasterast dibin hedefa qedexeyan û amûrek ji bo îsbatkirina rewatiyê.

Rastiyek di navbera pêşketineke nisbî û qedexeyên civakî de tê afirandin

Li herêmên ku di bin kontrola Hûsiyan de ne, jin bi qedexeyên tund ên li ser tevgera xwe re û berfirehbûna çavdêriya civakî û bikaranîna rasterast di saziyên heyî de rûbirû dimînin. Li herêmên ku hikûmeta demkî ya ku ji aliyê navneteweyî ve hatiye pejrandin, her çend qada tevgerê hinekî firehtir be jî, lewaziya saziyan û hilweşîna xizmetan dibe sedem ku jin nikaribin bi awayekî bibandor beşdar bibin. Li başûr jî ji ber aloziya siyasî, bi avahiyên kevneşopî re di nav ragêşiyan de ne. Rastiyek di navbera pêşketineke nisbî û qedexeyên civakî de tê afirandin. Ev cihêkarî jî mafên jinan bi desthilata heyî ve girêdide.

Tundiya li ser bingeha zayendî zêde bû

Ev guherîn bi awayekî rasterast şewqa xwe dide ser jiyana rojane ya jinan û lê bandor dike. Hilweşîna binesaziya bingehîn bû sedema kêmbûna xizmetên bingehîn, bi taybetî perwerdehî û lênêrîna tenduristiyê, ducarî li jin û jinên ciwan bandor kir. Her wiha ji ber lawazbûna mekanîzmayên parastina qanûnî, tundiya li ser bingeha zayendî zêde bû. Di asta siyasî de jî, beşdariya jinan li gorî tiştên ku wan di Konferansa Diyalogê ya Neteweyî ya sala 2013’an de bidestxistibûn de kêmtir bû. Ji sala 2011’an ve Yemen rêze guherînên kûr dît ku cihê jinê di civakê de ji nû ve têşe bigre. Tevgerîna gelêrî ya wê demê, bû kêliyek pêşketinê da ku jin di qada giştî de berz bibin. Piştre bi lidarxistina Konferansa Diyalogê ya 2013’an ji jinan re cihê hebûnê ya bêhempa da. Lê bi kontrolkirina Husiyan a Sanayê ya di sala 2014’an de û destpêka şerê 2015’an de, pêla paşveçûnê ya berfireh di maf û azadiya jinan de dest pê kir. Di navbera salên 2016 û 2025’an de, parçebûn zêde bû, hêzên desthilatê zêde bûn, binpêkirin û tundiya siyasî her wiha qedexeyên li ser jinan jî zêde bûn. Heta sala 2025’an  ji xirabûna ewlehî û civakî ji bo jinan gihîşt lûtkeya herî jor.

Di navbera eşîr û çekê de jin

Ji sedsalan ve civaka Yemenî li ser pergala eşîrî-baviksalarî rawestiyaye, ku ev pergal cihê kes an ferd di nav komê de diyar dike. Ev pergal ji mêran re desthilata civakî berfireh dike, di heman demê de rol û tevgera jinan teng dike. Ev konsept ne tenê kevneşopiyek civakî ye; çarçoveyek giştî ye ku têkiliyên civakî rêxistin dike û diyar dike kî biryar digire, mafê kê di nûnertiyê de heye û kî dikare di qada giştî de derkeve pêş. Di vê çarçoveyê de, jinên Yemenî xwe di bin rêgezên hişk de dibînin ku bijartinên wan teng dikin û nirxa wan ya civakî bi astê ku ew li gorî pîvanên rûmetê, serîdanîn û dîsîplîna malbatî tê girêdan.

Kevneşopiyên eşîrî bûn çavkaniya yekem ji bo çareserkirina nakokiyan

Bi destpêkirina pevçûnan re ev avahiyên kevneşopî kêm nebûn, zêdetir pêk hatin. Aliyên çekdar wan ji bo zêdekirina dilsoziyê, kontrolkirina civakê û meşrûkirina kiryarên xwe bikar anîn. Di encamê de, kevneşopiyên eşîrî bûn çavkaniya yekemîn ji bo çareserkirina nakokiyan, ev jî jinan ji dadperdê dûr dixe û zextên civakî li ser wan zêdetir dike. Ji bo ‘pabendiya ehlaqî’ an ‘parastina nasnameyê’ bi awayekî sembolîk ev kevneşopî tên bikaranîn.

Kuştinên siyasî wek amûra bêdengkirina dengê jinan

Tundiya siyasî li dijî jinan yek ji girantirîn astengiyên li ber beşdariya jinan di jiyana giştî de disekine. Li şûna ku qada siyasî bibe qada azad a gotin û çalakiya sivîl, di gelek rewşan de dibe qada tirs û gefê, lutkeya wê dighêje hedefgirtina çalakvanan, rêveberên civakî û rojnamevanan. Di sala 2025’an de sûcên kuştinê zêdetir bûn; ya herî dawî jî kuştina Aftihan El-Meşherî bû ku raya giştî hejand. Ev sûc ne tenê wan kesan armanc dikin, her wiha peyameke tirsê ye ji bo her jinek ku difikire bikeve qada giştî, di şertên ku hesabpirsîn kêm dibe.

Hewcedariya tekez bi reformên ewlehî û dozgeriyê

Kuştina Aftihan El-Meşherî di Îlona 2025’an de, rastiya xeteriyan ji jinên di cihê berpirsyariyê de ne eşkere kir. Ev ne tenê bûyerek e; beşek ji şêweyê tundiya siyasî ya li dijî jinên pêşeng tê meşandin e jî. Ev sûc peyamên gefê yên eşkere ji bo her jinek ku di karên giştî de cih digre an jî li dijî gendeliyê dixebite, derdixe pêş. Hewcedariya tekez bi reformên ewlehî û dozgeriyê ji bo mîsogerkirna parastina jinan û xurtkirina qanûnan heye.

40 hezar binpêkirin li dijî jinan hatine tomarkirin

Raporên mafên mirovan nîşan didin ku di sala 2025’an de jinên Yemenî yek ji elîtên herî zêde rastî tundî û binpêkirinan hatine, bi taybetî li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de. Li gorî rapora Saziya Xurtkirina Jina Yemenî ‘Yemen Women Empowerment Foundation’ (YWEF), di navbera 2015 û 2025’an de zêdeyî 40 hezar binpêkirin li dijî jinan hatine tomarkirin. Ji wan 1901 rewşên girtin û revandin, di nav de rewşên ne zelal û êşkenceyê hene, 2940 girtin, her wiha darazindina darvekirinê, zîndanîkirin û cezayên din. Her wiha raporê destnîşan kir ku 2720 jin ji ber topbaranê hatine kuştin, 375 sûîqastên rasterast, ji ber mayînan jî 606 kes birîndar bûn, li gel 42 rewşên destdirêjiyê li cihên ku jin lê tên girtin an dema koçberiyê.

Nebûna lêpirsîn û hesabxwestinê yek ji pirsgirêkên bi van sûcan ve girêdayî ye. Ji ber ku gelek dozan ji aliyê nenas ve hatibe kirin destnîşan dike, yan jî lêpirsînek bê encam vedike. Ev yek jî rastiya vê pegala edaletê ya qels destnîşan dike, her wiha tekez dike ku zemînek siyasî û ewlehiyê ku sûcdar ji cezayî xilas bibe destnîşan dike.
Girtin û şopandina ewlehiyê
Her wiha girtin û şopandina ewlehiyê ya ku jin li Yemenê pê re rû bi rû dimînin ne tenê ji ber wan wek kes e,  ji bo afirandina atmosferê tirsê ye da ku wan ji beşdariya jiyana giştî, siyaset, maf û karên civakî dûr bixe û rola kevneşopiyê ji nû ve biafirîne.

Sala 2025’an jî li Yemenê berdewamiya girtin û binpêkirinên li dijî jinan hat dîtin. Bi taybetî li herêmên ku di bin kontrola Hûsiyan de bûn. Ji ber ku rêxistinên mafan bi sedan binpêkirin tomar kirin, di nav de bi sedan rewşên girtin, revandin û windahiyan. Yek ji wan bûyeran jî doza Aşwaq Suleyman El-Şimêrî ku di mijdarê de hat revandin, şokek mezin çêkir. Ji ber awayê destdirêjiyê, statûya wê ya akademîk û nezelaliya çarenûsa wê heta niha.

Bikaranîna xîtaba olî, amûra kontrola civakî ye

Xîtaba olî ji bo diyarkirina rola jinan û kontrolkirina tevgera wan tê bikaranîn. Bi ferzkirina şêweyên taybet yên cil û berg, bi sînordarkirina tevgerê û bi girêdana rola jinê bi zayîn û xizmeta malbatê tê pêk anîn. Bi dirêjbûna şerê ji sala 2015’an ve, ev xîtab bêtir tund û siyasî bûye û bûye sedema paşveçûnek mezin di destkeftiyên jinan de. Di aliyê dîrokî de, li Yemenê ol roleke mihwerî di avakirina kevneşopiyên civakî de leyîstiye. Bi pevçûnan re, ol ji aliyê komên çekdar ve û saziyên olî yên fermî û ne fermî ve hatiye bikaranîn.

Wek amûrên kontrolkirina civakî tên bikaranîn

Kontrola li ser bedena jinê li Yemenê di nav kiryarên wek “erkên olî” têne pêşkêş kirin, her çend gelek caran ew tenê adetên civakî ne jî. Bi ferzkirina şêweyên taybet yên cil û bergan di bin navê namûs û fezîletê de, ji bo rêwîtiyê bi şertê hebûna miherem, bê destûr nabe derkeve, kontrolkirina tenduristiya zayînê, rola jin tenê anîna zarokan û xizmeta malê, sûcdarkirina her cûre nîşandanên laşî “ne li gorî rêzikê” têne dîtin. Ev pêkanîn jî wek amûrên kontrolkirina civakî tên bikaranîn her wiha beşek ji ‘nasnameya olî’ tê pêşkêşkirin.

Di navbera hêzdarkirina sembolîk û nebûna sazî de jin

Xîtaba fermî li Yemenê bi peyvên berfireh li ser piştgiriya jinan û hêzdarkirina wan bipêş dikeve. Ev xîtab jî di bûyerên neteweyî, belgeyên siyasetê û daxûyaniyên fermî yên berpirsyaran de tê dubarekirin. Ew wek hewldanek ku hikûmet li ber civaka navneteweyî xwe wekî alîgirê pêşketinê nîşan bide, bi taybetî di şertên zextên têkildar bi mafên mirovan de.

Li paş vê wêneyê ronak rastiyek aloz heye: hebûna jinan di cihên biryargirtinê de kêm dibe û derfetên wan di saziyên fermî de têne sînordarkirin.
Gavek sembolîk an destpêka guherînê?
Di demên dawî de tayînkirina sê wezîrên jin di hikûmeta nû ya Yemenê de, pêla hêviyek bi hişyarî afirand. Ev biryar wek hewldanek diyar kir ku pêngavek siyasî nîşan dide û li ber civaka navneteweyî wêneyekî hevsengtir pêşkêş dike.

Her çend ev gav di asta temsîla sembolîk de girîng be jî, bandora wê bi sînor dimîne heke bi reformên sazî yên eşkere nehatibe destekkirin. Hebûna sê wezîrên jin nayê wateya guhartinên di makanîzmeya erkdarkirinê an jî parvekirina desthilatê din ava xebatên rêveberiyê de. Her wiha nayê wê wateyê ku jin wê derfetên berfirehtir fi astên navîn yan jî bin navîn re di gavên kar de bibînin. Çalakirina van erkdarkirina li ser hêza wezîrên jin ku bikarbin van pêkanînan rast patîze bikin, dûrî zextên siyasî an jî sînorên burokrasiyê.

Hebûna tevî dûrxistinê berxwedanek berbiçav

Tevî hewldanên dûrxistina jinan ji navendên biryargirtinê, rapor hewldanên jinan di pêkanîna aştiyê de nîşan didin ku jin rolek mihwerî di parastina jiyana sivîlan de dilyezin, pêşkêşkirina lênêrînê  û rêxistinkirina kampanyayan ji bo daxwaza berdana girtiyan.

Di kampên koçberiyê de, li bajêrên hilweşandî û însîyetîfên civakî de, jin çalakiyên hişyarîkirinê rêxistin dikin, torên piştgiriyê birêve dibin û li dijî xîtaba tundiyê xîtabên jiyanê didin.

Vegotina van çîrokan ne tenê  belgekirin e

Cihên berxwedana jinan li Yemenê her dem eşkere nînin. Hinek di navbera gel de, hinek veşartî û hinek jî di detayan jiyana rojane de çêdibin. Lê hemû di yek tiştî de hevpar in: îsrara jinan aktor bin, ne qurban bin.

Sala 2025’an li ser jinên Yemenî salek giran bû; salek ku tê de kuştin, girtin, veşartina bi zorê, êşkence zêde bûn. Lê di nav vê tarîtiyê hinek jinan qebûl nedikir ku hebûna wan bê rakirin. Jin dinvîsin, xwepêşandan dikin, diparêzin, belge dikin û berxwedanê didomînin. Vegotina van çîrokan ne tenê  belgekirin e; kiryarek berxwedanê ye jî. Ji ber ku her navê ku tê gotin û her çîrok ku tê vegotin gavek e da ku tundî ne bibe tiştek asayî û jin ji bîra Yemenê neyên birin.