Zarokên Xezayê ji ber şer û koçberiyê bê dibistan man

Di nava şerekî ku nêzî salek û sê mehan dom kir de xwendevanên lîseyê yên li Zîvala Xazayê, li ser xaçerêyek çarenûsî rawestiyan. Xwendevan ji mafê xwe yê xwendinê bê par dimînin.

NEXIM KERACÊ

Xeza- Di nava şer û pevçûnan de perwerdehî yek ji xeyalên herî dijwar e. Bi taybetî jî li herêmên ku rûbirûyî êrîş û koçberiyê dimînin. Li Zîvala Xezayê xwendekarên Lîseyê ev nêzî salek û 3 mehin ji xwendina xwe bê par mane. Di heman demê de pergalên xwendinê jî hatine tunekirin. Ev jî ji bo xwendevan û malbetên wan ên li Xezayê bibû sedema şerkirinê. Yek ji malbatên ku vî şerî dimeşînin, malbata Enaem Silêman e. Enaema ku sekin û hêviyên xwe li dijî zehmetiyên jiyanê xurt dike, di nava vê zehmetiyê de hewl dide piştevaniya keça xwe Rehaf Silêman bike da ku xwendina xwe temam bike.

Rehaf 18 salî ye û di xwendina xwe de gelek jêhatî û serkeftî ye. Ji ber ku ji xwendina xwe bê par maye, bi pirsgirêkên derûnî re rûbirû dimîne, loma dayîka wê Enaem Silêman hewl da bi komkirina pirtûkan a di nava konên koçberiyê de, carek din hêviya Rehaf şîn bike û bighê armanca xwe.

'Xeyalên keça min hatin dizîn'

Enaem Silêman bi gotina “Hêviya me ew e ku keça xwe di azmûnên xwendinê de serkeftî derkeve”, dest bi gotinên xwe kir û wiha berdewam kir: “Daxwaza me ew e ku keça me di beşa bijîşkî de bicîh bibe û serkeftinên xwe bi dest bixe, lê şer hemû xeyalên me stend. Di nava şer de min karîbû hejmarek kêm ji pirtûkan peyda bikim ku keça min xwendina xwe temam bike. Ji ber dijwarbûna şer, me nikarîbû hemû tiştên xwe derxînin. Ji ber pêlên koçberiyê û êrîşan keça min xwendina xwe temam nekir.”

Xwendina di nava koçberî û wêrankirinê de

Enaem Silêman da zanîn ku piştî hêzên Îsraîlê herêma wan hedef girte û êrîş kirine,  neçarî koçberiyê bûne û wiha got: “Hemû tişt û pirtûkên Rehaf li şûna xwe hiştin. Em niha li kampên koçberiyê bicîh bûne. Bi îsrar û hebûna xwe, min hewl da ku pirtûk û pêdîviyên xwendinê ji keça xwe re di bin çadirên koçberiyê de  peyda bikim. Ew di xwendina xwe de gelek jêhatî û serkeftî bû. Loma dûrketina wê ji xwendinê, gelek zehmet e jê re. Min bi destên xwe jê re wane amade dikirin da ku karibe xwendina xwe temam bike."

'Bi hêviya vegera jiyana berê'

Eneam Silêman da zanîn ku şer li pêşiya xwendekaran nebû asteng, bi taybetî jî li pêşiya keça wê Rehaf û wiha pê de çû: “Li hember îsrar û berxwedana xwendekaran şer tu car nebû bend. Ji aliyê wezareta xwendin û perwerdehiyê ve pêngavek li ser medyaya civakî hat destpêkirin da ku xwendevan xwendina xwe berdewam bikin. Tevî dem û derfetên kêm, Rehaf bi hemû enerjiya xwe amadekariya azmûnan dikir. Xwendevanan di bin çadirên koçberiyê de dîsa xwendina xwe berdewam kirin. Me kona penaberan veguherand cihê xwendin û zanistê. Di Sibatê de wê azmûn ji xwendevanan re bên çêkirin, keça min bi hêviya vegera jiyanê li Xezayê wê bikeve azmûnan.”

Berxwedana dayîkan çîrokên ronahiyê ye

Enaem Silêman tekez kir ku dayîkek ji bo zarokên xwe serkeftî bibîne, wê hemû bendan bişkîne û derfetên jiyanê jê re ava bike. Eneam wiha dawî li gotinên xwe anî: “Yê ku hêviyê diafirîne dayîk e. Em ne tenê erka dayîkbûnê hildigirin, em ji bo zarokên xwe dibin mertal jî. Şer hemû tişt ji me dizîn, lê nekarî îsrar û îradeya me bidize. Keça min wê bikeve azmûnên xwe û xeyalên xwe pêk bîne. Tu kes nikare îradeya dayîkan biçewsîne.”