Pitikên pêşwext ên li Xezayê her carê dişînin nexweşxane û welatekî

Çîroka Ezher zoriyên ku dayîk di şer de dikşînin nîşan dide; zarokek ku bi zorê ji hembêza dayîka xwe hatiye girtin, piştî dermankirin û sirgûnkirinê gihîştiye dayîka xwe lê bi kon, wêranî û kêmbûna xwarinê re rûbirû ye.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Di nîvê Mijdara 2023’yan de, Kompleksa Tendirustî ya El-Şîfa li Xezayê hat dorpêçkirin û dûre ji aliyê hêzên Îsraîlê ve rastî êrîşan hat. Ev yek bû sedema rawestandina xizmetên tendirustiyê. Çend roj şûnde, nêzî 35 pitikên ku beriya dema xwe welidîne û di rewşeke krîtîk de bûn, ji wê derê şandin başûrê Xezayê. Hinek ji wan ji ber kêmbûna elektrîkê û oksîjenê mirin. Piştre pitikan bi riya Komeleya Heyva Sor birin Misrê.

Di 22’ê Mijdara 2023’yan de pitika keçik Ezher ji Zîvala Xezayê bi komek pitikên pêşwext re ji bo dermankirinê ber bi Misirê ve şandin. Ew mehek beriya şer, bi pişika pêşneketî ji dayik bû, ji ber vê dayîka wê neçar ma wê di odeyeke nexweşxaneyê de bihêle. Dema ku dayik ber bi başûrê Xezay ve hat koçberkirin û hewl da pitika xwe bi xwe re bibe, karmendên tendirustiyê red kirin û jê xwestin ji bo parastina jiyana wê, pitika xwe bihêle.

Pitika xwe ji destbenda dema jidayikbûnê nas kir

Dayika Ezher, Hîba Salih dibêje ku keça wê ji nexweşxaneya El-Şîfa şandine nexweşxaneya Ebû Yûsif El-Necar a li Refehê başûrê Xezayê, li wir ji ber kêmbûna oksîjenê jehrîbûna xwînê pê re çêbûye. Her wiha dide zanîn ku paşê li nexweşxaneyek li Paytexta Îdarî ya Nû ya Misrê hatiye dermankirin û destnîşan dike ku jê hatiye xwestin bi pitika xwe re be lê nikaribûye biçe  ji ber ku çar zarokên wê yên din hene û tenê kaxezên ku destûr didin zarok bi tena serê xwe derkeve îmze kiriye.

Hîba Salih diyar kir ku dema wê piştî çend mehan cara yekem keça xwe dît, tenê bi destbenda jidayikbûnê ya bi navê wê ew nas kiriye û got ku bebik di rewşek dijwar de bû ji aliyê fîzîkî ve û wê qet xeyal bedikir ku ew mîna zarokên din rabe ser xwe û bimeşe.

Ji ber dorpêçê zarok ji bo dermankirinê şandin Misrê

Hiba Salih di dema mayîna xwe ya li bajarê Xezayê de bi riya hevalek ku bi rêkûpêk serdana wê dikir, bi keça xwe re di têkiliyê de bû. Lê belê, piştî ku nexweşxane hat dorpêçkirin û bakur ji başûr hat veqetandin, têkiliya wan hat birîn. Piştî ku zarok şandin başûr û dûre şandin Misrê her ku şer dijwartir bû, rewş xirabtir bû.

Ezhar hê jî fêrî atmosfera kampê nebûye

Hiba Salih wiha dibêje: "Di destpêkê de, min qebûl nekir, her çendî bi vîdyoyan pê re axivîm û wê wêneyên malbatê dîtibû jî. Ji her tiştî ditirsiya wêrankirin, qutbûna elektrîkê û heta jiyana di konê de hemû ji bo wê rewşên cuda bûn hîn nedibû. Heta îro jî zarok carna ji ber atmosfera di konan de diqîre û ditirse. Tevî ku hînî dayîka xwe, xwişk û birayên xwe bûye jî.”

Malbatên du zarokan nayên naskirin

Hîba Salih diyar dike ku di dema pêşwazîkirina hinek zarokên vegeriyayî de, du ji wan mirine lê du ji yên din bêkes mane û di dema şandina ji nexweşxaneya El-Şîfa de destbendên wan ên nasnameyê winda bûne. Diyar dike ku 4 malbatan li ser dê û bavê zarokan nîqaş kirin her yek ji wan delîl pêşkêş kir û îdia kirin ku ew malbatên zarokan bûn. Çarenûsa diyarkirina nasnameyên wan ji ber nebûna testa DNA’yê li Zîvala Xezayê hê jî nediyar e.