Xezayî li dijî siyaseta dorpêç û birçîbûnê li ber xwe didin
Jinên Xezayî yên di bin dorpêça dijwar a Îsraîlê de ne, ji bo ku berxwedana xwe li hember birçîbûn û paşguhkirina cîhanî bidomînin, serî li rêbaza ‘Av û xwê’ dan.

REFÎF ISLÎM
Xeza – Qedehek av û kevçiyek xwê, bi vî awayî jinên Xezayê li hember siyaseta birçîbûnê yê hêzên Îsraîlî berxwedana xwe didomînin. Îsraîl bi daxuyanî û deklarasyonan hewl dide kiryarên xwe veşêre û îdîa dike ku dorpêçî li Xezayê bidawî bûye, lê mixabin rastî beravojî wê ye. Heta niha li Xezayê ar peyda nabe.
Ajansa me hewl da ku mijarê zelal bike, lewma jî derket kolan û kampan û bi hejmarek jinan re civiya. Jinan diyar kir ku bihayên xwarinê kêm nebûne û birçîbûn hê jî zikên vala wêran dike.
'Di nav çakûçê dagirkeriyê û sindana bazirganiyê de'
Diana Siam diyar kirin ku li Xezayê 8 meh in birçîbûn berdewam dike û giraniya wê dem bi dem bi raporên nakok ên li ser agirbestê diguhere. Diana Siam wiha axivî: "Dema ku agirbest erênî be, biha dadikevin û dema ku danûstandin têk diçin, gelê Filistînî ji birçîbûnê dikevin, di navbera çekûşa dagirkeriyê û sindana bazirganan de asê mane. Duh bi têrbûnê razabûm, ne ji ber ku xwarin xwar, lê ji ber ku nûçeyên ku ji hêla malperên nûçeyan ên herêmî û navneteweyî ve li ser karwanên alîkariyê yên ku dê bikevin Şerîda Başûr xwendibû. Me hêvî dikir ku ji zarokên xwe re ar bikirin da ku zikên wan têr bikin, lê tiştê ku qewimî tam berevajî bû. Bihayê kîloyek ar bi 30 dolarî hatibû sabîtkirin. Ji ber rêgiriyê ne sebze û ne jî fêkî li sûkan tên peydakirin."
Bi av û xwê hewl didin li hember birçîbûnê bisekinin
Diana Siam da zanîn ku ji ber nebûna pêdiviyên xwarinê ew bi avê yan jî bi av û xwê hewl dide jiyana xwe bidomîne û wiha pê de çû: "Tiştek nayê peydakirin ji xeynî nîsk, ew jî bi rêjeyek gelek buha ye. Ji ber vê yekê em serî li rêbaza av û xwê didin ku hewl didin jiyana xwe bidomînin. Di heman demê de xwarina zêde yên nîskan êdî nexweşiyan bi xwe re tîne, wek zikêşê. Ji ber birçîbûn û bê enerjîtiyê em ji ser hişê xwe diçin. ji ber ku di laş de kêm xwarin, vîtamîn û enerejî heye, bi vexwerina avê û xwê hinekî baş dibin, lê ew ne rêbazeke ku tim bê bikaranîn."
Jinên Xezayê tevî şer û pevçûnan jî bihêz in
Diana Siam her roj ji xwe dipirse, "Ma ev xewn e?" Diana li ser girînê difikire, lê ditirse ku pêlek mezin a hêstiran berde ku dê li ser hemû jinên birçî û xemgîn ên di kampê de belav bibe. Ji ber vê ew bi xwe hewl dide di şerê xwe yê li dijî birçîbûnê de xurt bimîne. Gazinan ji hin komeleyan dike ku bi pîvandina dorbera milan lêzêdekirina xurekê didin dayîkên şîrdêr û zarokan, lê pirsgirêk ew e ku ew dorbera milan dipîvin û tenê nîv ji sedî dimîne ku wek rewşek kêmbûna xurekê were tomarkirin. Ew dipirse, "Gelo divê dayîk an zarok bibin îskelet da ku kîsikek lêzêdekirina xurekê ya bêqîmet bistînin, an jî divê ji bo tevlîbûna wan kurtaj bikin an jî bimirin?
'Şerê birçîbûnê berdewam e û pergala ehlaqî hildiweşe'
Diana Siam tekez dike ku rewş ji qirkirinê wêdetir çûye. Şerê birçîbûnê tê meşandin û pergalek exlaqî hildiweşe dema ku xortek diçe û tê kuştin da ku kîsikek ar hilde. Diana Siam destnîşan dike ku jinek ji ber kêmbûna xurekê dikeve, cihê wê di nexweşxaneyê de tuneye, ji ber ku rewşa wê wek luks tê hesibandin. Kêmkirina kîloyan û tansiyona xwînê ya nizm ji bo nexweşxaneyên ku zarokên qutkirî, rewşên krîtîk ên ji bin kavilan têne derxistin, an jî yên ku ji hêla dronan ve birîndar bûne werdigirin, ne pêşîn in.
Diana Siam hêvî dike ku alîkariya ku di rojên pêş de dê bikeve Şerîda Xezayê were mîsogerkirin, ji ber ku belavkirina xweserî endezyariyeke nû ya birçîbûnê ye. Kes naxwe heya ku Rêxistina Xwarinê ya Cîhanê bikaranîna daneyên xwe yên ber destê wê belav neke.