civak/jiyan

  • Ferîde Sewmê: Ez ê çîrokên fermanê ji zarokên xwe re zindî bihêlim 

    Dayika Ferîde Sewmê bi eslê xwe jineke ji neteweya Xirîstiyan e, malbata wê di fermana Ermeniyan de a ku ji aliyê dewleta tirk ve li Bakurê Kurdistanê pêk hatiye, jiyan e. Têkildarî çîroka fermanê ku ji dayika xwe guhdarî kiriye got: “Dayik û bavê min her dem behsa çîrokên fermanê dikirin qêrîna mirovan û herikîna xwînê her li ber çavên wan bû. Ez ê çîrokên fermanê ji zarokên xwe re zindî bihêlim da ku dîroka xwe nas bikin û kîna di dilê xwe de li hemberî dijmin bi têkoşînê vehûnin.”

  • Dayikên Şemiyê: Zilma ku we bi me dayê jiyan kirin, em ê ser dirokê binivisîn 

    Dayikên Şemiyê ku li hemberê carêk din dorpeçkirina qada Galatasarayê bêrtek nîşan dan, balkişandin ku ew ê dest ji Galatasarayê bernedin û gotin:” Zilma ku we bi me dayê jiyan kirin, em ê ser dirokê binivisîn."

  • Jiyana berê bi keda destên jinan xweştir û watedar dibû 

    Jiyana berê her tim ji ya niha xweştir bû ji ber ku tê de hezkirin, wekhevî û ewlehî hebû. Dayika Zeyneb a sadsalî ye wiha vedibêje ku jinan di jiyana xwe de gelek ked û westandin didîtin lê bi alîkarî û îsrar ew astengî derbas dikirin loma jî jiyana berê bi keda destên jinan watedar bû.

  • Bi avakirina meclisên herêmî li Dêrezorê di xebatên jinan de pêşketin çêbûn 

    Piştî rizgarkirina herêmê ji rêxistina çeteyên DAIŞ'ê û piştî wêraniya ku li herêmê qewimî, meclisa sivîl a herêma Dêrezorê û meclisên jinan li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dest bi xebatên xwe yên xizmetguzarî, perwerde, vejandin û hişyarkirinê kirin.

  • Qeyîrana aboriya li Lubnanê bi vebûna dibistanan re barê dayikan girantir kiriye 

    Li Lubnana ku piştî du salan ji ber belavbûna vîrusa koronayê ji perwerdehiyê dûr maye, sala xwendinê ya nû bi amadekarî dest pê dike. Lê bi vebûna dibistanan re mamosta û dayik rastî pirsgirekên wekî zêdebûna pere, lêçûna bilind a pirtûkan, kêmbûna sotemeniyê û bihayên bilind tên.

  • “Min di xewnên xwe de jî gundê xwe didît” 

    Li Kurdistanê, di salên 1990’î de, bi hezaran gund hatin şewitandin, hilweşandin û valakirin. Gundê Erkentê ku girêdayî Berwariya Sêrtê ye; yek ji van gundan bû. Vesîle Bagriyanik a ku li gundê Erkentê ku 8 sal berê ji nû ve hat avakirin dijî, tiştên jiyaye bi van gotinan vedibejê: “Dema ku ez ji gund derdiketim min êşek mezin hîs dikir. Ew êşek wisa giran bû ku heya dawiya jiyana min tu carî ji dilê min dernakeve. Em hê jî wê êşê dikşînin. Pirsên wekî ‘Gelo dewlet wê rojekê were û dîsa me ji gundê me derxe û ew hovîtiyên ku me di sala 1993’an de dît, dîsa dê bîne serê me’ her dem di hişê me de ne."

  • Bijîşk Layalî Akoush di kilînîka xwe de xwendekaran perwerde dike 

    Bijîşka diranan Layalî Akoush piştî qedandina zanîngeha dektortiya diranan, bejdarî gelek qûrsan bûye, hem kar kiriye hem jî tecrûbeyên xwe bi xwendekaran re par kiriye. Layalî Akoush li kilinika xwe li gel xizmeta tenduristiyê ji bo stajê cîh ji xwendekarên ku zanîngehê diqedînin re jî vedike û li gel xwe perwerde dike.

  • Li Idlibê navendên perwerdeya jinan zêde dibin 

    Ji bo ku mirov bibe xwedî pîşe û debara jiyana xwe bike, pêdivî bi perwerdeyê heye. Li Idlibê navendên jinan ên heyî hewl didin meyla jinan a ji bo pîşeyan bi perwerdeyên ku didin pêk bînin da ku jin bibin xwedî kar û pîşeyê dixwazin bikin.

  • “Têkoşîna me ji bo azadiya jinên li Efrînê tên revandine” 

    Endama koordinisyona Kongra Star a herêma Efrînê Elîf Şêx Mihemed diyarkir ku revandin û îşkencekirina jinên Efrînê ji bo wan sedema sereke ya bilindkirina têkoşînê ye.

  • Di nav şîdet û qeyranan de jin xwe fêrî xweparastinê dikin 

    Jinên Lubnanê ji bo xwe ji hemû cureyên şîdetê biparêzin, ji xwe hez bikin û derûniya xwe baş bikin berê xwe didin kursên xweparastinê.

  • Xizmên Windayan Dayika Aştiyê Hayriye Dogan bi bîr anî 

    Di çalakiya Xizmên Windayan de Dayika Aştiyê Hayriye Dogan a çend roj berê bi nexweşiyê jiyana xwe ji dest da hat bîranîn.

  • “Mehmet Zafet Demîrkiran ê 26 sal berê hatî windakirin li ku ye?” 

    Dayikên Şemiyê di hefteya 860’emîn de li aqûbeta Mehmet Zafet Demîrkiran ê 26 sal berê hatî windakirin pirsîn.

  • Koçberên Filistînê ji ber krîza li Lubnanê êşên giran dikşînin 

    Nehiştin ku ew vegerin ser axa xwe, malên pîr û kalên xwe û heta nehiştin vegerin pîşeyên ku dibe tê de daxwaz û pêşeroja xwe bibînin. Jiyana Filistîniyan veguheriye penaberiya li kampên ku tu pêdiviyên jiyanê lê tune ne û ya ku rastiya trajîk hîn girantir kiriye, rewşa xirab aborî ye.

  • Jinên ciwan ên Silêmaniyê pirojeya çanda pirtuk xwendinê dane destpêkirin 

    Li Silêmaniyê Yekitiya Jinên Kurdistanê pirojeya bi navê çanda pirtuk xwendinê dan destpêkirin. Her hefte jinên ciwan rojek diyar li hev kom dibin û li ser pirtukekê niqaş dikin. Mijara wan a vê heftiyê jî li ser pirtuka bi navê Rêberê Pirtuksaz hatiye Kuştin niqaş hatin kirin.

  • Huda Naim: Ger jin armancek diyar bikin dikarin pêk bînin 

    Huda Naim der barê peywira ku girtiye ser xwe de got ku şert û mercên bûn sedem vê wezîfeyî bigre ser xwe, salên xebata wê ya li zanîngehê bûn, li wê derê wê xwe amade kir ku bibe cîgir û da zanîn ku di sala yekem a xwendina zanîngehê de bi riya hilbijartinê, bûye endamek di meclisa xwendekaran de, vê yekê jî wê kiriye xwedî tecrube.

  • Navenda Jineolojî xebatên xwe bi mêrên Herêma Firatê re par kir 

    Navenda Lêkolînên Jineolojî ya herêma Firatê di çarçoveya biruşûra xwe ya li ser kûştin û xwekûştina jin hatî amadekirin semînerek da xebatkarên mêr ên Rêveberiya Xweser. Komîteya amedekar û kesên di semînerê de amede diyarkirin ku bûyer baş hatiye tesbîtkirin, êdî dema çareseriyê ye ji bo wê jî divê bibaldarî li ser çareser wê xebat bên kirin.

  • Dayika 5 zarokan bû lê bi wêrekî û dilxwazî li dijî DAIŞ`ê şer kir 

    Helîm Osman a 43 salî dayika 5 zarokan e, di êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên di 15’ê Îlona 2014`an de li ser Kobanê, di eniyên şer ên destpêkê de cih girt û axa xwe parast. Helîmê destnîşan kir ku parastina şoreşa Rojava û destkeftiyan bi xwedîderketina li rihê berxwedana Kobanê pêkan e.

  • Li Lîbyayê kampanyaya hişmendiyê ya ji bo hêkdankên polikîstîk hat destpêkirin 

    Akademiya Lêkolînê ya Afrîkî-Emerîkî, li nexweşxaneya giştî ya Al-Hawarî bi hevkariya beşa vejandin û kiryariya laparoskopîkî, bi hatina meha hişyariya cîhanî re kampanyaya neteweyî û hişmendiyê li ser hêkdankên poliskîtî organîze kir.

  • Samar Sahyoun: Divê em ji mirovên neyînî yên li derdora xwe dûr bisekinin 

    Jinên Lubnanî bi qeyranên ku li pey hev tên re di hemû waran de pirsgirêk û zehmetiyan dijîn. Derûnînas Samar Sahuoun dibêje ku her çendî hinek caran tiştek erênî tune be jî divê mirov hewl bide erênî bifikire û ji mirovên neyînî dûr bisekine lewre erênîbûn nayê wateya înkarkirina rastiyê, tê wateya ku mirov li nîvê dagirtî yê qedehê binêre.

  • "Çavên me li rêyan westiyan" 

    Jina bi navê Şahîbe Henîf ku yek ji şahidên şerê Kobanê ye, wiha behsa hovîtiya dewleta tirk û çeteyên DAIŞ'ê dike: "Bi êrîşên dewleta tirk re gelê Kobanê rastî hovîtiyek hat lewre ne zarok û ne kesên temenê wan mezin nas dikirin."