Mîhrîcana Nujiyan didome: Deng û rengê hemû jinan e
Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Nujiyan bi fîlmên ji gelek welatan didome. Rêvebera Kolektîva Kezî ya Jinê û di heman demê de Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Nujiyan Çîdem Roj, destnîşan kir ku Mîhrîcana Nujiyan deng û rengê hemû jinan e.

ZEYNEB ÎSA
Qamişlo- Kolektîva Kezî ya jinên sînemager, bi piştgiriya Desteya Çandê ya Cizîrê û hevkariya Tevgera Hîlala Zêrîn, 1’emîn Mîhrîcana Fîlmên Jinan a Nujiyan, li bajarê Qamişloyê li dar xist. Mîhrîcan bi dirûşmeya “Nêrîna wê ji azadiyê ye, çîroka wê ji berxwedanê ye”, di 25’ê Gulanê de destpê kir. Mîhrîcan dê heta 31’ê Gulanê berdewam bike. Endama Komîteya Amadekar ya Mîhrîcanê Çîdem Roj ji me re behsa lidarxistina mîhrîcanê û armancên wê kir.
‘Têkoşîna Rojava jî bi bêşengtiya jinan tê meşandin’
Çîdem Roj behsa lidarxistina mîhrîcana Nujiyan ya filimên jin kir û armanca lidarxistina Mîhrîcanê wiha vegot: “1’emîn Mîhrîcana Nujiyan a kolektîfa Kezî ya jinên sînameger, bi piştgiriya Desteya Çandê û hevkariya Tevgera Hîlala Zêrîn, li ser asta navnetewî hatiye çêkirin. Lê me li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist. Armanca me ji lidarxistina mîhrîcanê ya li Rojava, ji ber ku têkoşînek li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin, ev têkoşîn jî bi pbêşengtiya jinan tê meşandin. Di mîhrîcanê de wê 40 fîlm werin pêşandan, derhênerên van fîlman ji her car perçeyên Kurdistanê û Ewropa tên. Çend derhêner niha li bajarê Qamişlo hazir in û hin derhêner nedikarîn werin. Berhemên xwe ji me re şandin da ku em pêşandan bikin. Naveroka van fîlman li ser têkoşîna ku jinan meşandiya û zehmetiyên ku jin di aliyên civakê de dikşînin e.”
‘Di qada Sînemayê de di hemû beşan de xebatên jinan hene’
Çîdem Roj bal kişand ser qada sînemayê, xebatên jinan û zehmetiyên ku di mîhrîcana Nujiyan de tên jiyîn. Çîdem wiha berdewam kir: “Di qada sînemayê de di hemû beşan de xebatên jinan hene, lê ked û xebata jinê nayê diyarkirin. Di her wextê de desthilatdariya zilam li pêş e. Ji bo ku em ked û xebatên jinan bidin diyarkirin, em hemû jin destên xwe bidin hev û vê mîhrîcanê li dar bixin. Zehmetî pir hatin jiyîn, heta ku ev mîhrîcan hat lidarxistin. Ji aliyê mêvanên me yên derhêneran ve zehmetî hene. Heta ku em derhênerên xwe yên ji derveyî welat tînin, gelek zehmetî tên jiyîn. Lê dema ku em kêfxweşiya jinan û berhemên wan yên bedew dibînin, ew zehmetî ji bîra me diçin.”
‘Pêşengehek li ser navê Şehîd Cîhan Bilgîn heye’
Çîdem Roj diyar kir ku wê Mîhrîcana Nujiyan her sal li bajarek cuda bê lidarxistin û wiha bidawî kir: “Ji xwe mîhrîcana Nujiyan, ya 1’emîn e ku li bajarê Qamişlo tê li darxistin. Wê her sal ev mîhrîcan li bajarekî were lidarxistin. Di vê mîhrîcanê de ne tenê fîlm tên pêşandan. Kurtefîlm, semînerên li ser sînema, pêşengehek li ser navê Şehîd Cîhan Bîlgîn heye. Em dixwazin hemû ciwanên vê civakê di hemû hêlan de xwe bi pêş bixin û li vê kedê xwedî derkevin. Em dixwazin ji hemû jinan re bêjin ku ji 25’ê Gulanê Heya 31’ê Gulanê wê li gel we bin û wextên bi sûd bi hev re derbas bikin.”