Rêwîtiya jineke ciwan a Iraqî: Ji bo afrîneriyê gelek rê hene

Hebûna jinan di qadên serkeftin û afrîneriyê de her roj bi awayekî berbiçav xwe nîşan dide. Yek ji van mînakan Nûr Mihemed e. Hem bi xwendina zanîngehê ya beşa diranan hem jî di gelek waran de nîşan da ku riyên afrîneriyê gelek in.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Iraq – Jin bi xebat û hewldanên xwe di qadên afrînerî û serkfetinê de bi awayek bi hêz xwe nîşan didin. Wan îsbat kir ku dikarin di ware zanist, huner û bandora civakî de xebatan bi hev re bidin meşandin.

Nûr Mihemed, xwendekara beşa diranan a fakuletya tibê ye, xwe bi jiyana akademîk ve sînordar nekir û di gelek warên cuda de cih girt. Ew wênesazek e, tabloyên ku bedewiyê diteyîsînin xêz dike, muzîkjenek e bêyî perwerdeyek akademîk a muzîkê bigre gîtar û piyanoyê lê dide û stranbêjek e, bi dengê xwe yê bilind bala guhdaran dikşîne.

Di gelek riyan de dimeşe

Nûr Mihemed di warên medyayê û hilberîna naverokê û her wiha hunerê de xebat dide meşandin, li ser platformên medyaya dîjîtal xwedî gelek şopîneran e. Bi saya vê yekê, derfet dît ku beşdarî bernameya ‘You's Talent’ a li ser MBC Iraqê tê weşandin bibe. Her wiha di çalakiya TEDx Women Baghdad a ku di sala 2024’an de hat lidarxistin de cih girt û vê ezmûnê derfet da wê ku bi şîrketek telekomunîkasyonê re bixebite.

Nûr Mihemed li ser jêhatiyên xwe yên piralî û serkeftinên xwe di perwerdeya xwe ya diran de wiha dibêje: “Muzîk ji bo min hebûneke xwezayî ye jê re tu hewldanek taybet nayê kirin. Piştî muzîkê di warê wênesazî û medyayê de min xwe bi pêş xist. Piştî muzîkê, destpêkê min berê xwe da qada medyayê; dest bi parvekirina naverokan li ser medyaya dîjîtal kir. Paşê, min dest bi wênesaziyê kir û berhemên xwe bi mirovan re parve kir.”

Nûr Mihemed da zanîn ku ji temenê biçûk ve wê ji nûjeniyê hez kiriye û tercîh dike xwe nespêre qadek tenê, ji ber ku ew vê yek wekî beşek ji kesayetiya xwe dibîne û wiha dibêje:

“Ez ji nûbûnê hez dikim, hez nakim bi awayekî rûtîn an jî bi jêhatîbûnek tene ve girêdayî bimînim. Ji ber vê yekê ez tercîh dikim jêhatiyên xwe bi awayê curbecur bikim û dema xwe di warên cuda de dinirxînim.”

‘Hem hunermend im hem jî beşa tibê dixwînim’

Nûr Mihemed xwe wek ‘hunermendek ku beşa tibê dixwîne’ bi nav dike. Li gorî wê, huner ne tenê bi qada şahiyê ve sînordar e; tib di heman demê de hunerê jî dihewîne û got: “Pir kêm kes vê yekê fêm dikin lê ji bo min ev rastiyek e pir eşkere ye. Di nava tibê de jî huner heye.”

Rêvebirina dem û disîplînê

Nûr Mihemed destnîşan kir bi awayê rûkûpek derbaskirina demê bi xwe er serkeftinê tîne û got ku pêşîniya wê her dem perwerdeya akademîk bûye. Her wiha da zanîn ku di dema xwe ya vala de, wêne çêdike û ji muzîkê hez dike. Xwendinên medyayê qada sêyemîn a jiyana wê ye ku hewceyê enerjî û çalakbûna li ber kamerayê ye lê carna neçar e ji bo van hemû qadan di heman demê de bidomîne ji aramiya xwe ya şexsî fedekariyê bike û wiha didomîne: “Tiştek bi hêsanî nayê bidestxistin. Jê re ked û fedakarî lazim e. Hebûna berdewam di medyayê de bi taybetî ji bo bûna kesekî xwedî kesayetiyek hesas, dikare zextek girîng biafirîne.”

Nûr Mihemed derbasbûna zanîngehê wekî yek ji demên herî westiyayî yên jiyana xwe bi nav dike û got: “Tevî vê yekê jî ez naxwazim ji ber zehmetiyên demkî dev ji jiyana ku bi salan bi ked û xebat ava kiriye berdim. Car caran ez bêhna xwe vedidim da ku enerjiya xwe kom bikim her wiha piştgiriya gel hêzê dide min.”

Piştgiriya malbatê û pêşdaraziyên civakî

Nûr Mihemed, bal kişand ser zoriyên ku rastî wan hatiye û got ku malbata wê her dem li kêleka wê bûye, mudaxeleyî jiyana wê nekirine û got: “Li gorî min zoriyên rast matmayîbûna civakê li hemberî fikra ku kesek perwerdeya bijîşkî bidomîne û di heman demê de di medyayê û hunerê de jî serkeftî be ye.”

Her wiha Îfade kir ku gelek kes meraq dikin ka ji ber ew yek ji xwendekarên herî serketî yên fakulteya xwe ye çawa dikare vê hevsengiyê bi dest bixe.

‘Ev ne bêserûberî ye rêwîtiya keşifkirina xwe ye’

Nûr Mihemed li dijî fikren; çalakbûn di gelek waran de weke ‘bêserûberî’ tê nirxandin derket û bawer dike ku ev di rastiyê de pêvajoya xwekeşifkirin û keşifkirina jiyanê ye û wiha got: “Tiştek nîn e ku mirovan ji ceribandina gelek riyan û serkeftinê asteng bike. Ya girîng ew e ku plan û armancek zelal hebe yan na dibe ku ev yek veguhere tevliheviyê.”

Gîtar û piyano serbilindiya wê ya herî mezin in

Dema ku jê pirsa projeya ku pê serbilind e tê kirin, balê dikşîne ser performansên xwe yên gîtar û piyanoyê û rave dike ku lêxistina gîtarê wekî jinek Iraqî hê jî di civakên Ereb de kêm e û ev yek ji bo wê xwedî wateyeke taybet e.

Nêrîna ji bo pêşerojê

Nûr Mihemed dibêje ku ew xwe tenê di warek de nabîne, dide zanîn ku huner beşek yekgirtî ya kesayetî û nasnameya wê ye û wiha didomîne: “Devjêberdana hunerê mîna devjêberdana xwe ye. Tib qada min a akademîk e min bi salan ji bo wê hewl da. Medya jî yek ji qadên min ên pîşeyî yên xebatê ye.”

Nûr Mihemed, bawer dike ku ew dikare di van hersê waran de kar bike, plan dike ku ji bo ciwanan nîşan bide ku tib, huner û medya dikare bi hev re bibe yek.

Lê gava jê pirsîn ka dikare dev ji kîjan qadê berde, bersiva wê zelal e dibêje: “Muzîk tişta herî nêzî nasnameya min e. Ji bo min ne mimkûn e ku ez dev jê berdim.”

Peyama ji bo ciwanan

Nûr Mihemed gotinên xwe bi van pêşniyarên ji nifşê xwe re bi dawî dike: “Ji her tiştî re qîmeta ku heq dike bidin. Pêşî girîngî bidin perwerdeya xwe. Piştî xebatê wextê bêhnvedanê bidin û jêhatiya ku hûn jê hez dikin bi pêş bixin. Bi vî rengî hûn dikarin bigihîjin armancên xwe û xeyalên xwe pêk bînin.”