Li Sûdanê jinek qirêjiyên li dû pevçûnan paqij dike

Li Sûdanê koçberiya ji ber pevçûnan, li bajaran bû sedema avabûna sergoyan. Çalakvanek jin a bi navê Selma Awad Fadîl ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê kampanyayek paqijiyê dimeşîne.

EYA IBRAHÎM

Sûdan – Hemû encamên neyînî yên şer û pevçûnan, li ser pişta jinan dibin bar. Li Sûdanê ji Nîsana 2023'an û vir ve di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de pevçûn diqewimin. Ji ber koçberbûna ji deverên ku şahidiya pevçûnan kiriye, girseyek mezin li bajarên bi ewle yên Sûdanê bicîh bûne.

Ji ber vê yekê jî, li ser rêyên giştî sergo çêbûne. Ev jî bûye sedema zêdebûna nexweşiyan û belavbûna epîdemiyan a li welat. Çalakvana jin a dilxwaz Selma Awad Fadîl li hember vê yekê dest bi kampanyayek berfireh a ji bo paqijkirin û komkirina çopên li kolanên herêmê, kir. Selma Awad Fadîl ji bo pêkanîna projeya xwe, bi tengasî û pirsgirêkan re rûbirû dimîne. Alozî û pevçûnên li herêmê rû didin, wan tengasiyan dijwartir dikin. Selma Fadîl bi derketina tavê, bi kedkarên xwe re ji bo paqijiyê berê xwe dide herêmên ku sergo lê çêbûne.

Kampanya paqijiyê birêve dibe

Selma Awad Fadîl di destpêka gotinên xwe de got ku bi dildarî bi koma "Nafir El Afiyê", "Ciwan ji bo Welat" û Heyva Sor a Sûdanê re bi rêya kampanyayên hevbeş kar kiriye û wiha pê de çû: “Me di sala 2018'an de destpê kiriye. Em li ser projeyek çopê ya li yekîneyên Karîma û Merwî li bajarên bakur dixebitin. Piştî ku me ji Xertûmê ji ber pevçûnan berê xwe da bajarên bakur, min bi awayek fermî daxwaza pêkanîna vê projeyê kir. Tevî ku ev proje hilberînên madî çênake jî, dema ku derdorê ji çopê û epîdemaniyê paqij dikim û jiyanek bi ewle ji welatiyan re di jîngehek tendurist de ava dikim, gelek kêfxweş dibim. Paqijî xemla jiyanê ye û divê her kes derdora xwe ji çop û qirêjiyê paqij bike.”

Tengasî û kêşeyên ku rûbirû dimîne

Selma Fadîl tengasî û kêşeyên ku li pêşiya projeyên wê derdikevin, bi van gotinan anî ziman: “Ji ber karê dilxwaziyê dimeşînim, gelek tengasî û astengî li hember vê projeyê derketin holê. Herî zêde em bi pirsgirêkên tunebûna wesayîtên veguhestina bermayiyan, kêmbûna karkeran û lawazbûna çanda welatiyan a li hember komkirina bermayiyan, rûbirû dimînin. Ji bo xeterên çopê yên li ser civakê, wan hişyar dikim. Jin dikare her karekî bimeşîne û xebat bike. Divê piştevanî û destek ji projeyên jinan re bên dayîn. Bi taybetî di projeya paqijkirina çopan de.”

'Bi pêşkêşkirina alîkariyan gelek şad dibim'

Selma derbarê projeyên ku ji bo xizmetkirina civakê de dimeşîne de jî agahî dan. Selma ragihand ku projeya paqijkirina yekîneyên Karîme û Merwî di nava xwe de dihewîne, ewê heya salekê berdewam bike. Selma wiha got: “Çopên ku li derdorê hatine belavkirin, wê bên komkirin û carek din bên dubarekirin û vegerandin da ku sûd jê bê girtin. Ev ne yekem projeya dilxwaziyê ye. Di demên borî de projeya çêkirina nexweşxaneya zayînê ya Nefîr el Afiyê lidar xist. Her wiha kampanyayek ji bo peydakirina ‘Serûm’ ji kesên nexweş re lidar xist. Ez bi alîkariyan gel û civakê gelek kêfxweş dibim.”

Jin xebatên dildariyê dimeşînin

Hêjayî gotinê ye ku ji bilî Selma Fadîl, gelek jinên Sûdanî hene ku di karê dildariyê de çalak in û di dema pevçûnan de pir çalak bûn. Di nav wan de çalakvana dilxwazî ya navdar Suhanda Abd El Wehab a ku jê re dibêjin "Dayîka Feqîran" heye. Suhanda, ji ber şer û pevçûnan di xizmeta feqîran û kesên hewcedar de her tim amade bû û destek dida wan.