Di mîhrîcana Mexmûrê de ji bo wêneyê Abdullah Ocalan eleqeya mezin

Di pêşangeha 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya Mexmûrê de, berhema hunerî ya Mercan Kara bû yek ji nîşanên herî bedew ên pîrozbahiyên îsal û di dilê beşdaran de şopeke kûr hişt.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Li wargeha penaberan a Mexmûrê, 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê bi reng û xemlên hunerî didome. Di çarçoveya pîrozbahiyê de, pêşangehek hat vekirin ku tê de tablo, helbest, dariştin û berhemên xwendekaran cih girtin. Di pêşangehê de berhemek pir bal kişand. Sedema bal kişandina wê jî, xebatek zindî bû ku li ber çavê gel hat çêkirin. Di nava qerebalixa pêşangehê de Mercan Kara ku endamek atolyeya Şehîd Delîla ye, bi awayek zindî wêneyê  dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Dayîka Uveyş ango xêz kir.

Her zarokek got ‘dayîka min e’

Mercan, dest avêt firçeya xwe û li kêleka wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rûnişt. Her du aliyên tabloyê wêneyên cuda nîşan dida; yek wêneyê zarokatiya Rêberê Gelê Kurd, ya din jî niha. Dema ku Mercan dest bi xêzkirina wêne kir, li derdora wê zarok kom bûn û bi meraqek mezin lê temaşe kirin. Zarokan di nav hev de li ser wêne şîroveyan kir. Her zarokek got “dayîka min e.” Dawiyê gotin dayîkek dikare bibe dayîka hemû zarokan, dayîka Uveyş di dilê bi milyonan zarokan de cihê xwe girt û bû dayîka hemûyan.

‘Bi riya rengan daxwazên azadiyê tînim ziman’

Tabloya ku Mercan jî çêdikir temsîla wê yekê dikir, ‘dayîkek û milyonan dil’. Mercan, ne tenê wêneyek xêz dikir, wê dîrok, hebûn, zayîn û xweşiktiyê jî xêz dikir. Her derbeyek firçeya Mercan, dîrok û keda pîroz a dayîkan nîşa dida. Huner bi xêzkirina Mercan a li ser wê tabloyê bû deng û rengê azadiyê. Her wiha ev berhema hunerî ya zindî, bû yek ji nîşanên herî bedew ên pîrozbahiyên îsal û di dilê beşdaran de şopeke kûr hişt. Mercan Kara têkildarî berhema xwe ji ajansa me re axivî û diyar kir ku huner ji bo wan amûreke berxwedanê ye û bi riya rengan daxwazên xwe yên azadiyê tînin ziman.

‘Hemû berhemên ku îsal hatine çêkirin temsîla vê pêvajoyê dikin’

Mercan Kara destpêkê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevayî gelê Kurd pîroz kir û ev tişt anîn ziman: “Wek her sal me îsal jî mîhrîcan lidar xist. Wek endamek atolyeya Şehîd Delîla, em jî beşdarî pêşangehê bûn û me xwest bi berhemên xwe hestên xwe yên li hemberî Rêber Apo nîşan bidin. Hemû berhemên ku îsal hatine çêkirin, temsîla vê pêvajoyê dikin. Berhemên me têkoşîna Rojava jî di hundirê xwe de diteyisînin.”

‘Em hêvîdar in salek din em vê rojê bi Rêbertî re pîroz bikin’

Mercan hestên xwe yên xêzkirina wêneyê dayîka Uveyş bi van gotinan bi me re parve kir: “Min xwest wêneyê dayîka Uveyş çêkim. Ji ber ku keda wê li hember Rêbertî û ji bo me jî pir mezin e. Ango dayîka me hemûyan e. Bi taybetî ji ber ku Rêbertî aniye cîhanê, girîngiya wê ji bo me gelek e. Em gotina Rêbertî ya ku dibêje ‘zarokên Mexmûrê zarokên min in’ ji bo xwe dikin riya têkoşînê û em dixwazin bibin laqîyê keda ku Rêbertî ji me re daye. Em hêvîdar in salek din em vê rojê bi Rêbertî re pîroz bikin.”