Li Suweydayê çalakiya “Mîrat û Nifş”
Ciwanên Suweydayê çalakiyek bi navê “Mîrat û Nifş” dane destpê kirin. Beşdarvanên çalakiya bi sernavê "Mîrat û Nifş" diyar kirin ku ev çalakî ji bo vejandina bîra dîrokî ya Suweydayê hatiye dest pê kirin.
ROŞÊL JONYOR
Suweyda – Saziya ‘Aciyal’ îro, li cihê dîrokî yê Qanawat li bajarê Suweyda yê çalakiyek çandî û hunerî di bin sernavê ‘Mîrate û Nifş’ de, li dar xist. Wê ev çalakî mehekê bidome û wê gundên bajar bigerin ji bo ji nifşê nû re vegotina çand were kirin.
Jin û mêrên ciwan beşdarî çalakiyê bûn. Ev yêk jî girêdanbûyîna wan ya bi çandê wan re dide diyar kirin. Rêvebera saziyê, Yara El-Qentar, ji ajansa me re piştrast kir ku ev çalakî destpêka projeyek çandî ya demdirêj temsîl dike. Ji Qenawatê dest pê dike û digihîje gundên cûr bi cûr ên Suweydayê.
Vejandina mîrateya bav û pîrikan
Yara El-Qentar diyar kir ku hilbijartina ew cihê dîrokî ne tesaduf bû û wiha got: ‘’Hilbijartina me ya ji bo Qanawatê ne tesaduf bû, lê belê ji ber sembolîzma dîrokî ya kûr a ku ev cih digre û me vedigerîne kokên me ji bo wê hilbijart.” Yara armanca çalakiyê destnîşan kir û wiha pê de çû: “Armanc ew e ku çalakî li her gundê çiya pêk were, ligel hêviya ku ev çalakî rojekê ji rojan bigihîjin ew gundên ku em nikarin xwe bigihînin wan.”
Yara dibêje keç û xortên Suweydayê îro peyamên zelal didin û wiha got: “Ew zarokên vê axê ne û neviyên bav û pîrikên xwe ne ku mîrateyek mezin hiştine. Berpirsiyartiyek mezin ketiye ser milê wan da ku çand û mîrateya xwe bi parêze û ji nû de bi vejîne. Çalakî hewl dide ku rabirdû û niha bi rêya veguhestina mîratê ji bîranîna bav û pîrikan ji bo rihê ciwanan ve girêbide, bi vî awayî nasname û ayîdiyetê xurt dike.’’
Tabloyek bi wateyên mîratî dagirtî
Beşdarvana çalakiyê Cena Reşîd der barê tabloya xwe de şîroveyeke berfireh pêşkêş kir û got: “Min wêneya Fermandar Siltan Paşa El-Etraş hilbijart ku gelek sembolên mîratî û neteweyî hildigre. Her wiha sembolîzma wî ya dîrokî ya hêz, serfirazî û şovalyetiyê heye, nirxên ku hîn jî di wijdanê gelê Suweydayê de hene.”
Tevlîkirina hêmanên wekî "cezweya qehweyê" û ‘’Mihbac" di tabloyê de ne xweber bû, lê belê hebûna qehweya tahl di hûrguliyên jiyana rojane de, ji şahî bigire heya xemgîniyê, wekî sembolek comerdî û rastbûnê nîşan dide. Min ala civaka me ya Durzî li tabloyê zêde kir da ku ruhekî bêkêmasî bide berhema hunerî, lixwekirina cilên Erebî di dema çalakiyê de berfirehkirinek xwezayî ya vê ramanê ye, ji ber ku ew cihê dîrokî bi cilên kevneşopî re dike yek, di wêneyekê de ku berdewamiya nasnameyê tevî derbasbûna demê nîşan dide.
Girîngiya Însiyatîfê
Endama koroyê ku ji gundê Hebran, Lorîn El-Enderawî li ser girîngiya vê însiyatîfê di vejandina bîra kolektîf de axivî û tekez kir ku stranbêjiya kevneşopî ne tenê hunerek e, lê di heman demê de rêyek e ji bo veguhestina dîrok, hest û nirxan ji nifşekî bo nifşekî din. Hebran dibêje: Hilbijartina stranên kevneşopî, li gel lixwekirina cilên kevneşopî, armanc dike ku atmosfera rabirdûyê bi awayekî hemdem ji nû ve biafirîne, da ku xort û keç bikaribin pê re têkilî daynin û wê kûrtir fam bikin.”
Jin mîrata çandî zindî dikin
Di beşa helbestê de, Ariyam Sexîr, seroka beşa helbesta zarokan, behsa ezmûna xwe ya şexsî kir û destnîşan kir ku ew ji zarokatiyê ve bi wê re ye û hewldide ku vê hunerê ji zarokan re veguhezîne û wan teşwîq bike da ku bikarbin îfadeyên xwe bînin ser ziman. Armanca vê beşê ew e ku ji zarokan re cîhek were dayîn da ku jêhatîyên xwe derbibirin û baweriya wan bi xwe zêde bibe, ji bilî vê yekê jî dengê xwe bigihînin civakê.”
Ariyam peyamek taybet ji jinan re şand û ji wan xwest ku roleke mezintir di vejandina mîratê de bilîzin, ji ber bandora wan a bingehîn di veguhestina nirx û kevneşopiyan de ji nifşên pêşerojê re hîn zêdetire. Hevgirtina helbest, cilên gelêrî û deverên dîrokî ezmûnek hemaheng diafirîne ku girêdana zarokan bi mîrateya wan re bi awayekî balkêş û bibandor xurt dike.
Cilên kevneşopî û girîngiya wê ya çandî
Beşdar Tiya Ebo El-Fadil ku cilên kevneşop yên Erebî li xwe kirine dibêje: “Diyar kir ku cilên gelêrî ne tenê nîşaneyek, lê wateyên kûr ên civakî û çandî jî dihewîne, ji ber ku ew di gelek boneyan de, ji pîrozbahiyan bigire heya şînê, bi jinan re ye û nasname û ayîdiyet diyar dike.”