Li Kirmaşanê wêneyekî tirsnak ê xizanî û hilweşîna aborî

Xizanî û zexta aborî ya li Kirmaşanê her diçe xirabtir dibe, malbat ji bo debara xwe ber bi berhevkirina çopê ve çûn. Li wir jin, mêr û zarok bi hev re di nava bermahiyên çopê de li jiyanê digerin.

SARA PÛRXAZARÎ

Kirmaşan – Li Komara Îslamî, bikaranîna endamên malbat û xizmên karbidestan di meqamên girîng de bûye sedema kombûn û yekdestdariya desthilatdariyê di torên malbatî de; ew wekî ku meqamê hikûmetê bûye karekî malbatî ne berpirsyariyeke giştî. Ev şêwaz di binê civakê de teşeyek cuda digre; gelek malbat neçar in ku weke yekîneyeke kar tevbigerin da ku kêmtirîn pêdiviyên jiyanê peyda bikin û hemû endam ne bi bijartinê lê bi zorê aborî beşdar dibin. Bi vî rengî, heman avahiya ku li jorê pîramîda desthilatdariyê dibe sedema yekdestdariyê, bûye sedema xizaniyê û hevkariya malbatî ya bi zorê ji bo jiyanê li binê pîramîdê.

Dema ku malbat ji bo debara xwe serî li qutiyên çopê didin

Van rojan, li kolanên Kirmaşanê cihê karê gelek malbatan êdî ne atolye, dikan an nivîsgeh e; ew qutiyek çopê ye. Cot û zarokên wan di nav çopê de digerin da ku xwarin an tiştên malbatê yên firotanê bibînin; wêneyek ku di salên dawî de gelemperîtir bûye, ji ber ku enflasyon û bihayên bilind zêde bûne.

Ev dîmen ne tesadufî ne; encama pergalek in ku tê de hêz li jor di torên malbatê de kom dibe û xizanî li binê civakê belav bûye. Malbat bûne yekîneyên kar ên nexwestî û zarok li şûna ku biçin dibistanê li kêleka qutiyên çopê radiwestin; modelek ku li jor îmtiyazek e û li jêr jî mecbûriyetek ji bo jiyanê ye.

Nişteciheke Kirmaşanê û rojnamevan Saharî wiha dibêje: "Heta berî çend salan ger em li berhevkarên çopê binêrin, bi gelemperî tenê barek li ser milên wan hebû yan jî wesayîdek piçûk ji bo hilgirtina karton û tiştên ku berhev dikirin. Lê di çend salên dawî de, min dît ku gelek ji van kesan bi wesayîdan jî digerin. Ji hêla din ve, berhevkirina çop tenê yek ji xuyangên zexta aborî ya li ser malbatan e. Gelek malbat ji ber nebûna derfetên kar, kêmbûna dahatê û zêdebûna lêçûnên jiyanê neçar mane ku serî li laksê bidin. Ev rewş bi zelalî nîşan dide ka hejariyê çiqas jiyana mirovan, nemaze xelkê Kirmaşanê, xistiye bin siya xwe û gelek malbat neçar kiriye ku serî li laksê yan jî berhevkirina çopê bidin.”

Bi hezaran kes vî karê dikin

Li gorî daneyên ku ji hêla çavkaniyên hikûmetê ve hatine weşandin, di sala 2024'an de, li bajarê Kirmaşanê nêzî 3 hezar berhevkarên çopê hatine tesbîtkirin ku çop berhev dikirin û bi vî awayî debara xwe dikirin. Salek şûnde di sala 2025'an de, heman çavkaniyan hejmara berhevkarên çopê li Kirmaşanê di navbera 3 hezar û 500 û 4 hezarî de ragihand; hejmarek ku nîşan dide tenê di salekê de, nêzî hezar kes li nifûsa berhevkarên çopê yên li vî bajarî zêde bûne.

Bi gotineke hêsantir, di navbera salên 2024 û 2025'an de, her roj nêzî 2 heta 3 kes li nifûsa berhevkarên çopê ên li Kirmaşanê zêde bûne, ev meyl nîşan dide ku xizanî zêde dibe û hêza aborî ya malbatan kêm dibe.

Hejarî ji taxên bêpar derbas bûye

Çalakvana civakî û endama komên bingehîn ên ku ji bo piştgiriya hejarên li Kirmaşanê dixebitin, Mîna Aslanî ku navê wê yê ne rast e dibêje: "Berê, me hemûyan dizanibû ku piraniya berhevkarên çopê li Kirmaşanê ji taxên wekî Serçeşme, Şahid, Barîke, Deh Mecnun, Çeman, Cefarabad û çend deverên bi vî rengî bûn. Ji ber ku li van taxan, berhevkirina çopê ji bo gelek malbatan bûye karekî daîmî. Lê di salên dawî de, li gorî çarçoveya çalakiya me, em rastî diyardeyek nû hatin. Gelek kes ji taxên wek Maskan, Qeleh-e-Kohne Elahîe, Moallem û deverên din ên çîna navîn a jorîn ên bajêr jî vê çalakiyê kirine. Ev nîşan dide ku hejarî êdî bi taxên bêpar ve sînordar nîne. Ev nîşanek eşkere ya belavbûna hejariya avahîsazî û lezandina kêmbûna çîna navîn li Kirmaşanê ye."

Ev diyarde hilweşîna aborî di nava civakê de eşkere dike

Lêkolînek li ser rewşa berhevkarên çopê li Kirmaşanê nîşan dide ku beşek girîng ji malbatan ketine nava xizaniyeke mutleq û ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên herî bingehîn, berê xwe didin berhevkirina çop û dûre jî di qutiyên çopê de li xwarinê digerin; ev nîşaneya hilweşîna ewlehiya aborî di navbera çînên cuda yên civakê de ye.

Li vir nakokiyeke eşkere heye,,hikûmet êşa jin, mêr û zarokên ku ji bo debara xwe di zibil de digerin paşguh dike lê bi tedbîrên herî giran, heta bi cezayên mirinê bersivê dide nerazîbûnên li dijî xizanî û zirara li heman qutiyên zibil. Ji bo feqîran, qutiya zibil sembola debara jiyanê ye û ji bo hikûmetê, ew hincetek e ku desthilatdariya xwe nîşan bide û nerazîbûnê tepeser bike.