Bînxazî ya malovaniyê ji şaristaniyan re kiriye nikare mîrateya dîrokî biparêze
Seroka beşa Muzexane û Depoyên Arkeolojîk a Binxaziya Lîbyayê Seyîda El-Sarawî da zanîn ku tevî dewlemendiya Binxaziyê ya berhemên dîrokî, muzexaneyên ku parastina wan bikin kêm in û got: "Ev jî dîroka herêmê di nava xeteran de dihêle."

IBTÎSAM AXFÎR
Binxazî – Cîhan her sal di 18'ê Gulanê de Roja Muzeyên Navneteweyî pîroz dike. Muzexane deriyên xwe bê pere ji bo mêvanan vedikin û dîrok û mîrateya çandî ya mirovahiyê nîşan didin. Tevî dewlemendiya xwe ya arkeolojîk, li bajarê Binxazî ya Lîbyayê tenê muzexaneyek heye. Ev muzexane, berhemên bêhempa yên dîrok û şaristaniya bajêr vedibêjin, pêşkêş dike.
'Muzexane cihên dîrokî ne divê bên parastin'
Seroka beşa Muzexane û Depoyên Arkeolojîk li Desteya Şûnwarên Binxazî Seyîda El-Serawî li ser girîngiya muzexaneyan axivî. Seyîda diyar kir ku avakirina muzexaneyek taybet ji bo bajêr yek ji daxwazên pêşîn ên desteyê bûye, lê heta niha tu bersiv ji cihên pêwendîdar negirtine û wiha got: "Binxazî xwedî mîrateyek çandî ya berfireh e. Ji ber vê yekê, divê muzaxane bên vekirin. Em daxwaz dikin ku muzexaneyek herêmî ava bikin da ku dîroka xwezayî û mîrateya arkeolojîk a herêmê bi riya wê biparêzin. Fikra avakirina muzaxaneyê amade ye, tenê em li benda erêkirina cihên eleqedar in."
'Girîng e ku muzexane ji hilweşînê bên parastin'
Seyîda El-Serawî diyar kir ku avahiya Qesra Qişleyê ji du beşan pêk tê û wiha domand: "Ji beşa Tirkî û Îtalî pêk tê. Beşa Tirkî ji ber nebûna restorasyonê di rewşeke hilweşînê de ye, beravojî beşa Îtalyayî ya hevgirtîtir e. Beşek jê hilweşiyaye û weke muzexaneya pêşerojê nayê qebûlkirin. Ji ber ku di avakirinê de materyalên ku orjînal nînin tên bikaranîn, di encamê de avahî bi hilweşînê re rûbirû dimîne. Avahiyên kevnar ên ku temenê wan sed sal derbas kiriye, li gorî zagonan weke cihên dîrokî tên pênasekirin û hilweşîna wan nayê qebûlkirin. Ji ber ku ew dîroka herêmê vedibêjin."
'Berhemên Binxaziyê li cihên din tên pêşandan'
Seyîda El-Serawî tekez kir ku tîmên şopandinê li ser hesabên xwe hinek perçeyên dîrokî çêkirine û wiha axivî: "Weke serarastkirina perçeyên ku bi korozyonê re rûbirû bûn. Her wiha hewldana xebatê li ser 'Gurê Luba' ku perçeyek pir giran e bêyî alavên taybet nayê sererastkirin. Zêdetirî 4 hezar berhemên dîrokî yên Binxaziyê hene. Ji ber ku muzexaneyên taybet ên bajêr tunene, di vekirina muzexaneya qesra li Trablusê de hejmarek mezin ji berhemên dîrokî yên Binxaziyê hatin pêşandan, ev jî cihê rexneyê ye ku nasnameya me li cihên din bê pêşkêşkirin."
'Em ê dîroka Binxaziyê li muzexaneyan nîşan bidin'
Seyîda El-Serawî axaftina xwe bi îşaretek sembolîk a ji bo 'Gurê Luba' bi dawî kir û got: "Em ê wê nedin cihê ku Serokê Îtalyayê yê sala 1922-1943'an Benito Mussolînî dema xwest Lîbyayê dagir bike lê danî. Ji ber ku yek ji sembola kontrola wî ye. Em ê wê di muzexaneyê de wek mînakek ji serdemek di dîroka Lîbyayê de, nîşan bidin."