Êşên nexweşan li Xezayê dijwartir dibin
Di navbera koçberbûna bi darê zorê û hilweşîna qada tendirustî û xizmetên wê de, nexweşên jin li Zîvala Xezayê bi nexweşiyan dikevin. Wacîhe El Qetmûrî yek ji wan nexweşan, êşên wê dijwartir dibin.
NEXEM KERACE
Xeza- Li yek ji kuçeyên bajarê Xezayê ku bi konan qerebalix bûye, Wacîhe El Qarmûtî ya 60 salî, li ser kursiya bi teker rûniştiye. Li ser xetên rûyê wê zehmetiyên jiyanê xwe didin der. Rojên xwe ji destpêka şerê 7'ê Cotmeha 2023'an û heya vê kêliyê bi êş, birçîbûn û tirsê derbas dike. Şer jiyana wê guherandiye û kiriye kabûsek domdar.
'Em ji nav agir derketin'
Wacîhe El Qarmûtî kêliyên koçberbûna xwe ji bakurê Xezayê, bi darê zorê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve wiha vedibêje: "Ez nikaribûm bimeşim û kurê min ê ku ez bi kursiyê dimeşandim li ser bendên kantrolê hat girtin. Bi tena xwe li ser rê nêzî 6 saetan mam. Ew roja herî zehmet û bi êş bû. Dengê topbaranê û êrîşan dijwartir dibû. Min hîs kir ku mirin nêz dibe. Piştî kurê min serbest berdan, em ji nava êrîşan derketin. Ji wê kêliyê ve heta niha rêwîtiya dirêj a koçberiya di nava konan de dest pê kir. Ji ber nexweşiya xwe nikarim bimeşim, min xwe weke barekî gelek giran li ser milên mirovan didît."
'Derman peyda nabin'
Wacîhe El Qarmûtî di warê tendirustiya xwe de bi gelek pirsgirêkan re rûbirû maye. Wacîhe wiha qala nexweşiyên xwe dike: "Nexweşiya pençeşêra rîşan bi min re heye. Ji ber tunebûna derman û kontrolên tendirustiyê rewşa min xirab dibe. Dema em koçber bûn, dermanên min winda bûn. Niha bê derman mame. Her wiha di demên borî de ji ber pirsgirêkên hestî, ez neçar bûm plaqên nû bixim lingên xwe, divê ew jî her dem ji aliyê bijîşkan ve bê şopandin. Ez neçar dibim guh nedim êşên xwe ji ber derman li Xezayê ji ber êrîşan nayên peydakirin. Tevî ku divê ez dermanên xwe domdar bigrim. Serma êşên min dijwartir dike."
'Tenduristiya jinan xirab dibe'
Wecîhe El Qarmûtî diyar dike ku di nava berdewamiya şer de êşên jinan li Xezayê dijwartir dibin û wiha didomîne: “Ji ber qutbûna pêdiviyên tendirustî û kêmbûna dermanan li herêmê, jinên ku nexweşiyên şekir, pençeşêr û nexweşiyên dil bi wan re heye, zehmetiyên wan mezintir dibin. Kêmbûna derman û alavên tendirustiyê, heya qutbûna elektrîkê jî li ser bijîşkan zextan çêdike. Gelek cîhazên tendirustiyê yên weke cîhaza şûştina kurcik û amûrên terapiya tîrêjê bê kar mane ji ber elektrîk tune ye. Ev yek jî zehmetî û azarên nexweşan bi taybetî yên jinan zêdetir dike."
'Jin di nava zehmetiyên şer de dijîn'
Wacîhe El Qermûtî ne yekem nexweş e ku li Xezayê zehmetiyên wê di nava şer de dijwartir dibin. Dorpêça heyî ya li ser herêmê dibe sedem ku êşên nexweşan zêdetir bibin, bi taybetî nexweşên giran. Rewşa kampan jî ne guncav e ku kesên nexweş lê bimînin. Jin di vî şerî de ji mêran bêhtir bi bandor dibin û êşên wan dijwartir dibin. Hêzên Îsraîlê bi êrîşên xwe, binesaziya qada tendirustiyê li Xezayê kirin hedef ku ev jî êşên nexweşan zêde dike.
'Yasa û peymanên navnetewî binpê dikin'
Êşên ku Wacîhe El Qermûtî û bi hezaran jinên Filistînê kişandine, nîşan didin ku zagonên navneteweyî hatine binpêkirin. Bi taybetî Peymana Cenevreyê ya çaremîn a sala 1949’an ku benda 16’an parastina jin û kesên ku di şer de cih nagirin, ji hemû êrîşan dike. Her wiha benda 23 jî tekez dike ku divê amûrên tendirustiyê di nava şer de ji bo gel bên derbaskirin. Di heman demê de di benda 27’an de jî tê diyarkirin ku divê rûmeta mirovan bê parastin lê kiryarên ku hêzên Îsraîlê li Xezayê dimeşînin, hemû peyman û zagonên navneteweyî binpê dike.
'Dest ji vê bêdengiyê berdin'
Wacîhe El Qermûtî bang li cîhanê û rêxistinên navneteweyî dike û dibêje: "Divê çarenûsa hemû jinên Xezayê bê diyarkirin û destek ji wan re bê dayîn. Her wiha divê cîhan ji bêdengiya xwe derkeve. Ez nikarim bimeşim bi hezaran jin mîna min hene divê alîkariya wan bê kirin. Heya zarokan jî para xwe ji vî şerî girtine û ji zarokatiya xwe mehrûm bûne."