Tevî sirgunê 77 sal in cilên xwe yên nexşandî di parêze
Çîroka Fatîma Ebu Fenûne, bi koçberiyên bi zorê û êşên giran dagirtiye. Hemû hûrgiliyên di bîra bajarokê Kutra de dihewîne û bi bêrîkirin li dijî jibîrkirinê têdikoşe. Rêwîtiya ku bi zarokatiya reva ji ber guleyan destpê dike heta niha didome.
REFÎF ISLÎM
Xeza – Fatîma Ebû Fanûna ya Filistînî hê jî cilên kevneşopî yên nexşandî ku şahidiya serdema jinên Filistînî ya beriya Neqbaya 1948’an dikin diparêze. Cilê xwe yê dema bi zorê ji bajarokê Kutra yê li navçeya Ramle ya başûr rojava hat koçberkirin bi xwe re anîbûn, şahidiya dîroka welatê wê dike. Fatîma bi bîranînên ku ji zarok û neviyên xwe re vedibêje, van hûrguliyan di bîra xwe de zindî dihêle.
Fatîma Ebû Fenûna dema ji Kutrayê derket 15 salî bû, dibe ku ew hinek mezin an biçûktir be. Weke gelek zarokên keç ên ku li gundewaran dijiyan, wê jî hînî xwendin û nivîsandinê nebû, bu temen re jî eleqedar nedibû. Tişta ku tê bîra wê, ew bû ku di rojeke zor de dengê guleyan kêm nedibû bi lez, bi destên dayîka xwe xwişk û birayên xwe girtibû ji bajarok derketibû. Bav û birayên wî jî bi wan re bûn. Ev cara dawî bû ku wê Kutrayê didît.
Fatîma Ebû Fanûna ya 90 salî dibêje ku dema artêşa Îsraîlê di şerê Cotmeha 2023’an de fermana valakirina Kampa Penaberan a Nuseyratê li başûrê Zîvala Xezayê da heman sehne di bîra wê de ji nû ve zindî bûye û got: “Tu cudahî di navbera wan rojan de nîn e, di wan rojan de ji bo valakirina kampê tenê saetek dabûn gel. Gule û bombebaran ji her alî ve dihatin. Ditirsim ku tişên li Kutrayê hatine jiyîn dîsa dubare bibin û mala ku min bi xwe kevir li ser kevir daniye ava kiriye êdî nebînim. Îro ez kêfxweş im ku bi zarok û neviyên xwe re li mala xwe me.”
Kevneşopî û şêwaza jiyanê
Fatîma Ebû Fanûna di bîranînên xwe yên vegera Kutrayê de, dibêje ku jiyana wê demê li bajêrok rehet û xweş bûye û wiha didomîne: “Perwerdeya zarokên keç weke şermek mezin, heta sûc dihat dîtin. Li beramberî vê, piştî ku mirov koçî Zîvala Xezayê bûn, malbatan dest bi şandina keçên xwe ji bo dibistan, peymangeh û zanîngehan kirin. Perwerde ku berê weke ceza dihat dîtin, niha bûye mafeke xwezayî. Hemû kurên li Kutrayê perwerde dîtin. Bi rastî, piştî dibistanê wan dişandin zanîngehên mezin ên welatên cîran ên Ereban.”
‘Min nexş çêdikir’
Fatîma Ebû Fanûna da zanîn ku jinên li bajêr serê sibehê zû radibûn, dema karê malê diqedandin, diçûn nava zeviyan an jî heywanan diçêrandin û got: “Eraziyên malbatan hebûn; jin an ji bo xebatê yan jî ji bo derbaskirina demê bi zarokên xwe re diçûn nava wan zeviyan. Min tevahiya rojê nexş çêdikir, her tim min dîzaynên nû bi pêş dixist û min ev huner fêrî jinên gundên din jî dikir.”
‘Tenê jinên zewicandî cilên xwemilandî li xwe dikirin’
Li gorî gotinên Fatîmayê, li Kutrayê kevneşopiyên taybet hebûne û wiha didomîne: “Cilên bi temamî xemilandî tenê jinên zewiandî li xwe dikirin. Keçên ciwan cilên pembe yan keten ku ne xemilandî bûn an jî motîfên sivik li ser milan hebûn li xwe dikirin. Ev cilên bi serpoşek spî ya bi navê ‘Beşiniqa’ û aksesuarên ku ji lîreyên zêr û bi hev re hatine rêzkirin pêk dihatin.”
Yek ji tiştên ku Fatîma herî zêde bêriya wê kiriye dawetên li Kutrayê bûn. Dawet hefteyek didomiyan. Keçên ciwan her roj li mala bûkê diciviyan, stran û melodiyên gelêrî digotin. Mêran lawiran serjê dikirin û ji bo mêvanên gund û gundên derdorê xwarin amade dikirin. Bûkê cilên cûrbecûr bi reng û nexşên cuda li xwe dikir û her wiha kuma serê wê ji zêran hatibû çêkirin. Ev yek di cih de di nava qerebalixiyê de dihat ferqkirin.
‘Hesret mûcîzeyan çêdike’
Dema ku Fatîma Ebû Fanûna ew ji Kutrayê derketin, wê bîst cilên xemilandî yên bi qumaş û rengên cuda bi xwe re anîn. Wan cilên ku dayîka wê ji bo cihêzên wê jê re amade kiribûn, wê di dema koçberiyê de nexwestbû li pey xwe bihêle.
Îro, di hinek ji van cil û bergan de şopên dem û westandinê bi eşkereyî tên dîtin lê ew qebûl nake ji wan veqete. Hinek ji wan dane keçên xwe, perçeyek ji bîranîna welatê xwe emanetî wan kiriye. Ew bi şev û roj çîroka dewlemendî û dîroka axa xwe vedibêje.
Xeyala herî mezin a Fatîma Ebû Fanuna vegera bajarokê xwe ye. Dema me jê pirsî ka ev çawa dibe, keniya û got ku ew ê bi lingên xwe yên ku îro nikare wan bilivîne baz bide. Ji ber ku li gorî wê, hesreta wê ya ji bo Kutrayê têra xwe xurt e dikare mûcîzeyan çêbike.
Fatîma Ebû Fanûna amojgarî li Filistîniyan dike û dibêje bila Filistînî çiqas zor be jî welatê xwe neterikînin. Tevî 77 sal derbas bûne jî ew hê hûrguliyên herî xweşik ên wan rojan bi bîr tîne û hêvî dike ku rojek beriya bimre li ser axa xwe derbas bike.