Tîmên tendirustiyê li Xezayê tevî zext û kêmbûna çavkaniyan dixebitin
Rêvebera beşa hemşîretiyê ya Nexweşxaneya Meydanî El-Seraya ya komeleya Heyva Sor a Filistînê, Wîsal El-Şerîf da zanîn ku tîmên tendirustiyê li Xezayê tevî zext û kêmbûna derfetan erkên xwe pêk tînin.
REFÎF ISLÎM
Xeza – Tîmên tendirustiyê li Zivîla Xezayê bi dijwariyên ku berdewam dikin û krîza tenduristiyê ya her diçe xirabtir dibe re rûbirû dimînin. Ew bi çavkaniyên sînorkirî û di bin zexteke mezin de dixebitin hewl didin lênêrîna birîndar û nexweşan bikin. Tevî kêmasiyan û şert û mercên dermirovî yên dijwar karê xwe didomînin.
Her çendî Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê di Cotmeha borî de li Zîvala Xezayê agirbest îlan kirin jî binpêkirinên di nav hilweşîna pergala tenduristiyê û zexta zêde ya li ser tîmên tendirustiyê berdewam dikin. Ev yek di bersivdayîna rewşên awarte de gelek dijwariyan diafirîne.
'Di nava zextê de erkên xwe yên pîşeyî pêk tînin'
Rêvebera beşa hemşîretiyê ya li nexweşxaneya El-Saraya ku girêdayî Komeleya Heyva Sor a Filistînê ye, Wîsal El-Şerîf diyar kir ku xebatkarên tendirustiyê di nava binpêkirinên rojane de, hewldanên mezin raber dikin. Wîsal got ku ev yek bi dilsoziya wan a ji bo bicihanîna erkên xwe di demên zext û krîzên giran de tê nîşandan û malbatên wan dihêlin ku erkên xwe yên pîşeyî û neteweyî pêk bînin.
Wîsal El-Şerîf destnîşan kir ku di demên zextên giran de, tevî xebatên sînorkirî li gorî hewcedariyên tendirustiyê yên zêde tênegazîkirin da ku li seranserê Zîvala Xezayê berdewamiya vegirtinên bijîşkî biparêzin. Wîsal wiha got: "Li gorî şert û mercan tîm, perwerdeya navxweyî ya berdewam li ser protokolên awarte û hevrêziya di navbera beşan de, ji bo demên bersivdayînê yên bilez misoger bikin, dixebitin."
'Di bin zexta domdar de pergala tendirustiyê tê sepandin'
Wîsal El-Şerîf destnîşan dike ku nexweşxaneya ew lê dixebite û klînîkên lênêrîna seretayî rojane hejmareke zêde ji nexweşan digrin ku ev yek gelek caran ji kapasîteya wan derbas dibe. Wîsal anî ziman ku tenê beşa lezgîn rojane 250 heta 300 nexweşan digre her wiha bi sedan nexweşên li klînîkên derveyî nexweşxaneyê tên gel wan. Wîsal bilêv kir ku di bin vê zexta domdar de, pergala tendirustiyê tê sepandin da ku pêşîniyên lênêrînê diyar bike û çavkaniyên berdest ber bi rewşên herî giran ve araste bike. Bi vî rengî bersivek bilez û bikaranîna çêtirîn a çavkaniyên sînorkirî, misoger dike.
'Qada tendirustiyê hewceyê alavên taybet e'
Wîsal El-Şerîf diyar dike ku Komeleya Heyva Sor di warê mijûlbûna bi karesatan de xwedî ezmûneke berfireh a bi salan e û di vî warî de dewreyên demkî û bi baldarî tên lidarxistin da ku bi hejmara zêde ya nexweşan re mijûl bibin. Wîsal tekez kir ku qada tenduristiyê û nexweşxane bi giştî li bajarê dorpêçkirî hewceyê alavên taybetî ne, bi taybetî yên bi dil û lênêrîna giran ve girêdayî.
Pirsgirêkên ku tîmên tenduristiyê pê re rûbirû dimînin
Wîsal El-Şerîf da zanîn ku qada tenduristiyê bi giştî ji xirabûneke berdewam dikişîne, ji ber ku hejmareke mezin ji tesîsên tenduristiyê yên di qadê de ji destpêka şer û girtina derbasgehan bi tevahî an qismî ji xizmetê derketine û barê li ser tesîsên mayî, di nav de nexweşxaneya meydanî ya Saraya, barekî giran li ser wan bar kiriye. Wîsal got ku ev nexweşxane komek ji konan e ku du sal berê li navenda bajarê Xezayê hatine avakirin, bi barekî operasyonel re rûbirû ye ku ji kapasîteya wê ya sêwiranê derbas dibe. Ev yek di kalîteya xizmetê û leza bersivdayînê de diyar dibe.
Ji bo bicihanîna pêdiviyan dixebite
Eşkere bûye ku tevî kêmbûna malzemeyên tendirustiyê û dermanan, Komeleya Heyva Sor a Filistînê bi qasî ku pêkan e dixebite. Bi saya rasyonalîzekirina xerckirina karmendên tendirustiyê û çêkirina depoyeke stratejîk, bi hêviya ku rê bide ketina dermanên belaş tên belavkirin û klînîkên lênêrîna seretayî ji bo ducaniyê û zayînê pê ve girêdayî ne, di asta herî kêm de dixebite.
Komele ji bo xebatê gelek hewl dide
Wîsal El-Şerîf bawer dike ku pergala xebitandinê ya nexweşxaneyê bi gelek pirsgirêkên cuda re rûbirû ye, rasterast bandorê li lez û kalîteya bersiva rewşên lezgîn dikin. Bi riya zehmetiya gihîştina ewle ya nexweş û karmendan di demên aloziyê de, ji bilî zexta zêde ya ku karmendên tendirustiyê demên dirêj dikşînin. Lê tevî vê yekê, komele hewldanên mezin raber dike ku ji bo ku karê xwe bidomîne.