Li Filîstînê jin bi projeyan qadên îstîhdamê ava dikin
Ruba El-Misrî diyar kir ku piraniya jinên Filîstînî bi zarokên xwe re bi tena serê xwe mane, lewma bi derfetên xwe dest bi projeyên biçûk kirine da ku li ser piyê xwe bisekinin û jiyana xwe bidomînin.
REFÎF ISLÎM
Xeza – Êrîşên Îsraîlê yên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê berdewam kirin, bi agirbesta 19’ê Çileyê ya saet di 12.30’an da hatibû destpêkirin, sekinîn. Jinên Filîstînî tevî şert û mercên dijwar ên ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê de dijîn têkoşîna xwe didomînin, ji ber bêdengiya cîhanê ya li hemberî êrîşan bi hêrs in.
'Jin jiyanê bi tena serê xwe didomînin'
Ruba El Masrî aşkera kir ku li Xezayê jin bi tena serê xwe jiyanê didomînin û wiha got: "Çawa jin nêzî sal û nîvekê li Xezayê bi zarokên xwe re bi tena serê xwe hatine hiştin? Nemaze ku piraniya raporên navnetewî yên ji hêla saziyan ve hatine weşandin piştrast dikin ku ji sedî 80’yê qurbaniyên êrîşên Îsraîlê zarok û jin in. Hejmara ku li ser ekranan xuya dibe jî bê guman du qat dibe, dema ku hemû kesên di bin kavilan de wenda bûne mirî bên ragihandin."
Rê nedan rawestandina kiryaran
Di her komkujiyek de wê ji xwe re digot sibe dê şerê li ser Xezeyê bidawî bibe û dinya li hember dîmenên ku zarok û jin perçe perçe bûne bêdeng namîne. Ruba El Masrî da zanîn ku ew dîmenên bi xwîn rê nedan saziyên navnetewî û yên mafê mirovan ku van êrîşên hovane rawestînin û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê her kes li ber polîtîkeyên ku ji aliyê dewletên mezin ve hatibûn ferzkirin, çok danîn."
'Divê bi cesaret kiryar bên aşkerakirin'
Ruba El Masrî diyar kir ku heya vê kêliyê jî hejmara rast a wendabûna jinan a di nav şer de nehatiye aşkerakirin û got: "Heya îro hejmara rastîn a jinên Filîstînî yên ku di şerê li Xezayê de dîl hatine girtin, nehatiye eşkerekirin. Di heman demê de hê jî rastiya kiryarên hêzên Îsraîlê yên ku meşandine jî nehatine eşkerekirin. Ez hêvî dikim ku jinên rastî van kiryar û destavêtinan hatine, cesaret bikin û van rastiyên bi êş vebêjin."
'Hebûna xwe nîşanî dinyayê dan'
Ruba El Masrî destnîşan kir ku ji sedî 50’yê jinên Filistînî û dibe ku zêdetir bin jî, bi zarokên xwe re bi tena serê xwe mane û wiha got: “Bi îmkanên xwe projeyên biçûk, wek çêkirina pezkoviyan, firneyên ji axê, amadekirina xwarinên wekî ‘Maftûla Filîstînî’, dirûtin û karên din ên hêsan kirine. Jina Filîstînî di şer de nîşanî dinyayê da ku bi xwe bawer e û dilsoz e, tevî nebûna gelek alîgirên bihêz jî. Wan bi her awayî hewl da ku debara malbatên xwe bikin.”
'Xwezî Xeza vegere rojên berê'
Di dawiya gotinên xwe de Ruba El Masrî bang li rêxistinên navnetewî yên têkildarî jinan kir ku derbasî Xezayê bibin û rastiya wê ji nêz ve bişopînin û wiha vegot: "Divê rêxistinên navnetewî yên ku bi jinan eleqedar dibin derbasî Xezayê bibin û reşwa wê ya piştî şer ji nêz ve bişopînin. Di heman demê de bi xwe destnîşan bikin ku jina Filîstînî hêjayî piştgiriyê ye heya ku carek din rabin ser piyan û divê alîkariya wan jinan bikin. Em hêvî dikin ku carek din Xezaya vegere rojên xwe yên berê. Tiştê herî girîng jî, vegera li zeviyên çandiniyê û mêrgên kesk ên ku bi qasî çavan li herêmên bakur belav bûne, bi taybet li bajarokê Beyt Lahiya ye. Piştî agirbestê em di wê baweriyê de ne ku carek din jiyan li Xezayê şîn bibe.”