Di Çarşema Serê Nîsanê de şehîdgeh hat ziyaretkirin
Di cejna Çarşema Serê Nîsanê de civaka Êzidî şehîdgeha şehîd Berxwedan û Dilgeş ziyaret kir, xêra şehîdên xwe belav kirin.
Şengal – Îro cejna Çarşema Serê Nîsanê ya Feqîran e. Sibehê zû xelkê Êzidî berê xwe da şehîdgeha Şehîd Berxwedan û Dilgeş. Li vê derê şehîdên xwe bibîr anîn, cejna hev pîroz kirin û xêran belav kirin. Zarokan jî xêrên ku li ser goran hatibûn belavkirin ji bo xwe kom kirin.
Endama saziya malbatên şehîdan Dayê Pakîz ku yek ji dayîka şehîdan e ev cejn li şehîdan, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li civaka Êzidî, li gerîla pîroz kir û got: “Em di vê cejna Çarşema Serê Nîsanê de hatin cejna şehîdên xwe. Em çiqas dûr jî bin em her dem tên. Ev roj kewna dinyayê ye, erd û asîman di vê rojê de ji hev cuda bûn. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe cejna xêr û xweşiyê, bibe serkeftina Şengalê. Em ê tu carî terka şehîdên xwe nekin. Wan dema DAIŞ’ê êrîş kir, ji bo rizgariya Şengala me şer kirin û şehîd bûn.”
Dayîka şehîd Dijwar Feqîra daye Xoxê jî cejna Serê Sala Êzidiyan li koçek û şikestên xwe, li civaka Êzidî, li şehîdan pîroz kir û got: “Em di vê cejnê de hatine serdana şehîdên xwe. Ji bo xêra ruhê wan me tişt anîne ser tirban.”
Piştî ziyareta şehîdgehê wê xelk serdana hev bike.