‘Canfeda’ çima bûye perçeyek girîng a vegotina Komara Îslama Îranê?

Di mehên dawî de, li Îranê xwepêşandanên kolanan ên organîzeyî, vegotinên medyayê û îmajên nû yên derbarê jinan de, di qada giştî de bêtir derketine pêş. Lê ‘Canfeda’ çawa bûye beşek ji vegotina fermî ya Komara Îslamî û kîjan armancê hildigre?

SARE PURHEZRÎ

Kirmanşan – Di rejîmên dîktatorî de, ‘her tişt heta 15 deqîqe berî ketinê normal xuya dike.’ Her çend ev hevok ne gotinek rasterast a Hannah Arendt be jî, ew şîrovekirinek azad û rast a ramanên wê li ser totalîtarîzmê ye; şîrovekirinek ku di salên dawî de di torên civakî û xwepêşandanên siyasî de populer bûye û xwezaya rejîmên serdest baş rave dike.

Di bingeha vê ramanê de, ev fikir cih digre: hikûmetên dîktatorî heta kêliyên dawî yên hilweşînê dîmenê  normalbûnê hildiberînin. Bi propagandaya berfireh, wêneyên rojane û dubarekirina eşkere ya normal a jiyanê, hewl didin nîşanên krîz û hilweşînê veşêrin. Hannah Arendt, yek ji girîngtirîn jinên bîrmend ên sedsala 20’an e. Hannah di analîza xwe ya li ser totalîtarîzmê de nîşan dide ku ev hikûmet bi afirandina xeyala aramiyê, rêkûpêkiyê û kontrola tevahî, wêneyek desthilatdariya tekez pêşkêş dikin; lê di rastiyê de, avahiya wan a navxweyî pir ne aram û nazik e. Tiştê ku ji derve wekî rêkûpêkiyek hesinî xuya dike, ji bilî tirs, bêbawerî, rijandina rewatiyê û krîzên kombûyî yên hundurîn ne tiştek din e.

Ji ber vê yekê hikûmetên hilweşiyayî, heta kêliya hilweşînê normal xuya dike. Ev normalîzekirin ne nîşana hêzê ye, hewldana dawî ya pergalek kevin e ku rastiya hilweşînê veşêre; Hewldanek ku bi gelemperî beriya bi tevahî hilweşe û rastî eşkere bibe hildiweşe.

Pêşandana normalkirinê; amûra dawîn a hikûmetên li ber hilweşînê

Di salên dawî de, her ku xwepêşandanên gel belav bûne, hikûmeta Îranê hewl daye li aliyekê polîtîkayên tund pêk bîne û li aliyê din jî hewldaya tevgerên civakê kontrol bike. Ev stratejiya ku zextên ewlehiyê û pêşandanên propagandeyê bûne yek, hewl daye îtirazên girseyî bi çalakiyên biçûk û bikare kontrol bike bide nîşandan. 

Medyaya dewletê hewl daye ku bi rêya nûçeyên alîgir nîşan bide ku xwepêşandanan di pergala  desthilatdariyê de ti têkçûn çênekiriye û hikûmet hîn jî di desthilatdariyê de ye. Lê belê, di mehên dawî de, bi taybetî piştî serhildanên girseyî yên Çileya 2026’an û pêvajoya ku şerê di navbera Îran DYE-Îsraîlê de destpê kirî, îşaretên derbarê hilweşîna hundirîn a rejîmê hê diyartir bû.

Kuştina rêberê sereke yê rejîmê û aktorê sereke yê zexta navxweyî  Elî Xameneyî, lez da vê pêvajoyê û Komara Îslama Îranê ji hemû deman zêdetir bi îhtimala hilweşîna mayînde re rûbirû hişt. Ji krîza rewatiyê, heta şikestina pergalên ewlehiyê gelek nîşane derdixin holê ku rejîm di nava hilweşînê de ye. Tevî vê jî rejîm hewl dide ku vê hilweşînê, bi biryardariyek xurt veşêre.

Kolan bûne dik: Ji meşên şevê heta pîrozbahiyên dewletê

Piştî destpêkirina şer, rejîmê bi taybetî komek ji jinên alîgerê desthilatê organîze kirine û her şev bi konboyan an jî meşan hatin dîtin. Beşdariya jinan a berê ewqas nedihat dîtin, êdî bûne faktorek bingehîn ê propagandayê.

Lê ev xwepêşandan bi meşên şevê re sînordar nebû. Di mehên dawî de, kolan ji bo alîgirên dewletê bûne cihê pîrozbahî, dawet û şahiyan. Armanc ew e ku di nava qada ku krîz lê kûr dibe de, nîşan bidin ku jiyan normal e.

Di rojên dawî de, merasîmek zewacê ji bo kesên nêzî rejîmê li xaçerêya Nobahar li Kirmaşanê ku li cihê hejmarek zêde ya xwepêşandarên meha Çileyê ya 2026’an de lê hatin qetilkirin, hate kirin û medyaya dewletê ev bi awayek berfireh weşand. Di heman demê de nûçeyên derbarê zewacên xwendekaran û personelên leşkerî û dawetên ji gel re vekirî weşandin.

Xala hevpar a van pêşandanan, jinan bi zanebûn derdixin pêş. Jinên ku di meşên şevê de ala Îranê dihilgirin, heta nîvê şevê li qadan digerin. Rejîm bi van dîmenen hewl dide peyama ku jin di Komara Îslama Îranê de bi ewle û aram in bidin. Dawetên girseyî jî wek dewama heman vegotinê bikar tînin. Weke ku jin kêfxweş, aram û pêşrojê ava dikin, nîşan didin. Lê rastiya welat a aborî, civakî û siyasî tabloyek gelek cûda derdixe holê.

Îmaja jinan a bi kontrol û progandaya bi nakok

Medyaya dewletê hewl dide di demên dawî de kontrola jinan û nûnertiyek çêkirî hilberîne. Hinek jinên xwedî şêwazê cilan ku bi pîvanên cilên fermî re bi nakok e, di çalakiyên nîvê şevê yên rejîmê û organîzasyonên propagandayan de tên dîtin. Armanc, avakirina hişmendiya ‘rejîm destek dide jinên bê hîcab jî’ ye. 

Di vê çarçoveyê de, di rojên dawî de dîmenê Sara Kenanî hate rojevê. Wêneyê Sara Kenan ku dihat îdiakirina li zarokek mexdurê şer dinhêre, di medyaya dewletê de hate weşandin. Lê belê xala ku bûye sedema nîqaşan, tarza cilan a nivîskar, bi normên fermî yên rejîmê re bi nakok bû. Ji vê zêdetir ev dîmen bi logoya ajansa fermî ya dewletê IRNA hate weşandin.

Ev rewş nîşan dide ku rejîma ku di mijara cilên jinan de zagonên tund bikar tîne, bi armanca propagandayê normên xwe jî nerm kiriye. Rejîm hewl dide dîmenek civaka îdeal a sexte ku jinên bi hîcab û bê hîcab bi hev re dijîn ava bike.

Lê belê ev hewldan ne nîşaneya guherîn û xweşbîneyekê ye, berovajî wê, mîna veşartina rastiya pergalek ber hilweşînê, serîlêdana pêngava propagandaya lezgîn tê dîtin. Ji ber heman feraseta ewlehiyê û heman mekanîzmayên zextê hê li beramberî hewldanek biçûk a bê itaatiya sivîl bi gef û tundiyê bersiv dide.

Modela dubare dibe ku cihê rastiya nîşandina hêzê girtiye

Ev cûreyên vegotinan ne tenê ya Komara Îslama Îranê ye, di gelek dîktatoriyan de heman mînak hatine dîtin. Di dema Pehlevî ya di sala 1970’an de, di şertên ku zextên siyasî, xizanî û kendala beşan kûr bûye de Mihemed Riza Şah ji bo dîmenê xwe yê bi hêz û mezin pêşkêşî dinyayê bike, şahiyên sala 2500’an li dar xist.

Ev organîzasyona ku bi amadekariyên nêzî 10 salan dom kirî, bi milyonan dolar lê hate xerckirin, ji bersivdayîna pêwîstiyên rast ên gel zêdetir, hewl da îhtişama rejîmê nîşan bidin. Li pişt merasîmên mezin xizanî, ne wekhevî û kêmaniya azadiyê hebû.

Teybetmendiya rejîmên serdest ev e. Li cihê bersiv bidin daxwazên gel, hewl didin bi merasîmên mezin û bi îhtişam hilweşîna xwe veşêrin.

Ji ber vê xwepêşandanên propaganda, gelek deman ne hêza rast, îşareta krîza kûr dibe ye. Rejîmek çiqas zêde pêşandana hêzê bike, ewqas nêzî hilweşînê bûye.

Îro xwepêşandanên kolanan ku li Îranê tên dîtin, qerebalixa çêkirî û kampanyayên propaganda yên bi organîze, ne nîşana hêzê ye, wek hewldana veşartina rastiya pergala hilweşiyayî tê nirxandin. Ev hewldan wek mertalek bi kaxez a li beramberî pêla civakî ya mezin ku ji hêrsa gel a kom bûye û krîzên nehatî çareserkirin, derketiye.

Li gorî metnê, tişta nêz dibe ne bûyerek ji nişka veye, encama xwezayî ya ku bi salan e daxwazên gel ji nedîtî ve tê ye. Û navê vê pêvajoyê, bi îfadeya nivîskar ‘hilweşîn’ e.