Li Xezayê jiyan di dorpêça birçîbûn nexweşî û şer de maye!
Li Xezayê nêzî qada komkirina ziblan, Îbtisam Xubin û dayîka wê Emîna Xubin di koneke peritandî de di bin siya şer, birçîbûn, nexweşî û xizaniyê de di mercên ku tu pêdiviyên jiyanê ne tune ne her têdikoşin. Rewşa wan rastiya li Xezayê nîşan dide.
NEXEM KERACÊ
Xeza – Li ber deriyê depoyeke çopê li rojavayê bajarê Xezayê, li cihê ku bêhna çopa kombûyî bi komên kêzikan re tevlihev dibe; Îbtîsam Xubin a 40 salî bi dayîka xwe re di hundirê koneke hilweşiyayî de dijî. Piştî ku malbata xwe û her tiştê wan bi jiyana bi aram ve girê dida winda kirin, niha di bin şert û mercên gelek xirab de dijîn. Li vê cihê ku ji bo jiyana mirovan ne guncaw e, herdu bi hev re rojên xwe di navbera birçîbûn, nexweşî û tirsê de derbas dikin.
Her roj lêgerîna perçeyek xwarinê
Bi mehan e konê biçûk, bûye yekane cîhana wan. Ne çavkaniyek dahatê heye, ne xizmên ku dikarin alîkariyê bikin û ne jî şiyana wan heye bi şert û mercên dijwar ên şer re mijûl bibin. Îbtisam Xubin ku endamên malbata xwe winda kiriye, her roj bi şerekî nû re rûbirû dimîne. Navê vî şerî lêgerîna perçeyek xwarinê ye da ku xwe û birçîbûna dayîka xwe ya nexweş têr bike.
Êşa rojane ya ji ber birçîbûn û nexweşiyê

Îbtisam Xubin li ber konê xwe yê ku bi bi komên zibilê dorpêçkiriye rûniştiye. Dema ku bêdeng li dayîka xwe temaşe dike, ditirsa ku di dema nebûna wê de zirarê bibîne. Ew bi dengekî bi poşmanî û westandin wiha dibêje: “Ez bi tenê bi dayîka xwe re dijîm, me kesên li kêleka xwe winda kirin. Li ba me ne bihayê xwarinê, ne av, ne jî derman heye. Her roj em tenê şiyar dibin nizanin ka em ê saetên pêş ên rojê çawa derbas bikin.”
Îbtisam Xubin rave dike ku girtina alîkariya xwarinê hema bibêje ne gengaz e, ji ber ku carna ew neçar e bi saetan li ber metbexên şorbe yan xalên belavkirina alîkariyê bisekine û dibêje: “Ez nikarim dayîka xwe ya nexweş tene di nava konê de bihêlim, ji ber kurmik û kêzikan. Dema ku diçim derve ji bo xwarinê bigrim, her dem ji bo dayîka xwe di nava fikaran de me lê ger dernekevim, li cem wê bimînim, em herdu jî birçî dimînin. Jiyana me li ser hilbijartina di navbera du vebijarkên tal de ava bûye. Carna piştî seatên dirêj ji ber ku gelek kes dikevin rêzê û nikarim li bendê bimînim, bi destên vala vedigerim, ji ber vê yekê ez rûdinêm û digrîm ji ber ku tiştek min tune ye bidim dayîka xwe.”
Îbtisam Xubin nikare hêsrên xwe bigre dema ku qala wan kêliyên bi êş û azara jiyanê dagirtî ne dike. Ji ber ku hem neçar e xwarinê peyda bike, hem jî bi dayîka xwe ya nexweş re rûbirû bimîne. Îbtisam wiha didomîne: “Dema ku dayîka min li min dinêre û ji min dipirse gelo dikarbûme tiştek ji bo me bînim ji bo xwarinê, ez xwe pir bêçare hîs dikim. Tiştê ku herî zêde min diêşîne ew e ku ez nikarim wê têr bikim û ji nexweşiyê biparêzim. Dema ku ez nikarim xwarinê ji me re peyda bikim, rûdinêm digrîm, ji ber ku ez hîs dikim li hemberî vê rastiya dijwar rûmet û mirovahiya xwe winda dikim.”
Êşa salan di konê koçberiyê de ji nû ve tê jiyîn

Dayîka wê Emîna Xubin, jineke 90 salî ye salên dirêj barê wê girantir kiriye. Ji ber qirêjahiya li derdora konê nexweş ketiye û her diçe pirsgirêkên wê yên tendirustiyê girantir dibin. Belavbûna kurmik û kêzikan bûye sedem ku gelek pirsgirêkên çerm ên bi êş pê re çêbibin. Ew di hundirê konê de rûniştiye, betaniye û tiştên li ber dest li dora wê kom kirine. Emîna Xubin serê xwe dihejîne û dibêje: “Ne bi roj bi şev jî kêzik me bi tenê nahêlin. Em ji gezên wan şiyar dibin û ji tirsa wan dikevin xewê. Nexweşiyên çerm ên bi êş bi min re çêbûne derman tune ye. Heta girtina dermanên êşbir jî dijwar bûye.”
‘Heta niha min rewşeke wiha xirab nedîtiye’
Emîna Xubin wiha didomîne: “Her tiştê li dora me qirêj e, hewa qirêj e, cih qirêj e û heta ava ku em carna distînin jî têrê nake yan jî ne guncaw e. Ez hîs dikim ku nexweşî roj bi roj zêde dibin, di heman demê de ez nikarim kesekî bibînim alîkariya min bike.”
Lê ji bo Emîna Xubin, êş bi nexweşî yan koçberiyê sînordar nîn e. Jina ku Neqbaya 1948’an û koçberî, windahî û bicihbûna bi darê zorê ya pê re di jiyana penaberiyê de jiyaye; bawer dike ku tiştên îro li Xezayê diqewimin ji her tiştê ku wê di salên dirêj ên jiyana xwe de dîtiye xirabtir û hemû sînoran derbas kiriye.
‘Neqbeya herî xirab û bi êş îro em dijîn’
Bi dengekî ku hêrs û xemgîniyê tevlihev dike, wiha berdewam dike: “Di zarokatiya xwe de min Neqbaya yekem dît. Me bi çavên xwe dît çi bi serê gelê me de hat. Koçber bûn em bi mal û milk man lê tiştên ku îro diqewimin ji her tiştê me dizanibû derbas dibe. Ev Neqbaya rastîn a mezin e. Me qet ev asta wêranî, birçîbûn, tirs û windakirina hezkiriyan nedîtibû. Îro, mirov ne tenê malên xwe, di heman demê de jiyana xwe, pêşeroja xwe û her tiştê ku xwediyên wan e winda dikin. Di Neqbaya yekem de me her dem xeyal dikir em vegerin û tevî her tiştî xwe bi jiyanê ve gire bidin lê îro ez mirovên ku tenê li av, xwarin û derman digerin dibînim. Ez kal û pîr û zarokan dibînim ku di şert û mercên ku mirov nikare tu navî lê bike gelek bêwate de dijîn.”
Mirovahî di navbera şer xizanî û hilweşîna xizmetan de difetise
Dema ku êvar nêzîk dibe, Îbtisam Xubin piştî rojek din a lêgerîna debara jiyanê vedigere konê xwe. Ew li kêleka dayîka xwe rûdinê û rûyê wê di nava tarîtiya ku deverê dorpêç kiriye de xuya dibe. Di heman demê de kêzik li dora wan digerin û bêhna zibil ji her alî tê. Dema ku têkoşîna xwe ya rojane ya ji bo jiyanê didomînin, xewna wan a bi êş li ber vê yekê sivik dimîne. Tenê dixwazin xwarinek ku ji bo rojekê têr bike û cihekî bi ewle hebe, neçar nebin li ber birçîbûn û nexweşiyê razên. Dûrî zibil û kêzikên ku jiyana wan dorpêç dikin, li benda bidawîbûna trajediyeke ku ji wan re ji bilî sebir û hêviya ji bo jiyanê tiştek nehiştiye ne.
Çîroka Îbtisam Xubin û dayîka wê beşek ji rewşa dermirovî ya li Xezayê ku heta tu bibêjî xirab e nîşan dide. Wekî wan bi hezaran malbatên bêwar, li Zîvala Xezayê hene. Li cihê ku ji ber şer bi xizanî, bêwarî û nebûna xizmetên bingehîn dagirtiye dijîn. Kampên bêserûber ku bi lez û bez hatine damezrandin bê standardên tenduristiya giştî ya herî bingehîn in. Di heman demê de berhevkirina bermahiyan û xirabûna pergalên kanalîzasyonê dibin sedema gelek nexweşiyan.