Jinên Sûdanî di bin siya hilweşîna malbatê de xwe ji nû ve ava dikin
Li Sûdanê ji destpêka pevçûnan ve heta niha, bûyerên hevberdanê zêde bûne. Zextên aborî û koçberiya zêde, pergala malbatê lawaz dikin. Jin tevî astengiyên psîkolojîk, civakî û ezmûnên zor, hewl didin ji nû ve dest bi jiyanê bikin.
AYA IBRAHÎM
Sûdan – Li Sûdanê, ji dema pevçûnên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de ku di Nîsana 2023’an de destpê kir ve heta niha, nêzî 35 hezar bûyerên hevberdanê hatine tomarkirin. Gelek kes vê rewşê weke nîşaneya hilweşîna civakî ji ber şer û zextên aborî û psîkolojîk ên pê re çêbûne û aramiya malbatê bi giranî xerab dikin dinirxînin.
Pispora xizmetên civakî Amal Abdullatîf diyar kir ku li Sûdanê hevberdan ne pirsgirêkek nû ye, piştî pevçûnan rêjeya hevberdanê pir zêde bûye. Li gorî wê, pirsgirêkên aborî, bêîstîqrarî, koçberî û gelek faktorên ku ketine nava hev, girêdanên malbatê qels kirine û ev jî di civakê de bûye sedema gelek encamên neyînî.
‘Jin barê giran ê psîkolojîk hildigirin’
Amal Abdullatîf da zanîn ku pergala malbata berfireh roleke girîng di xurtkirina hevgirtina malbatê de dilîze û got: “Divê ji hêla malbat û saziyên dewletê ve piştgiriya psîkolojîk ji bo çareserkirina pirsgirêkan were dîtin û girîng e beşdariya civakê di çalakiyên ku têkiliyên malbatê xurt dikin de were teşwîqkirin. Li navendên bicihkirinê yên koçber û di civakên xwedî mal de rageşiyên tên jiyîn zêde dibin. Ev yek dibe sedema zêdebûna rêjeyên hevberdanê. Herî zêde jin û zarok ji vê rewşê bi bandor dibin û barekî giran ê psîkolojîk hildigirin ji ber hevberdan hê jî weke şerm tê dîtin di nava civakê de.”
Zextên civakî lawaziya malbatên Sûdanî zêde dike
Li gorî daneyên nû yên Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka pevçûnan ve heta niha bi milyonan kesên ku di nava welat de û derveyî welat de koçber bûne ji sedî 53 ji wan jin û zarokên keç in. Ev rewş wan dike beşa herî zêde ji encamên koçberî, parçebûnê bandor dibin.
Raporên Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) nîşan didin ku zêdetirî 4.2 milyon jin û
zarokên keç li Sûdanê ji ber hilweşîna pergala malbatê û zextên aborî yên li navendên koçberiyê, hewcedarên parastin û xizmetên piştgiriyê yên lezgîn in.
Amal Abdullatîf destnîşan kir ku pêwîstî bi guhertina helwestên civakî yên li hemberî jinên ku serî li hevberdanê didin heye û wiha got: “Nirxandinên neyînî zehmetiyên ku jin bi wan re rû bi rû dimînin zêde dikin û pêvajoya ji nû ve avakirina hevsengiyê asteng dikin.” Her wiha Bal kişand ser girîngiya hêz û sebrê.
Amal Abdullatîf anî ziman ku zêdebûna di rêjeyên hevberdanê de mudaxeleya hevbeş a hikûmet û civakê pêwîst e, daxwaza pêşxistina stratejiyeke neteweyî ji bo parastina malbat û zarokan kir û got: “Divê vîzyona civakî li ser bingeha aştî û aramiyê were şekildan û pêkanîna polîtîkayên piralî yên piştgiriyê didin yekîtiya malbatê pir girîng in.”
Ji êşê ber bi ji nû ve avakirinê ve
Xebatkara Komîsyona Mafên Mirovan Suha el-Haj, beriya çend salan zewaca wê ya sê zarokên wê jê hebûn, bi dawî bû. Wê jî ezmûna hevberdanê jiya, vê pêvajoyê bigotinên pir dijwar û bi êş bi nav kir û got: “Gelek jin naxwazin ezmûneke wiha bijîn. Lê belê hevberdan ne dawiya jiyanê ye; dikare bibe destpêkeke nû ji bo kifşkirina xwe. Mi ji vê ezmûnê dersên girîng girt a herî girîng jî naskirina jêhatiyan û ji nû ve avakirina baweriya bi xwe bû. Ez bawer dikim ku jin dikarin êşa xwe veguherînin hêzê û ev yek ji bo wan dibe peyama hêviyê.”
‘Bila jin ji nû ve rabin ser piyan’
Suha el-Haj bal kişand ser girîngiya sebir û baweriya bi hêza mirov a ku xwe nû dike û bi gotinên; “Beriya hevberdanê ez di nava lêgerînên hişyarî û zanabûnê de bûm, bi saya biryardariya xwendinê min ew dem derbas kir” bang li jinên ku heman ezmûnê jiyane kir ku careke din rabin ser piyan û hêza xwe ji nû ve bi dest bixin.
‘Malbatê destek da min’
Rojnamevan Raviye Osman ku beriya çend salan ji hevjînê xwe veqetiyaye da zanîn ku serkeftinên îro bi dest xistine ne asan bûne. Li gorî wê, piştgiriya malbat û hevalên wê di hilbijartina riyeke bi ewle û nû ya jiyanê de pir girîng bûye.
Raviye Osman dibêje ku piştî hevberdanê, malbata wê piştgiriyek mezin daye, bi alîkariya wan xwendina xwe ya zanîngehê bi serkeftî qedandiye û piştî xebata li saziyên curbecur, gihîştiye asta damezrandina saziya xwe. Her wiha dibêje ku bi vî rengî dikaribûye rêwîtiya xwe ya bi êş veguherîne rêwîtiyeke bi hêvî û bi berhemdar û bi gotinên: “Piranî jinên ku serî li hevberdanê didin, pêşî di qonaxên înkar û pirsyariyê re derbas dibin, piştre digihîjin pêvajoya başbûn û hişyariyê. Piştî vê yekê qonaxa avakirina jiyana nû danîna armancên zelal tê” bang li jinan kir ku di têkoşînê de bi hişyarî û baweriya xwe tevbigerin, xwe ji civakê dûr bixin û dema ku hewce bike piştgiriya psîkolojîk bigrin.
Hevberdan pirsgirêkeke civakî ye
Di şert û mercên îro de, krîza hevberdanê li Sûdanê ne tenê pirsgirêka hejmaran e. Ev rewş weke nîşaneya rasterast a qelsbûna pergala civakî ya bi salan malbatan ji krîzan parastiye tê nirxandin.
Her çendî jin herî zêde barê parçebûna malbatan dihilgirin jî; çîrokên mîna yên Suha û Raviye tevî birînên jiyane, kapasîteya jinên Sûdanî ya ji bo rabûna ser piyan nîşan dide.
Her çiqas çareseriyên berfireh tên hêvîkirin jî jin her dem daxwaza qadeke bi ewle dikin, dixwazin di nava malbatên xwe de aramiyê çêbikin, cihê jinan di civakê de xurt bikin û hevsengiya civakî ji nû ve saz bikin.