Seher Bilbil a Filistînî di çenteyê xwe de bîranînên welêt hildigre

Ji bo jinên Filistînî ‘çanteyê awarte’ di şer de bûye cihê bîranînên welat, wateya jiyanê, nostaljiyê, tirs û dayîktiyê.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Jina Filistînî bîranînên xwe di çenteyek de li pişta xwe hildigre. Di wî çenteyê ku jê re dibêjin ‘çenteyê awarte’ de beşek ji niha, rabirdûya wê û beşek din ji mala ku ew bi zorê jê hatiye derxistin heye. Ew di kêliya dawî de wê davêje ser milên xwe û bi wê re ji cihek ber bi cihek din ve direve da ku bireve cihê ku jê re dibêjin penageha bi ewle. Bêyî ku bizanibe kî dê sax bimîne, ew an ew çente.

Sehar Bilbil çenteyek awarte wek çenteyek ku li ser mil an piştê tê hilgirtin pênase dike. Ji dema ku şerê li Zîvala Xezayê di 7'ê Cotmeha 2023'an de dest pê kir, navê ‘çenteyê awarte’ lê hatiye kirin. Ji ber ku ew tenê çend deqeyan berî derketina ji malê tê amadekirin da ku tiştên herî girîng tê de hebin. Lê di demên berê de jin û jinên ciwan ev çente bikar dianîn da ku dema diçûn seyranê bo peravê an jî cîhek din, amade dikirin.

Çanteyê tevliheviyê

Sehar Bilbil diyar kir ku çenteyê awarte dikare wek çenteyê tevliheviyê jî were binavkirin, ji ber ku jin dema ku wê amade dike, nizane kîjan tişt dê tê de cih bigirin; cil, kaxezên nasnameyê, derman, an hinek xwarin û av û kîjan ji wan dê çend saniye berî derketina ji malê li erdê were hiştin û avêtin, ew jî ji ber êrîş û gefên ku rûbirû pê re dimînin. Sehar Bilbil wiha axivî: "Ev jin ji bo tiştên xwe yên mayî, ku ew çenteyê wê yê awarte ye û ji bo zarokên xwe ditirse, ji ber ku ew beşa herî hêja ya tiştên xanî ye ku di hundirê wê de tên danîn. Ger jin bikaribe xaniyê xwe li ser pişta xwe hilgire û pê re bireve, ew ê bêyî dudilî wiha bike. Ji ber ku ew bi salan e di amadekirina vî xanî de westandin dîtiye."

Tenê bi çenteyek bîranên xweş û xemgîn direvînin

Gelek caran, Sehar Bilbil difikirî ku wê çenteyê bavêje û bi zarokên xwe re biçe, bêyî ku li ser çarenûsa nenas a ku bêyî wê li benda wan be bifikire. Lê ew hêza xwe vedigerand û difikirî, "Zarok dê çawa bixwin? Ew ê çawa cilên xwe biguherînin? Ez ê çawa kaxezên nasnameyê yên nû bistînim?" û bi hezaran pirsên din ên ku di hişê wê de asê mabûn.

Sehar bi bîr tîne ku dema piştî gihîştina stargehê çenteyê ji pişta xwe dadixist, axînek ber bi asîman ve dikşand û meraq dikir û digot: “Gelo ev ez im? Ma ev hemû tiştê ku ez dikarim ji mala xwe hilgirim e? Ma qey mala min bi rastî bûye kavil ku ez nikarim vegerim wir? Paşê ew li ser milê xwe dixist û bersîv dida pirsên xwe; Li vir di wî çenteyî de hîn bîranînên xweşik û jiyaneke nû hene û ev ji bo min bes e heta ku maleke min a nû çêbibe.”

Tenê wêne wek bîranîn mane

Tiştên herî hêja yên ku Sehar di wî çenteyî de hildigirt, wêneyên malbata wê bûn. Ji ber ku ew nikaribû baweriya xwe bi telefonên nûjen bîne. Telefon dikarin wêneyan xirabkin an jî bi xeletî jê bibin. Zarokên wê jî xwedî adetek in ku ew bê wê nikarin bijîn. Bi taybetî jî yê herî biçûk ku hez dike berî razanê wêneyek bavê xwe yê winda hembêz bike. Ev tenê tiştê ku wê di nav dengên lêdana balafiran û gulebarana dronan de bi ewle hîs dike ye.

Hebûna wan û kêliyên wan ên tirsnak temsîl dike

Sehar tîne bîra xwe ku gelek jinan çenteyên awarte amade kiribûn û di dema bombekirina mala wan de ji bîr kiribûn ku tê de zêrên wan û her tiştê wan hebû. Ji ber ku ji rêwîtiya dirêj westiyabûn û di dema koçberiyê de ji gulebaranê ditirsiyan, ew avêtin erdê. Lê paşê poşman bûn ku jiyan, bîranînên xwe û xwe, li dû xwe hiştine. Çente jina Filistînî bi xwe, hebûna wê, kêliyên wê yên tirsnak û serhildana wê ya li hember xwe, temsîl dike.

Sehar Bilbil tekez kir ku çenteyê awarte wê di bîra jinên Filistînî de bimîne, şer biqede jî. Mîna tiştê herî xirab ku heya niha hatiye serê wan. Ji ber ku wan tenê bi çenteyek malên xwe terikandin. Sehar şîret li jinên li herêmên şer kir ku wê çentê amade bikin û li benda demjimêrên dawî nemînin, da ku ji tiştekî ku nekarîne bistînin, poşman nebin.