‘Rêber Ocalan bi dizî pirtûk dixwendin û bi gel re civînan li dar dixist’
4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd bûyerek sembolîk e. Kurd ramanên Rêber Abdullah Ocalan û bandora wan a li ser rêwîtiya xwe bi bîr tînin, ji ezmûn û bîranînên kesane sûdê digrin. Têkoşîna bi nasname û hişmendiya kolektîf re bûye yek nîşan didin.
SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Kobanê – Nemet Elûş dema ku serpêhatiya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan re vedibêje, hevdîtin û ramanên wî yên ku bandoreke kûr li ser jiyana wan hiştine bi bîr tîne û tekezî li ser girêdana vê bîranînê bi wateyên têkoşîn, maf û pabendbûna bi nasnameyê re dike.
4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd qonaxeke sembolîk e, ji ber ku salvegera jidayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û hebûna ramanên wî di dilê gelek kesan ve girêdayî ye. Felsefeya wî ya siyasî û civakî şopeke zelal li ser jiyana malbatên ku bi wî re ji nêz ve jiyane hiştiye, ji ber vê yekê bîranînên kesane bi baweriyên rewşenbîrî re tevlihev bûne, ezmûneke mirovî û siyasî ava kirine.
‘Nasnameya me sirgûn bû zimanê me qedexe bû’
Nemet Elûş a 47 salî, ji bajarê Kobanê ye, yek ji wan kesan e ku xwedî şansa hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re bû. Di destpêka axaftina xwe de behsa hevdîtina xwe ya destpêkê û nasîna xwe bi Rêber Abdullah Ocalan re kir û wiha got: "Rêber Ocalan bi pismamê min re ket axa Sûriyeyê, ji ber ku wan bi hev re li bakurê Kurdistanê têkoşîna siyasî dimeşandin. Rêber Ocalan gelek caran serdana me kir û gelek rojan li cem me ma. Dê û bavê min hişyarî dan me ku em li ser vê yekê bi eşkereyî bi kesê re neaxivin, ji ber ku wê demê têkoşîna li Sûriyeyê ji ber polîtîkayên zordar ên rejîma Baasê veşartî bû. Tê bîra min ku Rêber Ocalan bi dizî pirtûk dixwendin û bi gel re civînan li dar dixistin.”
‘Rêber Apo ji bo gel û civaka xwe her tişt kir’
Nemet Elûş sedema baweriya bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan piştrast kir û bi van gotinan nirxandinên xwe anî zimam: "Rêber Ocalan di demeke ku em ji aliyê rejîma Beasê ve rastî neheqî, zor û zulmê dihatin ve hat Rojava. Her wiha ji ber ku nasnameya me sirgûn bû axaftina bi zimanê me qedexe bû, yekem kes bû ku em bi ramana rizgariyê da nasîn. Ev yek bû sedem ku em baweriya xwe bi rêbaza wî bînin û di doza wî de fedakartir bibin. Rêber Ocalan ne ji bo xwe yan jî malbata xwe xebitî, ji bo gelê xwe û civaka xwe her tişt kir."
‘Em rastiya Rêbertiya xwe dizanin’
Nemet Elûş nirxandinên xwe wiha domand: "Dema ku em xaniyê ji kerpîçên heriyê yê malbata Rêber Ocalan dibînin, rastiya têkoşîna wî fam dikin. Berovajî serok û rêberên ku di qesr û xaniyên luks de dijîn û îdia dikin ku ew ji bo gelê xwe dixebitin, ew ji nava civaka xwe bû.” Nemet Elûş birayê xwe yê ku di salên 90’an de şehîd bûbû bi bîr xist û got: “Birayê min riya wî şopand û di salên 1990’î de şehîd bû."
‘Aştî û demokrasî armancên rêbertiyê bûn’
Nemet Elûş diyar kir ku hevdîtina wan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ne tenê bi serdana wî ya mala wan re sînordar bû, da zanîn wan her sal diçûn serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çi li Helebê be çi li Lubnanê be. Her wiha da zanîn ku ew hê jî ew wêneyê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ligel hevjîn û zarokê xwe kişandiye, diparêze, sohbetên wî yên bi wan re bi bîr tîne û wiha got: “Ew her dem li ser aştî û demokrasiyê diaxivî. Qet rêbazên leşkerî ji bo bidestxistina çareserî û mafan tercîh nedikir lê aliyên din bersiva Rêber Abdullah Ocalan nedan."
‘Bi saya fikirên Rêber Abduallah Ocealn me destkeftiyên mezin bidest xistin’
Nemet Elûş bi van gotinan pesnê têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û di berdewamiya axaftina xwe de ferq û cudahiya di navbera demên beriya nasandina têkoşînê û pişt re destnîşan kir û wih got: "Berê em nikaribûn bi zimanê xwe biaxivin lê niha em ji xwerêveberiyê, xweparastinê û fêrbûna bi zimanê xwe kêfxweş bûne. Ev ji bo me destkeftî û serkeftineke mezin e.”
Nemet Elûş bi gotinên tijî hêsir behsa dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û bi van gotinan behsa wan rojên bi êş kir: "Nûçeya girtina wî ji bo me wek birûsk û şokek bû, ji ber ku hêzên komploger xwestin bi riya komployê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîna wî û mafên gelê Kurd hedef bigrin her wiha rê li ber biratiya wan bi gelên din re bigrin.”
‘4’ê Nîsanê îfadeya pabendbûna azadî û rûmetê ye’
Di dawiyê de, Nemet Elûş diyar kir ku jidayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullan Ocalan ji bo gelên bindest "şefeqek e nû" ye, ji ber vê yekê her kes vê rojê pîroz dike. Bi vê mîrateyê, salvegera jidayîkbûna wî ji bo gelek kesan ne tenê bûyerek e; ew îfadeya pabendbûna bi îdealên azadî û rûmetê û lêgerîna pêşerojeke adiltir e.
Di navbera bîranîn û fedakariyan de, hêvî berdewam dike divê ku mafên rewa werin bicîhanîn û bangên ji bo aştî û demokrasiyê ji bo her kesê bibin rastiyek da ku ev roj ji bo hemî gelên ji bo rizgariyê hewl didin bibe sembola destpêkeke nû.