Ji Qafqasya heta Kobanê: Rêwîtiya êş û koçberiyê ya malbateke Çerkez

Di nava dehsalên koçberî, zordarî û trajediyan de, malbateke Çerkez ku ji Qefqasyayê heta Sûriye û Kobanê neçarî koçberiyê bûye, çîroka berxwedan û têkoşîna xwe ya ji bo parastina ziman, çand û nasnameya resen vedibêje.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê –  Welatê dîrokî û resen ê gelê Çerkez herêma Qefqasyaya Bakur e, bi taybetî jî perava rojhilatê Deryaya Reş e. Hebûna wan li Sûriyeyê di trajediya koçberî û koçberiya bi darê zorê de ye ku di nîvê duyemîn ê sedsala 19’an de qewimî. Zêdetirî sedsalekê, Çerkezan ji bo parastina erd û mafên xwe li dijî berfirehbûna kolonyal a Împaratoriya Rûsyayê şerên dijwar kirin. Ev şer, bi têkçûna Berxwedana Mezin a Çerkezan di sala 1864’an de bi dawî bû.

Di encamê de, bi sed hezaran Çerkez bi darê zorê ji Deryaya Reş ber bi axên Împaratoriya Osmanî ve hatin koçkirin, ku wê demê Sûriye jî di nav de bû. Paşê rayedaran ew li herêmên cihêreng ên Eyaletên Bîlad El-Şam, di nav de Sûriye, Urdun û Filistînê belav kirin. Armanca wan, parastina rêyên bazirganiyê, pêşxistina deverên gundewarî û mîsogerkirina ewlehî û aramiya li van deverên gundewarî bû.

Bi tevahî tevlî tevna civakî û çandî ya Sûriyeyê bûne

Hebûna Çerkezan li ser axa Sûriyeyê, bi taybetî berî şerê 1967’an, li Quneytra li Bilindahiyên Colan, her wiha li Şam û derdora wê, Hums û gundên wê, Heleb û derdora wê kom bû. Çerkezan wek netew, di dîroka civakên ku lê bi cih bûne de beşdariyeke girîng û bi bandor kiriye, ew bi tevahî tevlî tevna civakî û çandî ya Sûriyeyê bûne. Tevî vê entegrasyonê, wan mîrat û zimanê xwe yê kevnar parastine.

Nûçegihana Ajansa me dîmenên dilşewat û trajediya koçberiyê belge kir, her wiha bal kişand ser malbateke Çerkez a bi eslê xwe Qefqasî ku piştî zêdetirî 10 caran koçber bûnê, di dawiyê de gihîştin bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê.

Koçberî rêwîtiyeke bi êş e

Sebah Mûsa El-Nehhas, dayîkek 51 salî ye û du keç û çar kurên wê hene. Ji nûçegihana me re rêwîtiya koçberî û êşa ku bi 10 salan bandor li malbat û jiyana wê kiriye, bi bîr anî. Dayîka Sebah wiha dest bi vegotina bîranînên xwe kir: “Ji kêliya ku jidayîk bûm, em, wekî gel û kêmnetew, bi gefa jenosîd, komkujiyan û koçberiya bi zorê re rûbirû mane û heta îro jî em bi bandorên vê trajediyê dijîn.”

Li gorî tiştên ku wê ji dayîk û dapîra xwe bihîstiye, ew rave dike ku koçberiya malbata wê li herêma Qefqasyayê dest pê kiriye, li wir ew neçar man ku ji tirsa komkujiyan û jiyana xwe birevin Filistînê, dû re Ummanê û di dawiyê de jî Sûriyeyê. Ew tekez dike ku koçkirina di navbera welatan de hilbijartinek ji bo lêgerîna ewlehî û aramiyê pêwîst bû.

‘Em hîs dikin ku gefa koçberiyê her tim heye’

Sebah ragihand ku bi dehsalan e, di bin şert û mercên dijwar de, tijî westandin, xebata dijwar û têkoşîneke domdar de ji bo dabînkirina pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê û dabînkirina zarokên xwe dijîn. Sebah bi van gotinan behsa koçberiyê kir: “Jiyana mirovên koçber ne hêsan e. Em hîs dikin ku gefa koçberiyê her tim heye û ew aramî hîn jî ji jiyana me, jiyana zarokên me û neviyên me pir dûr e.”

Sebah diyar kir ku li Şamê ji dayîk bûye, di nava parêzgehên Sûriyeyê de rêwîtiya koçberiyê jiyaye û wiha pê de çû: “Ez li Şamê ji dayîk bûm. Dema ku ez pênc salî bûm, malbata min koçî Heleba Sûriyeyê kir, li wir ez mezin bûm û zewicîm. Di dema me ya li Helebê de, me kifş kir ku li Sûriyeyê xizm û malbatên me yên ji heman eslê etnîkî hene, ji ber vê yekê me dest bi lêgerîna wan kir û piştî rêwîtiyek dirêj û bi êş a koçberiyê, em dîsa li hev civiyan û dest bi jiyana bi hev re ya li heman bajar û taxê kir.”

‘Bi destpêka pevçûna li Sûriyeyê ya di sala 2011’an de, çekdaran êrîşî taxê kir’

Sebah da zanîn ku bi demê re, li Şam û Helebê nêzîkî hezar malbatên Çerkez hebûne, tevî salên koçberî û êşê, têkiliyên xwe domandine û têkiliyên xwe yên civakî û çandî parastine. Sebah wiha domand: “Li Helebê, bi taybetî li taxa Şêx Meqsûd, me jiyanek hema bêje aram û bi ewle derbas dikir. Lê belê, bi destpêkirina pevçûna li Sûriyeyê ya di sala 2011’an de, tax rastî êrîşa kesên çekdar hat. Wan êrîşkaran xwe wekî beşek ji Artêşa Azad a Sûriyeyê di nav pevçûnên berfirehtir ên li welêt de nîşan didan. Ev yek me neçar kir ku em taxê bihêlin û birevin Reqayê.”

‘Em neçar man ku bêjin em Ereb in’

Derbarê salên wan ên li Reqayê de, Sebah wiha got: “Me nêzî deh salan li wir jiyan kir. Di destpêkê de, jiyana me li ser bingeha jiyana di navbera civakên cûda yên bajêr de bû, bêyî ku em ji ber etnîsîteya xwe ya Çerkez rastî cudakarî an tirsê werin. Lê belê, piştî ku DAIŞ’ê Reqayê girt destê xwe, me dest bi veşartina nasnameyên xwe yên rastîn kir. Em neçar man bibêjin ku em Ereb in ji ber ku em ji pratîkên DAIŞ’ê ditirsiyan, ji ber ku ew bi berdewamî ji me di derbarê dilsoziya me de dipirsîn. Piştî ku rewşa li Helebê hinekî aram bû, em vegeriyan mala xwe, lê me dît ku ew bi tevahî wêran bûye. Tevî vê yekê, me hewl da ku em xwe biguncînin û nêzî çar salan li wir bijîn, heta ku taxa me rastî êrîşeke din hat û em dîsa ketin nav çerxek tirs û azarê.”

‘Em hewl didin ku çanda xwe biparêzin û bidin neviyên xwe da ku winda nebe’

Ji ber dijwarbûna êrîşa li ser herêmê, bi bombebarana topan û dengên şer, ew careke din neçar man ku ji malên xwe birevin. Li gel malbatên din ên koçber, pêşî bi karwanekê ber bi Reqayê ve çûn û dû re jî çûn bajarê Kobanê. Sebah sedema kuKobanê wekî mala xwe ya hilbijartiye, bi van gotinan anî ziman: “Gelê Kobanê heya astekê di nava aramî û ewlehiyê de dijîn, ji ber vê yekê me biryar da ku em werin vir da ku jiyanek aramtir bijîn. Rast e ku em wekî mirovên koçber bêyî malek an stargehek daîmî dijîn, lê em li vî bajarî xwe rehet û ewle hîs dikin. Ez û malbata min niha li zeviyek ku tê de mirîşkan xwedî dikin dixebitin da ku debara xwe bikin û tevî koçberbûnê jî jiyana xwe bidomînin.”

Tevî dehsalan qirkirin, komkujî û koçberkirina bi zorê ya gelê Çerkez, Sebah Mûsa El-Nehhas bi mîrata xwe ya çandî û neteweyî ve girêdayî dimîne, hewl dide ku ziman û nasnameya xwe bi veguhestina wê ji zarokên xwe re û fêrkirina wê ji neviyên xwe re biparêze.

Dilsoziya bi çand û nasnameyê re

Sebah got ku “Ziman nasnameya her civak û her kesekî temsîl dike; ew girêdana ku bîra gelan diparêze ye. Ji ber vê yekê, tevî tirs û komkujiyên ku me di seranserê dîrokê de jiyan kirine, ez û malbata min hîn jî bi zimanê xwe yê Çerkezî diaxivin, çanda xwe diparêzin û wê fêrî neviyên xwe dikin da ku ew winda nebe” û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em di çi şert û mercan de bijîn û di rojên pêş de çi dijwarî hebin jî, em ê nasnameya xwe bernedin. Em ê berdewam bikin ku çanda xwe ya Çerkezî biparêzin û heta kêliya dawî ya jiyana xwe pê ve girêdayî bimînin.”