Lêkolînek li ser bîranîna jinên girtî yên Iraqî
Ezmûna girtina zarokatiyê, ji bo nivîskar û rojnamevan Ehlem Hisên Rehak veguheriye projeyek belgefîlmî. Projeyek ku hewl dide li Iraqê, bîranîna qurbaniyên çewsandina siyasî biparêze.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Êşa girtiyên siyasî yên jin li Iraqê, yek ji beşên herî bi êş ên dîroka nûjen a welêt pêk anî. Birînên kûr ên mirovî û psîkolojîk li pey xwe hiştin ku di bîra qurbaniyan û malbatên wan de hê jî hene. Ji vê rastiyê, nivîskar û rojnamevan Ehlem Hisên Rehak, bi armanca parastina bîra neteweyî û bicihanîna edaletê ji bo jinên ku di serdema rejîma Baas a hilweşiyayî de rastî girtin û zilmê hatine, dest bi belgekirina wan serpêhatiyan a di pirtûka xwe ya bi navê ‘Eve Behind Bars’ de kir.
Ji ezmûna kesayetî ber bi projeya belgekirinê
Nivîskar û rojnamevan Ehlem Hisên Rehak di Tebaxa 1984'an de, di serdema rejîma Baasê de û di temenê 12 saliya xwe de, ligel hemû endamên malbata xwe, hate girtin. Vê ezmûnê şopek kûr li ser wijdan û rêwîtiya wê ya rewşenbîrî hişt û beşdarî balkişandina wê ya ber bi belgekirina êşên qurbaniyên tepeserkirina siyasî kir.
Ehlem Rehak beşek girîng ji kariyera xwe ya pîşeyî û çandî ji bo belgekirina bîra neteweyî, bi taybetî jî derbarê ezmûnên girtiyên siyasî yên jin û mêr li Iraqê, terxan kir. Ehlem wek edîtorek di kovara "Ahrar" ku ji hêla Weqfa Girtiyên Siyasî ve tê weşandin de, beşdarî amadekirin û sererastkirina materyalên rojnamegerî û çandî yên li ser mijarên bîra neteweyî û mafên mirovan, bû.
Zêdehiyek girîng li wêjeya zindanan û belgekirina dîrokî ya li Iraqê
Her wiha li ser berhevkirin û belgekirina şahidiyên mirovan, bi taybetî yên jinên ku rastî girtin û zilma siyasî hatine, xebitî. Di heman demê de wê hejmarek çîrok û şahidiyên belgefîlm ên ku serdemek girîng di dîroka Iraqê de vedibêjin, sererast kir û amade kir. Pirtûka wê ya bi navê "Eve Behind Bars" an jî "Li pişt hesinên zindanê" sê caran hatiye çapkirin. Ew êş û azarên girtiyên siyasî yên jin û ezmûnên wan ên mirovî belge dike û şahidiyek dîrokî pêşkêş dike ku ronî dide ser binpêkirinên ku jinên Iraqî di serdema zilm û dîktatoriyê de kişandine, ku çîrokên wan bi salan ji belgekirin û baldariyê dûr mane. Bi vî rengî zêdehiyek girîng li wêjeya zindanan û belgekirina dîrokî ya li Iraqê pêk tîne.
Armanca nivîsandina pirtûkê
Ehlem Rehak derbarê pirtûka xwe de şîrove kir ku ev fikir ji baweriya min derket ku dîrok ne tenê ji perspektîfa serketiyan tê nivîsandin, divê bi gotinên qurbanî û şahidan jî were vegotin. Piştî ku fikra berhevkirina van şahidiyan û veguherandina wan bo berhemeke ku belgekirin û wêjeyê bi hev re dike yek, dest bi beşa yekem a pirtûkê kir.
Ehlem da zanîn ku ji ber di medyaya Weqfa Girtiyên Siyasî de ji sala 2008'an û vir ve dixebite, derfetek dîtiye ku zêdetir bi girtiyên siyasî yên jin û malbatên wan re eleqeyek ava bike û bal kişand ser zehmetiyên ku dîtine. Ehlem tengasiyên ku derketine pêşiya wê, wiha vegot: “Zehmetiyên herî mezin, di vegerandina wan bîranînên bi êş de bûn. Ji bilî şahidiyên zindî yên jinên ku di wê rastiya bi êş de bi hemû hûrguliyên wê jiyane, xwe dispêre belgeyên fermî yên ku rastiyên girtin û girtina wan nîşan didin. Belge bi şahidiyê re hatiye entegrekirin. Ji ber ku rastî, heya ku delîlên belgekirî bi çîroka mirovî ya ku xwediyê wê jiyane re necivin, ne temam e.”
Pirtûk xwe dispêre şahidiyên zindî
Ehlem Rehak destnîşan kir ku ew ji bilî belge û tomarên fermî yên ku wê di dema xebata xwe de bi dest xistiye, bi awayên cûrbecûr, bi rêya diyalogên rasterast bi girtiyên siyasî yên jin re, xwe dispêre şahidiyên zindî. Ehlem ragihand ku şahidiyan bi hev re berawird bike û her gava ku gengaz be agahiyan ji nû ve binirxîne, ji bo ku materyalên belgefîlm pêşkêş bike ku rastiya rastiyan bêyî ku aliyê xwe yê mirovî winda bike, diparêze. Armanca Ehlem ew bû ku rastî bi rastgoyiya xwe ya dîrokî hebe û bi zimanekî wêjeyî ku rêzê li ezmûna mirovî digre, bighîje xwendevan.
Dayîktiya li pişt hesinan
Ehlem Rehak destnîşan kir ku binpêkirinên herî berbiçav ên ku girtiyên siyasî yên jin di zindanên rejîma Baasê de rastî wan hatine ku wê di pirtûka xwe de belge kirine, girtina kêfî, îşkenceya fizîkî û psîkolojîk, bêparhiştina ji mafên mirovan ên herî bingehîn û zayîna zarokan di hucreyan de bûye. Ehlem wiha got: “Pirtûk her wiha bandorên kûr ên psîkolojîk û civakî yên ku ji hêla wan ezmûnan ve hatine hiştin, belge dike. Bandorên ku piştî bidawîbûna girtinê jî bi salan berdewam kirin.”
Ehlem Rehak derbarê çîrokên herî bi êş ku girtiye dest de wiha got: “Her şahidiyek, êşek cuda hildigirt û her jinek çîrokek heye ku hêjayî vegotinê ye. Lê tiştê ku herî zêde di bîra min de ma, çîrokên dayîkên ku dema ew li ser zarokên xwe ditirsiyan, an jî yên ku zarokên xwe winda kirin, an jî ji wan bêpar man, an jî di navendên girtinê de zarok anîn dinyayê. Ew şahidî ji bo min yên herî bi êş bûn, ji ber ku wan eşkere kir ku bêedaletî çawa heta dayîktiyê jî digre nav xwe û hewl didin ku wateyên wê yên herî hêsan ên mirovî ji holê rakin.”
'Min hewl da ku wêneyê dayîka Iraqî ya qehreman nîşan bidim'
Ehlem Rehak destnîşan kir ku pirtûk eşkere dike ku çawa dayîktî ne sedema dilovaniyê bû, pir caran veguherîbû amûrek zexta psîkolojîk û şikandina îradeyê. Ehlem anî ziman, ji ber ku dayîk di navbera dijwariya zindanê û tirsa domdar a ji bo çarenûsa zarokên xwe de ducar êş dikişandin, di heman demê de hin zarok di navendên girtinê de jidayîk bûn. Ehlem got ku yên din jî ji germahiya dayîkên xwe bêpar mezin bûn û wiha pê de çû: “Min hewl da ku wêneyê dayîka Iraqî ya ku tevî hemû zilm û bêpariya ku lê hat kirin, bi mirovahî û rûmeta xwe ve girêdayî ma, vebêjim.”
Bîra neteweyekî tê nivîsandin
Ehlem Hisên Rehak tekez kir ku parastina bîra neteweyî tenê bi belgekirina serpêhatiyên qurbaniyan temam dibe û wiha got: “Ev pirtûk bûye şahidiyek ku rastiyê diparêze, dengê jinên ku êşên wan demek dirêj hatine paşguhkirin vedigerîne. Banga min li nifşên nû ye. Bila wê serdemê bi çavê hişyariyê bixwînin da ku trajediyên zilmê dubare nebin.”
‘Dosyeya girtiyên jin hê hewceyî lêkolînê ye’
Ehlem bawer dike ku dosyaya girtiyên siyasî yên jin bi tevahî nehatiye girtin, ji ber ku hê jî gelek çîrok hene ku nehatine belgekirin û şahidiyên ku hê nehatine gotin. Ehlem tekez kir ku ev dosya hewceyî belgekirin û lêkolînek bêtir e û baldariyek akademîk û çandî ye ku li gorî mezinbûna qurbaniyan be, her wiha edaleta exlaqî û parastina mafên qurbaniyan di bîra neteweyî de wek beşek ji edaleta dîrokî.
‘Jinên ji zindanê rizgar bûne wêrek û berxwedêr in’
Ehlem Rehak diyar kir ku nikare jina ku ji zindanê derketî rave bike û wiha pê de çû: “Ew sebir, wêrekî, rûmet, bawerî, êş, berxwedan û hêviyê temsîl dike. Ew jinek e ku hebûna wê ya fîzîkî ne tenê tiştê ku ji zindanê hat berdan bû. Ew bi hilgirtina bîranîna neteweyekê, şahidiyek zindî ya serdemek dijwar a dîroka Iraqê û şahidek zindî ya êşa ku wê kişand û hêz û mirovahiya ku wê nîşan da derket holê.”
‘Nivîsandina dîrokê berpirsyariyek kolektîf e’
Ehlem Rehak tekez kir ku pirtûka "Jinên li pişt hesin" tenê gava yekem a projeyek belgefîlmê ya mezintir e. Hê jî bi sedan çîrok hene ku hêjayî gotinê ne, şahidiyên ku li benda parastina ji jibîrkirinê ne. Ehlem xwesteka xwe anî ziman ku vê rêyê bidomîne û şahidiyên jinên din ên ku di qonaxên cûda yên dîroka Iraqê de niheqî li wan hatiye kirin belge bike, ji ber ku nivîsandina dîrokê berpirsiyariyek kolektîf e û parastina bîranînê erkek exlaqî ye li hember nifşên pêşerojê.
Şahidiyek ji bo dîrokê
Ehlem Hisên Rehak axaftina xwe bi peyamekê ji bo jinên Iraqî bi dawî kir. Peyamek ku tê de wê piştrast kir ku sebir û qurbaniyên jinan beşek girîng ji dîroka neteweyê ne û divê qurbaniyên wan werin parastin û teqdîrkirin, ne ji bîr kirin. Her wiha peyamek ji nifşên nû re şand û bang li wan kir ku bi parastina bîranînê, zanîna rastiyê û îlhama ji dersên rabirdûyê bigrin, xwe bi azadî û rûmetê ve girê bidin, da ku trajediyên ku Iraqiyan jiyane dubare nebin.