Jinên Durzî di navbera kokên berxwedanê û dijwariyên nû de ne
Gelek ezmûnên dîrokî yên jinên Durzî îsbat kirine ku hebûna jinan di navenda bûyeran de ne diyardeyeke nû ye, berfirehkirina roleke kûr a di nasname û berxwedanê de ye.
ROŞÊL CANYOR
Suweyda – Di civakên ku qeyran û şeran derbas kirine de, pêşengî ji bo jinan ne hilbijartineke hêsan bûye; berevajî vê, berpirsyariyeke giran e ku di kêliyên herî dijwar de li ser wan tê ferzkirin. Jinek di pozîsyoneke serokatiyê de, ne tenê bi dijwariyên xizmeta giştî re rûbirû dimîne, di heman demê de barê hêviyên civakî jî digre ser xwe ku ji wê daxwaz dikin ew domdar, berxwedêr û bikaribe bi her rewşê re derkeve serî.
Di nava astengiyên herî berbiçav ên ku jinên pêşeng bi wan re rûbirû dimînin de tirsa civakî ji bo wan e ku dibe bi xeletî wekî "gumanbarkirina li ser şiyanên wan" were fêmkirin, ji bilî zehmetiya qebûlkirina hebûna jinan di pozîsyona rûbirûbûna siyasî û medyayî de. Her wiha hevsengkirina dengê aqil û dengê hestan di mijarên çarenûsî de dibin sedema dijwariyeke domdar, ji ber ku jinên pêşeng ji ber axaftin û helwestên xwe du qat berpirsyar in.
Jinên Durzî ne tenê siya dîrokê ax bi xwe ne
Rama Rida Mezûna Enstîtuya Medyayê ya El Cezîreyê ye, xwediyê dîplomayek di Hiqûqa Navneteweyî û Mirovî de ji Zanîngeha Laval û dîplomayê ji ajansa me re nirxandinek taybet li ser rola jinên Durzî di dîrokê û roja îro de pêşkêş kir û tekez kir ku hebûna wan qet marjînal nebûye, beşek yekgirtî ya avakirina civakê bûye.
Rama Rida dibîne ku jinên Durzî ne siya dîrokê ne, ax bi xwe ne û wan weke parêzvanên nasname û baweriyê bi nav dike. Rama destnîşan kir ku civaka Durzî bi hevgirtin û cudahiya xwe ya olî xuyayî ye û jin beşek girîng a vê hevgirtinê bûne û hê jî hene.
Roleke dîrokî di şerê li dijî dagirkeriyê de
Di dîrokê de jinên Durzî di dema nebûna mêran de di demên şer de roleke girîng di rêvebirina erd û malê de lîstine. Weke navendên perwerdeyê û parêzvanên baweriya xwe xizmet kirine. Di dema Serhildana Mezin a Sûriyeyê ya bi serokatiya Sultan Paşa el-Etreş de, jin beşdarî veşartina serhildêran, dabînkirina pêdiviyan û aramkirina eniya navxweyî bûne û nîşan dane ku hebûna wan di nava têkoşînê de esasî ye, ne li derveyî civakê ye.
Rama Rida bawer dike ku hêza jinên Durzî ji aliyê xwezaya dijwar a çiyê ve tê bandorkirin, ku li wir jîngeha erdnîgarî kesayetiyên wan ên dijwar bi teşe kiriye û wan fêrî girtina berpirsyariyê di şert û mercên awarte de kiriye. Ew dikaribûne du wêneyên bi nakok bişkînin; wêneyê jinên Rojhilatî yên kevneşopî û wêneyên civatek girtî ji hêla siyasî ve. Îro rojnamevan, parêzer, çalakvanên siyasî û rêberên herêmî û navneteweyî yên jin pêşeng in û bi zanîn, hişmendî û şiyana çêkirina gotarek ku hem ji bo temaşevanên navxweyî hem jî ji bo yên derveyî diaxive, hebûna xwe ferz kirine.
Jinên Durzî rola pîr û kalên xwe temam dikin
Der barê rêça kumpasa siyasî de, Rama Rida rave dike û dibêje ku kûmpas her tim heye, ji ber ku ew berî ku bi helwestên siyasî yên dorveger ve were girêdan, bi bawerî û aîdiyeta axê ve girêdayî ye. Ew weke xwediyê dengê hestan hatiye wesifandin ku hewl dide di navbera aqil gotarek siyasî ya analîtîk û hestên têkildarî mijarek ku bandorê li gelê wê û civaka wê dike de hevsengiyek bi dest bixe.
Baweriya giştî hêzek giranbiha ye
Rama Rida da zanîn ku jinên Durzî di nava civaka xwe de xwedî baweriyeke eşkere ne, li wir perwerde bi girîngiyek mezin tê dayîn û sertîfîkaya jinan beriya zewacê weke nirxek bingehîn tê dîtin.
Peyamek ji bo 8’ê Adarê ji jinan re
Rama Rida bi boneya Roja Jinan a Cîhanî peyamek ji jinan re şand û ji wan xwest ku di şiyanên xwe de bihêz û jêhatî bin û fêm bikin ku zanîn hem aqil û hem jî kirin e, liyaqat li ser jêhatîbûnê ava dibe, ne li ser bedewiyê. Bedewî dibe ku qebûlkirinê bide lê bandorek mayînde çênake. Jin beşek ji axê ne û divê ew hebûna xwe bi hişmendiya xwe îsbat bikin.
Berxwedana di dema komkujiyan de
Rama Rida çîrokên jinan di dema komkujiyan de wiha vedibêje: “Her çîrok piştrast dike ku hêz ji bo jinên Durzî ne tiştek biyanî ye lê di perwerde û nasnameya wan de kok digre. Ev perwerdeya mîratî, "Dayika min wiha ye, ez wiha me û ez zarokên xwe wiha mezin dikim," ew e ku berdewamiya nasnameyê misoger dike û piştrast dike ku jin dê li ser erkên xwe bimînin, bi îsrar bin.”