Jinên ku bi çîrokên xwe hêz bedewî û nasnameya gelêrî vedibêjin
Li gorî du lêkolînerên Tûnisî, navên weke Jennat, Lalla, Azîza, Masia û Khadra" ne tenê navên gazîkirinê ne, sembolên nasname, bedewî, rûmet û bereketê ne, da ku jin bi navên xwe di dîrokê de hebin.
ÎXLAS HAMRÛNÎ
Tûnis – Li Qesrîn, Gafsa, Sidî Bouzîd û deverên din ên hundirê Tûnisê, navên jinan bi taybetî yên jinên extiyar, ji navekî zêdetir xwedî wate ye; ew deriyê bîranînek kolektîf a kûr û çîrokên nifşên jinan e.
Navên wekî Jannat, Lalla, Azîza, Masia û Khadra bi awayekî keyfî nehatine hilbijartin lê ji xwezayê û ezmûna rojane îlham girtine, bûne sembolên nasname, bedewî û nirxa civakî. Şahidiya çîrokên dapîr û bapîran kirine û nîşaneyek aîdiyeta civatekê ne ku tevî guhertinên demê mîrateya xwe ya çandî parastiye.
Sîstema sembolîk a yekgirtî
Lêkolînera mîrata devkî Suwar Qehrî dibêje ku axaftina li ser navên jinan behsa pergaleke sembolîk a yekbûyî dike û got: "Di demên berê de nav bi awayekî kêfî nehatine hilbijartin, ji ber ku lêkolînên meydanî nîşan didin sê girêdanên bingehîn hene ji bo nirxandina hilbijartina navekî bedewî, bereket û bûyer."
Ji bedewiyê hatine girtin
Suwar Qehrî diyar dike ku girêdana yekem bi bedewiyê ve girêdayî bû, ji ber ku navên jinan ji xwezayê û her tiştê ku sembola kerem û şahiyê ye îlhama xwe digrin. Navên wek Xezalê, Fide, Fecr, Nîme û Xeyre ne tenê raveker bûn, îfadeyên bedewiyê bûn. Carna wan ji darek, fêkiyek, an jî peyzajek xweşik, weke Rummana, Zeytûna û Qemra, îlhama xwe digirtin.
Xelk bawer dikin ku navekî xweşik bextê baş tîne ji bo zarok û dem jî di navlêkirinê de hebû. Keçek ku di sibehê de ji dayik dibe, weke sembola ronahî û destpêkê navê Fecr digirt, di heman demê de navên wek Saadia, Berekah an Burkana belav bûn ku hemû tên wateya bextê baş.
Ji bereket û xurekê
Li gorî analîza Suwar Qehrî girêdana duyemîn bereket û xurek e, ji ber ku gelek nav ji demên bi bereket û mirovên merd îlhama xwe digrin. Wekî Remezan û Eyda ji bo mêran. Di vê çarçoveyê de, navê Cennet derdikeve pêş ku wateya olî ya ji bihuştê tê bi wateya civakî ya bi qencî, comerdî û bereketê ve girêdayî re dike yek. Jina ku vî navî digre di bîra gelêrî de dike sembola qencî û bereketê.
Nav ji bûyer an rewşeke taybet îlhamê digre
Girêdana sêyem jî bûyer bi xwe ye. Suwar Qehrî rave dike ku nav ji bûyerek an rewşek taybetî îlhamê digre. Zarokek dikare ji ber baran, ronahî, cejnek, an tewra bûyerên girîng were binavkirin. Wekî mînak navê keçek di dema şoreşê de ji dayik bûye "Tûnisa Azad" e. Navlêkirina li gorî dayik, dapîr, an yekî hezkirî jî pratîkek gelemperî bû ku berdewamiya bîra malbatê di nav nifşan de misoger dikir.
Suwar Qehrî li gotinên xwe wiha zêde dike: "Di nava navên ku vê aliyê sembolîk û estetîkî digirin de, navên bi hêz xuya dibin wek Za'ra, Mahra û El-Ekrî." Suwar Qehrî rave dike ku navê El-Ekrî ji jineke xwedî bedewiyeke zêde re tê dayîn, bi vî awayî nav bi jinê re mezin dibe û dibe beşek ji nasnameya wê û dibe ku statuya wê ji bedewiya wê ya xwezayî jî bilindtir bike.
Rûmet û statuya jinan
Lêkolînera çanda devkî Hamîda Amrî piştrast dike ku navên jinan di bîra kolektîf de qet bêwate nebûn lê belê bi prestîj, statu û rewşa civakî ya jinan ve girêdayî bûn. Ew lê zêde dike ku navên wek Zaraa jineke bihêz, wêrek û bi bandor îfade dikin, arketîpeke jinê ku di çîrokên gelêrî de bi xurtî heye.
Wateya xwe ji çîrokên gelêrî digrin
Hemîde Omerî bi dirêjî li ser navê Cennet disekine û wê wek mînakek zelal a têkelbûna girîngiya olî û civakî dibîne. Ew dibêje: "Di çîrokên gelêrî de, Cennet ne tenê weke karakterek duyemîn, weke jinek girîng xuya dike, weke di çîroka Serşoka Keçan de ku tê de 7 zarokên wê wekî kurên Cennetê tên zanîn, ne yên bavên wan ku hebûna bihêz a jinan di civakê de nîşan dide. Wekî din ew Cennet bû ku bi duayên xwe av da bîrê dema zuwa bû ji bo her kesê başiyê xwest ku ev yek rol û şehrezayiya jinan di jiyana rojane de destnîşan dike.”
Hemîde Amrî navên din jî tîne bîra mirov weke Masia. Di çîroka "Keça ku heft birayên xwe winda kirin" de, leheng navekî ji elmasê wergirtiye ku nirx û bêhempabûnê nîşan dide. Her çendî xwişk di dawiya çîrokê de xuya dibin jî Masia lehenga navendî dimîne ji ber ku nav bi xwe wateya jêhatîbûn û cudahiyê hildigire.
Wate û nirxê navan
Wê behsa navên din jî kir, wek mînak El-Aafiya ku wek xwesteka jiyanê ji zarokekî re dihat dayîn, wek ku mirov digotin, "Navê wê bike El-Aafiya da ku mirin wê nas neke." Her wiha navên wek Qali'iya an El-Eljiya jî hebûn ku bi navên "pîrozên jin ên rast" ve girêdayî ne. Jinên ku zarokên xwe winda dikirin serdana van pîrozan dikirin û peyman dikirin ku zarokê wan ê din li ser navê wan were binavkirin, bi baweriya ku zarok dê bijî. Dû re navê Ceziya (ji eşîra Hilalî) hebû, ku çîroka wê ji her kesî re bi rêya şano û rêzefîlmên televîzyonê tê zanîn ku wê bi awayên cûrbecûr nîşan dane, lê navê lehengê ji ber rêzgirtina ji bo rewş û dîroka wê Ceziya ma.
Navên jinan statuya wan di nava civakê de nîşan dide
Hemîda Amrî dibêje: "Navê jinan statuya di nav civakê de nîşan dida. Dema ku behsa Azîza tê kirin, ew behsa jineke xwedî nirx, rûmet û evîn dike. Navê Lalla sembola rêz, statu û şerefê bû. Dema ku behsa Khadra tê kirin, wateyên jiyan, bereket û dayînê tên xuyakirin û navê Masia sembola nirx, nadirbûn û bedewiya bilind e."
Hemîda Amrî digihîje wê encamê ku navên jinan behsa referansek zelal a Ereb-Amazîx-Îslamî dikin. Tevî bandora globalîzasyon û teknolojiyê, navên wekî Fatîme, Eyşe, Xedîce û Zehra hê jî bi xurtî hene. Di heman demê de hin navên kevin ên wek Xedra ji ber guherîna çêja civakî û derketina holê ya mantiqa hilbijartinê kêm bûne.
Dibin şahidiya nasnameya civakê
Herdu lêkolîner, Suwar Qahrî û Hamîda Amrî li hev dikin ku navên jinan di bîra gelêrî ya Tunisê de hilgirên wate, nirx, bedewî û hêzê ne. Her nav, çi Cennet, Lalla, Aziza, Masia, an Khadra be, rewşa jinê di civakê de nîşan dide, bîranînên nifşan diparêze û şahidiya nasnameya çandî, olî û civakî ya civakan dike.