Jinên Misrî li ser pêşeroja Sûriyeyê bi fikar in

Jinên Misrî li ser pêşeroja Sûriyeyê fikarên xwe anîn ziman, gotin ku bi hatina cîhadîstên HTŞ’ê re, krîza heyî ya li herêmê girantir bû û destnîşan kirin ku jiyana bi aştî ya di navbera gelên Sûriyeyê de riya rizgariyê ye.

ESMA FETHÎ

Qahîre – Rewşa Sûriyeyê ji bo gelên li herêmê her diçe fikaran bi xwe re tîne. Li gorî daneyên Ofîsa Çapemeniyê ya Komîseriya Bilind a Penaberan a NY’ê, (UNHCR) di serê sala 2025’an de hejmara Sûriyeyiyên ku pêdiviya wan bi alîkariya mirovî û parastinê heye nêzî 16,5 milyonan e.

Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, da xuyakirin ku ji 8’ê Kanûna sala borî heta meha Tebaxa îsal, li herêmên cuda yên Sûriyeyê, 9 hezar û 889 kes bi êrîşên komên çekdar ên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam û di bûyerên bi şîdet ên di navbera aktorên cihî û derve de çêbûne de hatine kuştin. Hat diyarkirin ku di vê pêvajoya bi kaos a bê ewle de di navbera kesên hatine kuştin de 7 hezar û 449 sivîl, 396 zarok û 541 jine hene. Vê tabloyê rewşa bê ewle û xetera ku li ser aliyên herî bêparastin ên civakê zêde dibe nîşan dide.

Aktivîstên jin ên Misrî bal kişandin bi hatina Heyet Tehrîr El- Şam a cîhadîst re rewşa li Sûriyeyê dijwartir bûye. Jinan bal kişandin ku jiyana bi aştî ya di navbera gelên Sûriyeyê de riya rizgariyê ye û dan zanîn ku riya derbasbûna vê yekê jin in, loma desteka ji bo wan ne vebijarkek, ji bo mercên ku herêm di navê de riya hebûnê ye û şert e pêk were.

Divê ku di navbera civakan de aştî hebe û bi hev re bijîn

Aza Hasam a di hemû navendên zanistê yên Wezareta Çandê de, şêwirmenda rêveberiya giştî ye, got ku rewşa Rojhilata Navîn, ji ber pevçûn û şeran, tirs û xofê çêdike, herêm hatiye dorpêçkirin û ev yek jî her diçe rewşê tevlîhevtir dike.

Aza Hasan li ser rewşa li Sûriyeyê jî got ku krîz her diçe kûrtir dibe û jin û malbatên li wê derê dijîn di nava pirsgirêk û tirsê de nen. Her wiha diyar kir ku jinên Misrî, êşên ku jinên Sûriyeyî dikşînin hîs dikin, ji ber rewşa heyî pêdiviî zêdetir bi destek û hevgirtinê heye û da zanîn ku li ser rewşa heyî civîn, nîqaş û seminer hatine lidarxistin.

‘Dîmenên di dema Îxwanil Mislimîn de niha li Sûriyeyê hene’

Aza Hasan diyar kir li Sûriyeyê pevçûn hene û kesên ku li Misrê bi mijara Sûriyeyê re têkildar in di nava fikaran de ne, yek ji sedema vê jî tecrubeya ku ji ber Îxwanil Mislimîn berê li Misrê çêbûye ye. Aza Hasan da zanîn ku li gorî vê tecrubeyê ger yekîtiya hemû beşên civakê tunebe, ne pêkan e mirov ji van koman, bi taybetî di ji bandorên wan ên di warê civakî û çandî de rizgar bike û got: “Heman dîmen niha li Sûriyeyê hene. Ev yek di asta herêmî û navneteweyî de dijwartir e û her dem xwe dubare dike. Divê ku gelê Sûriyeyê bizanibe çi dibe û tifaqên çawa tên çêkirin. Bi ramana azad, dikarin ji krîza heyî xwe rizgar bikin. Dema ku yekîtî çêbibe, dê azadî pêkan be. Bi fikrên azad, parvekirin û ji tehemula ji cudahiyan re aramî pêkan e.”

Aza Hasan diyar kir ku jinên Sûriyeyî di nava nakokî û pevçûnên rolan de ne, neçar mane barê tunebûna hevjîn, malbat û berpirsyariya zarokan bigrin ser xwe û bi zoriyên li welat re têdikoşin.

‘Di rêveberiya demkî ya Sûriyeyê de tu pêşketin û başbûn naxuyê’

Dîrokzan û lêkolîner Seher Hasan jî got ku rewşa heyî ya Sûriyeyê heta tu bibêjî bi fikar e, tişten diqewimin bi planên navneteweyî tên kirin û got: “Îsraîlê hinek axên Sûriyeyê girt bin kontrola xwe û di navbera Heyet Tehrîr el-Şam û komên cuda de pevçûn didomin.”

Seher Hasan, da zanîn ku rewşa li Sûriyeyê baş xuya nake, diyar e ku dê rewşa heyî di demek kurt de rast nebe lê ger çareserî were dîtin dê alozî bi dawî bibe û wiha domand: “Bi taybetî hebûna hikumeteke xwedî referansa îslama radîkal, rewşê ji aliyê siyasî, çandî, civakî û aborî ve di her warî de xirabtir dike. Hikumetên wiha tu pêşketinê bi xwe re çênakin. Fitneyên di navbera beşên civakî de çêdibin bi destên wan tên derxistin. Vê hikumeta ku bi referansa îslama radîkal hatiye bi hêz nîn e û nikare di têkiliyên navnetweyî de kontrolê çêbike. Ji ber rewşa heyî tu nîşaneyek ji bo aştiyê ya û jiyana bi hev re di nava civakê de xuya nake. Ev yek sîrayetî pêşketina aborî, têkiliyên navneteweyî, girtina biryarên serbixwe jî dike.”

‘Jin barê şer mercên xirab ên aborî pevçûnên civakî û fitneyên ku tên derxistin dikşînin’

Seher Hasan da zanîn ku jinên Sûriyeyî bi hêz in û bi îradeya xwe dikarin ji vê rewşê rizgar bibin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Divê tu kes barê li ser milên jinan înkar neke. Jin barê şeran, mercên xirab ên aborî, pevçûnên civakî û fitneyên ku tên derxistin dikşînin. Ji hemû krîzan zêdetir jin zirarê dibînin. Gelên Sûriyeyî û jinên Sûriyeyî divê li dijî cudakarî û dijminahiya ku di navbera civakê de tên derxistin bibin yek. Ji bo jiyana bi aştî û bi hev re tekane rê ev e. Di rewşa heyî de pêdiviya jinan di her warî de bi hevgirtin û destekê heye.”