Suad Hiso: Rêxistinkirina civaka Êzidî ji bo parastina nasnameyê girîng e
Rêveberê Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê Suad Hiso diyar kir ku rêxistin bingeha serkeftinê ye û got: "Tevî koçberî û paşguhkirinê civaka Êzidî rêwîtiya xwe ya ber bi azadiyê û pêşxistina civaka xwe ve domand."

ŞÊRÎN MIHEMED
Qamişlo – Êzidî yek ji kevintirîn komên olî û etnîkî yên Rojhilata Navîn in. Bi dehan salan e bi bêparkirin û zordariyê re rûbirû mane. Bi Şoreşa Rojava re pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nav de Êzidî, dest bi rêxistinkirina civakî û çandî kirin da ku nasnameya xwe biparêzin û hebûna xwe li ser bingehên demokratîk û civakî xurt bikin.
Di vê çarçoveyê de gelek sazî û rêxistin hatin damezrandin ji bo ku Êzidiyan temsîl bikin û hewl bidin wan biparêzin, bihêz bikin, bi taybetî di warên ciwan, jin, çand û perwerdeyê de.
Rêxistinkirina civakî ji bo parastina hebûnê pêwistiyek e
Rêvebera Yekîtiya Êzidiyan a Sûriyeyê Suad Hiso der barê girîngiya rêxistinkirina civakî de wiha got: "Tevî koçberî û qirkirinê, civaka Êzidî dikaribûye saziyên serbixwe ava bike û hebûna xwe di warên civakî, çandî û siyasî de bi cih bîne. Rêxistinkirina civakê ji bo parastina hebûna Êzidiyan ji hewldanên qirkirin û paşguhkirinê girîng bû, hê jî girîng e. Mala Êzidiyan di sala 2008'an yekem car bi dizî hat vekirin, ji ber ku zextên rejîmê li ser civakan bi taybetî li ser Êzidiyan zêde bûn. Tevî xeteriyê, Êzidiyên kantona Cizîrê wê demê beşdarî kongreyê bûn û xwe bi rêxistin kirin."
'Şoreş ji bo Êzidiyan derfeta beşdarbûna avakirina civakê ye'
Suad Hiso bal kişand ser pêvajoya piştî şoreşa Rojava û rêxistinkirina Êzidiyan û wiha pê da çû: "Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, qonaxeke nû ji aktîvîzma giştî û rêxistinî dest pê kir. Me li ser navê Komeleya Êzidiyan li Efrînê kongreya duyemîn li dar xist û li herêma Cizîrê Mala Êzidiyan ava kir. Di sala 2016'an de navê komeleyê kir Yekîtiya Êzidiyan a Efrînê. Me ji bo ciwanan, jinan û civakê komîte ava kirin û dest bi belgekirina dîroka xwe û berhevkirina statîstîkan kir. Di heman salê de, li Efrînê yekitiyek taybet ji bo jinên Êzidî hat damezrandin, bi armanca hêzdarkirina jinan û dabînkirina perwerde û pîşeyê ji bo hişyarkirin û pêşxistina civakê. Şoreş ji bo Êzidiyan derfetek e ku beşdarî avakirina civakê bibin. Me xwe perwerde û bi rêxistin kir. Li gundan ofîs hatin avakirin ji bo pirsgirêkên civaka Êzidî çareser bikin her wiha xwarin ji şervanan re amade dikir."
Ji bo pêşxistina yekîtiyê hewcedarî bi xebatê heye
Suad Hiso destnîşan kir ku koçberiyê rê li ber kar û pêşveçûnan negirtiye û wiha axivî: "Piştî koçberiya me ya bi darê zorê ya ji Efrînê, em derbasî Şehbayê bûn, li wir me saziyên xwe ava kirin, sendîkayên xwe bi pêş xistin û xebata xwe bi taybetî di warê jinan de, berfireh kir. Me navê Yekîtiya Jinan a li Efrînê guherand kir Yekîtiya Jinan a Rojava, da ku jinên Êzidî li seranserê erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav xwe de bigre. Di sala 2020'an de, Yekîtiya Êzidiyan li Sûriyeyê hat damezrandin û kongreyek serkeftî hat lidarxistin, piştre şaxek yekîtiyê li Ewropayê hat damezrandin. Di sala 2024'an de, kongreya duyemîn hat lidarxistin û yekîtî berfireh bû sê encumen li Ewropa, Efrîn û herêma Cezîrê di nav xwe de girt."
'Jin neynika çanda me ne'
Suad Hiso diyar kir ku jinên Êzidî di parastina nasnameya xwe ya çandî û olî de roleke girîng lîstine û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Jin neynika çanda me ne û bi saya wan me ziman û dîroka xwe parastiye. Perwerdeya me ya berdewam ji bo jinan heye, komîteyên taybet ji bo ciwanan û çandê hene. Em zarokan fêrî Kurdî û Îngilîzî dikin her wiha mîrat, stranbêjî û hunerê dixin nav civakê, ji ber ku ew nifşê pêşerojê ne. Tevî ku li Efrînê çanda me têk birin û li peravê Xirîstiyan û Elewiyan armanc girtin, li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî hemû êrîşên Tirkiyeyê yên ku binesaziyê hedef girtin û ewlehî û aramiya wan têk birin, em bi berxwedan û yekîtiyê dikaribûn xwe biparêzin. Ezmûna Êzidiyan li Sûriyeyê delîlek zindî ye ku rêxistin, baweriya bi nasnameyê û hêzdarkirina jinan nîşan dide."