Ji şîrê hêjîran derman çêdike

Necah Silo ya ji gundê Girê Mîr a Zirganê bi çandina darên hejîran dermanekî xwezayî ji tenduristiya bedenê û nexweşiyên çerm, dil û hinavê re peyda dike û dibêje dermanên xwezayî wekî xezîneyên veşartî ne.

SORGUL ŞÊXO

Zirgan – Her darek, simbilek, gulek û peleke wê bi qasî xwarina wan sûdên wê li ser tenduristiya mirov jî pir e. Ev xezîneyên veşartî ji aliyê nifşên îro ve pir zêde nayê zanîn. Yên bi vê re mijûl dibin jî dayîk û dapîr in. Ji lewra yên ku bazirganiya fêkî û sebzeyan dikin an jî diçînin û dixwin, divê bizanibin ku her fêkiyek nîşana çi ye. Bizanibe di her fêkî û sebzeyek de çiqas vîtamîn û çend cûreyên vîtamînan heye, da ku bizanibe çawa hevsengiyê bixe nav dermanên xwezayî û dermanên kîmyewî ger ku nexweş be.

Necah Silo dayîkek ku baweriya wê bi bandora dermanên xwezayî tê ye, ji ber wê di hewşa mala xwe ya ku li gundê Girê Mîr yê bajarê Zirgana li Kantona Cizîrê de, darên hejîran û cûreyên din ên daran çandiye.

‘Ji nexweşiyên çerm re şîrê hêjîran dermanek xwezayî ye’

Pîra Necah got ku piştî wê û hevjînê xwe hewş kirîne û mal ava kirine, dest bi çandina cûreyên daran kirine, ku çandina wan bi dareke hejîran destpê kiriye. Pîra Necah wiha got: “Temenê darên di vê hewşê de di navbera 15-24 salan de ne. Jiyana me bi giştî di nav cotkarî û çandina pembo, genim, zebeş û cûreyên din yên xwarinê de derbas bû. Darên hêjîran 10 salî ne. 2 hişk bûn û 4 jî şîn in û baş berhem didin. Darên herî berhemdar, tirî û hêjîr in. Em hêjîran dikelînin dikin rîçal, hişk dikin û ji bo zivistanê jî hiltînin. Pelên wê jî derman e. Ez şîrê ku ji şax û pelê wê jî tên ji bo nexweşiyên çerm wekî egzema û mîxên ling û destan bikar tînim. Bikaranîna şîrê hêjîran dermanek aktîv e ji bo bidawîkirina çend cûreyên nexweşiyên çerm.”

Necah Silo da zanîn ku xwarina hêjîran ji bo tenduristiya bedenê û madeyê baş e û wiha pêl da gotinên xwe: “Xwarina hêjîran dilê mirov û tenduristiya bedenê bihêz dike. Li dijî nexweşiya penceşêrê û parastina kesan rol dilîze, ji bo made û kolonê jî derman e. Mînak hevjînê min, mada wî kul bû her sibeh 2-3 hêjîr li xwûrînê dixwarin, piştî demekê ji xwarina hejîran sê danên rojê kulbûna mada wî baş bû. Yê bizanibe û ji fêkiyan fêm bike wê bizanibe ku darên hejîran pir bi sûd in.”

Piştî ku xwe bi dermanê xwe baş kir destpê kir

Necah Silo ya ku nexweşiyên wê yên çerm wekî egzema hebû wiha behsa ceribandina xwe kir: “Egzema di dest û rûyê min de hebû, min peleke dara hejîran radikir û her car pel bi şîrê wê li ser destê xwe dibir û dianî û digerand, piştî wê xurek di dest û rûyê min de çêdibû, pê re jî çerm ji nexweşiyê paqij bû. Bi werzê çêbûna hêjîran heta dawîbûna wê min pel û şîrê wê bikar dianî, heta ku çermê min paqij bû. Heman wextê jî ez şîrê hêjîran li mîxên ku di ling û destê jin û zarokan de çêdibin de dikim, mîx gava şîr vedixwe pûç dibe û wiha bi rojan re êdî dimire. Wehda tedawiya jin û zarokan dikim.”

‘Dermanê kîmyewî temenê nexweşiyan dirêj dike’

Necah Silo ferqa di navbera dermanên xewzayî û kîmyewî de anî ziman û wiha got: “Dermanê ku bijîşk didin, dermanên kîmyewî ne, tenê êşê sivik dikin. Lê gava mirov şîrê hêjîran û cûreyên din yên dermanên xwezayî bikar tîne nexweşiyan ji kokê derman dike. Gelek şaştiyên wiha jî çêbûne ku bijîşk dermanê nexweşiyeke cûda didin nexweşan. Ev dihêle ku nexweşiyên nû derkeve û temenê nexweşiyan di bedena mirov de dirêj bike. Ji lewra divê jin û her kes bizanibin dermanê wan di hewşa wan de ye, divê lê bigerin û baş bikar bînin. Me bi xwe nexweşiya xwe û hevjînê xwe derman kir, ji ber ku em gelek li bijîşkan geriyan û me sûd nedît.”

‘Daran biçînin bila dermanê we ji hewşê be ne ji dermanxaneyan’

Pîra Necah girîngiya çandina daran û sedemên wê bi van gotinan bilêv kir: “Cûreyên darên hêjîr, hinar û tirî biçînin baştir e ku mirov biçe bikire an jî biçe cem bijîşkan. Xwarina berhemên daran hem barê aborî sivik dike, nexweşiyan jî kêm dike û rê nade ku mirov zû bi zû biçe bijîşkan. Bila dermanê nexweşan ji hewşa wan be ne ji dermanxaneyan be. Ez vê daxwazê ji jinan dikim ku çi cûreyên daran hebin li hewşa xwe biçînin.”